Heta misogeriyê qad nayên terikandin
Duşem 9 Sibat 2026 - 03:55

- Kurd û dostên wan rewşa seferberiyê ya li seranserî cîhanê didomînin û qadan vala nahêlin. Di çalakiyan de tê destnîşan kirin ku heta maf û statûya Kurdan li Sûriyeyê misoger nebe, ew ê qadan neterikînin.
Di dawiya hefteyê de jî Kurdan û dostên wan, li dijî gef û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê qad dagirtin û peyama dewama seferberiyê ya heta misogeriya maf û statûya Kurdan a li Sûriyeyê dan.
ELMANYA
Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê, bi şîara “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re Statu” meşeke girseyî hat lidarxistin. Girseya gel nêzî 5 saetan meşiya û gihîşt ber Parlamena Eyaleta Saksonya Jêrîn.
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Bremen ê Elmanyayê, bi armanca protestokirina êrîşên li ser Rojava meşek lidarxistin. Di meşê de bertek nîşanî Rojnameya Spiegel ê Elman hate kirin.
Li bajarê Karlsruhe yê Elmanyayê ji bo protestokirina êrîş û dorpêça li ser Rojava meşeke girseyî hat lidarxistin. Bi hezaran kes beşdarî meşê bûn.
Meşa li Kielê li Bahnhofê destpê kir û li Asmus-Bremer-Platzê bi dawî bû. Axaftvanan diyarkirin ku têkoşîna azadî û jiyana bi rûmet a gelê Kurd rewa ye û banga mezinkirina piştevaniyê kirin. Dorpêça li Kobanê û qeyrana mirovî jî ji aliyê beşdaran ve hate protestokirin.
Li Kasselê jî gel li pêşiya Hauptbahnhofê kom bûn û heta Qada Kasselê meşiyan. Di axaftinên çalakiyê de banga rakirina dorpêça li ser Kobanê û berpirsyarî girtina welatên Ewropayê hate kirin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê, ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve ji bo piştevaniya bi Rojava re meşekî girseyî hate lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Landwehrplatza navenda bajarê Saarbruckenê li hev civiyan, bi daxwaza dawîkirina dorpêça li ser Kobanê, li navenda bajêr meşiya.
Bi nêzbûna salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêber Apo, Kurdistanî û dostên wan, li Berlîna paytexta Elmanyayê meş û mîtîngek li dar xistin.
Kurdistanî û dostên wan ji bo Rojava li Hamburgê meş li dar xistin. Di çalakiyê de daxwaza naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Sûriyeyê û rakirina dorpêça li ser Kobanî kirin.
Li bajarê Konstanz ê Elmanyayê, bi armanca piştevaniya bi Rojava re çalakî hate lidarxistin.
Li bajarê Bensheim ê Elmanyayê, ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve ji bo protestokirina êrîş û komkujiyên li ser Rojava, çalakî hate lidarxistin.
Li bajarê Giessenê yê Elmanyayê, hejmareke zêde ya Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan û êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li ser Rojava û piştgirê wan dewleta Tirk şermezar kirin.
Li bajarê Mannheimê, bi banga FCDK-KAWA, YJK-E, TCŞ û TEKO-JIN’ê, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li Neu Messe Platzê hatin bal hev.
Li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê, bi sedan Kurdistanî, dostên wan ên Elman û hunermendên TEV-ÇAND’ê ragihandin ku heta dorpêça li ser Kobanê were rakirin û statuya Rojava were misogerkirin, berxwedana xwe bidomînin.
FRANSA
Li bajarê Toulouse yê Fransayê jî, bi beşdariya Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê meşek hat lidarxistin.
Li Nantesê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statû” de meş û mitîng hat lidarxistin. Girseya ku li Qada Place du Commerce kom bû, bi pankart û alan heta ber Préfecture meşiya.
Li Mulhouse jî gelê Kurd û nûnerên saziyên demokratîk ên Fransî ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava li Place de la Bourse Mulhouse Square kom bûn.
Li bajarê Chambery ê Fransayê, bi tevlîbûna beşdarên ji herêma Lyonê jî, meşekî girseyî hate lidarxistin. Meş li pêşiya Palais de Justice destpê kir û li pêşiya Walîtiya Savoie (Préfecture de la Savoie) bi dawî bû.
Li bajarê Montpellier ê Fransayê, bi daxwaza statu ji bo Rojava meş û mitîng hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan li Parc Peyrou li hev civiyan, meşekî girseyî li dar xistin.
Kurdistanî û dostên wan li paytexta Fransa Parîsê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava li hev kom bûn. Di çalakiyê de daxwaza dawîlêanîna dorpêça li ser Kobanê û naskirina statuya Rojava hate dubarekirin.
AVUSTURYA
Li paytexta Awusturya Viyanayê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina dorpêç û êrişên li ser Rojava meşiyan. Girseya ku li Heldenplatzê hat cem hev.
Li bajarê Graz ê Awusturyayê, Kurdistanî û dostên wan ji bo piştevaniya bi Rojava re û ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanê meşek li dar xistin. Piştî ku meş li qada diyarkirî bi dawî bû, li ser navê komîteya amadekar daxuyaniyek hat dayîn.
HOLLANDA
Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan, bi armanca protestokirina êrîşên li ser Rojava meşekî girseyî li dar xistin. Di çalakiyê de hate xwestin ku dorpêça li ser Kobanê tavile were rakirin û statuya Rojava were naskirin.
SWÎSRE
Di nêzîkbûna salvegera 27’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo de, Kurdistanî û dostên wan li bajarê Cenevre yê Swîsreyê meş û mîtîngek li dar xistin.
BELÇÎKA
Kurdistaniyên li paytexta Belçîka Brukselê bi dirûşmeya "Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statû" meşeke girseyî li dar xistin.
DANÎMARKA
Kurd û komên piştevaniyê li bajarê Kopenhag ê Danîmarkayê, li dijî êrîşên li ser Rojava û dorpêça derdora Kobanê çalakî lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN










