Li Swîreyê ji bo Rojava şeva piştgiriyê
Duşem 9 Sibat 2026 - 03:50

Ji ber êrîşên li ser Rojava, bi sed hezaran kes neçar ma ku malên xwe biterikînin. Ji ber krîza mirovî, Heyva Sor a Kurdistanê li seranserê cîhanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Di serî de li Başûrê Kurdistanê, li gelek bajaran kampanyayên alîkariyê berdewam dikin. Bi pêşengiya şaredariyên Lozan, Renens û Vevey û bi hevkariya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozanê (NCDK-Lozan) û Meclîsa Jinan a Lajîn, ji bo Heyva Sor çalakiyeke piştgiriyê hat lidarxistin. Siyasetmedar û şaredarên Swîsreyî jî beşdarî çalakiyê bûn. Hemû dahata şevê ji bo alîkariya Rojava ji Heyva Sor re hat bexşkirin. Çalakiya ku li Salle de Spectacle a li bajarê Renensê pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên berxwedana Rojavayê dest pê kir. Hevseroka NCDK-Lozanê Aysel Argîn xîtabî beşdaran kir û got:"Ez spasiya şaredar, endamên meclîsa şaredariyê û nûnerên partiyên siyasî dikim ku keda wan di vê şevê de heye. Em hemû kesên ku piştgiriya mezin dikin silav dikin." Hevseroka Heyva Sor a Kurdistanê Hediya Abdullah bi peyameke dîmen beşdar bû û spasiya kesên piştgirî dane kir û got:"Bi êrîşên dawî re bi hezaran mirovên me di dibistan û mizgeftan de dimînin. Kobanê di bin dorpêçê de ye û krîzeke giran a mirovî tê jiyîn. Ev alîkarî ji bo gelê me pir girîng bûn. Em minetdarê hemû xêrxwazan in û daxwaz dikin ku alîkarî berdewam bikin."
Di çalakiyê de Şaredarê Renensê Jean François Clément, endamê Partiya Karkeran a Lozanê (POP) Xavier Roth, Endama Meclîsa Şaredariya Lozanê ya POP’ê Sevgî Koyuncu, serokê rêxistina ciwanan a Partiya Sosyalist (SP) Julien Berthod û namzeda Endama Meclîsa Şaredariyê ya POP’ê Tanya Nîhal Işik axaftinek kirin. Dahata di şevê de wê ji Heyva Sor re bê veguhestin. Heyva Sor ragihand ku wê di rojên pêş de derbarê alîkariyan de daxuyaniyeke fermî bide.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN










