Dorpêça li ser Kobanê tavilê rabikin
Şemî 14 Sibat 2026 - 03:55

Kurd û dostên xwe di çarçoveya banga seferberiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê hatibû ragihandin, li seranserî cîhanê li ser piyan e û qadan naterikînin.
BERN
Li paytexta Swîsre Bernê, bi banga Defend Rojava çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên komên çete yên girêdayî HTŞ-DAÎŞ û Tirkiyeyê yên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Girseya gel azadiya Rêber Apo û nasîna statuya Rojava daxwaz kir. Di bin pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Berjîn Zenda de li Qada Schützenmatte girse hatin cem hev, bêdengiya navnetewî şermezar kirin û banga rakirina dorpêça li ser Kobanê kirin.
HAMBÛRG
Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a bajarê Hamburg ê Elmanyayê, ji bo protestokirina êrîşên Çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ber Mediamarkt a Hamburg Hauptbahnhofê mîtîngek li dar xist.
Di çalakiya ku bi sedan kes beşdar bûn de; Meclîsa Jinê ya Rojbîn, TCŞ, enternasyonalîstên Elman, rêxistinên jinan ên çep û sosyalîst û Kurdistanî cih girtin.
BERLÎN
Li paytexta Elmanyayê Berlînê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Destdanê li ber buroya kovara Der Spiegelê çalakiyeke protestoyî hat li dar xistin. Piştî vîdyoyek ku ji aliyê komeke çeteyên cîhadîst ve li Rojavayê hatibû weşandin, li seranserê cîhanê peyamên piştgiriyê ji bo YPJ’ê hatibûn parvekirin û ev mijar di medyaya civakî de dengekî mezin veda. Di çalakiyê de nivîsa ku piştî vê pêvajoyê di Der Spiegelê de hatibû weşandin û tundiya çeteyan "baş" nîşan dida, hate protestokirin.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, Kurdistaniyên ku li ber Parlamentoya Hollandayê civiyan, ji bo naskirina statuya siyasî ya Rojava û rakirina dorpêça li ser Kobanê çalakiyek pêk anîn.
Di çalakiya ku ji aliyê Komîteya Çalakiya Hevpar a ku ji partî û saziyên Kurdistanî pêk tê de hat organîzekirin, girseyê bi dirûşman dorpêça li ser Kobanê şermezar kir. Di axaftinan de bal hate kişandin ku agirbesta li Rojava hatiye ragihandin ku divê Rojava di bin garantiya hiqûqa navneteweyî de bibe xwedî statuyeke siyasî. Piştî çalakiyê, şandeyeke ji ciwanên Kurd pêk dihat, bi parlamentera Hollandayî Kati Piri re hevdîtinek pêk anî.
STRASBOURG
Li Strasbourgê li pêşiya Parlamenta Ewropayê bi beşdariya nêzîkî 100 kesî li hemberî êrîşên li ser Rojava xwepêşandanek hate lidarxistin. Çalakî di dema rûniştina Parlamenta Ewropayê ya têkildarî rewşa gelê Kurd û geşedanên li herêmê de hate lidarxistin. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku divê sivîl werin parastin û ji rêyên çareseriyê re piştgirî were dayîn. Organîzatoran diyar kirin ku armanca wan ew e ku peyamekê bidin biryarderên Ewrûpayê bang kirin ku bila mafên gelê Kurd werin parastin û li gorî hiqûqa navneteweyî pêngav werin avêtin.
NAVENDA NÛÇEYAN











