Li Ewrûpa çalakiyên salvegera komployê

În 6 Sibat 2026 - 04:00

  • Hevserokê KCDK-E'yê Engîn Sever diyar kir ku ew ê di 14'ê Sibatê de li gelek bajarên Ewropayê, di serî de li Strasbourgê, meşên bi dirûşmeya "Azadî ji bo Rêber Ocalan, Statu ji bo Rojava" li dar bixin.

Her çend di 30'yê Çileyê de di navbera QSD û Hikûmeta Demkî ya Şamê de agirbest hatine îmzekirin jî, hîn ne diyar e ku Şam wê çi gavên pratîkî bavêje. Çalakiyên ku li dijî êriş û gefên li ser Rojavayê Kurdistanê hatine destpêkirin, berdewam dikin. 

Di vê çarçoveyê de, di 14'ê Sibatê de li gelek bajarên Ewropayê, bi taybetî li Strasbourg a Fransayê, meşên mezin wê bi dirûşmeya "Azadî ji bo Rêber Ocalan, Statu ji bo Rojava" werin lidarxistin. Meş wê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) ve werin birêvebirin. Meş wê hem êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto bikin û hem jî salvegera komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêber APO şermezar bikin. 

Hevserokê KCDK-E'yê Engîn Sever destnîşan kir ku banga "seferberiyê" ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ewropayê bûye cihê bersiveke xurt û got:"Bi hezaran çalakiyên protestoyî hatin organîzekirin. Bi mîlyonan Kurd, li gel hevalbendên xwe, li kolanan bûn. Ev nerazîbûn heta roja îro jî kêm nebûye."

Êriş li dijî destketiyan bûn 

Sever diyar kir ku êriş li dijî destkeftiyên hemû Kurdan hatiye kirin û got:"Ev komplo, ne li ser Rojavayê bû. Armanca wê ew bû ku di serdema ku hêzên hegemonîk sînoran ji nû ve xêz dikirin de avaniyek bê Kurd biafirîne. Çawa ku li Lozanê rastiya Kurd hat paşguhkirin, wan dixwest di vê sedsalê de pergalekê ava bikin ku Kurdan qebûl neke. Eşkere ye ku ger niha berxwedan bişikê, hedef wê Başûrê Kurdistanê be. Ji ber vê yekê, gelê Kurd bi ruhekî seferberiyê beşdarî van çalakî û geşedanan bû. Ev çalakî hîn jî berdewam dikin. Armanc ew e ku pergalek were avakirin ku tê de statuya Rojava were naskirin. Ev çalakî, wê heta ku Rojava statuya xwe bi dest bixe, berdewam bikin."

Meşên 14’ê Sibatê 

Sever anî ziman ku li gelek navendan plansaziyên çalakiyan hene û got:"Me dosya amade kirine da ku raya giştî û siyaseta cîhanê li ser sûcên şer ên hatine kirin agahdar bikin. Bi xurtkirina tora têkoşînê ya li qadê, em ê di serdema pêş de çalakiyên xwe bi girseyî bidomînin. Em ê di her warî de tiştê ku Kurd dixwazin îfade bikin. Em dibînin ku komploya navneteweyî li Sûriyeyê xwe dubare dike. Di vê çarçoveyê de, em ê di 14'ê Sibatê de li seranserê Ewropayê çalakiyên berfireh pêk bînin. Navenda çalakiyan wê Strasbourg be. Dirûşmeya çalakiyên me dê 'Azadî ji Rêber Ocalan re, Statu ji Rojava re' be.Ne tenê Kurd beşdarî van çalakiyan dibin. Kesên ku li dora Şoreşa Rojava û yên ku li dora paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan a Rêber Apo bûne yek jî beşdar dibin. Dostên Kurdan jî wê van çalakiyan bi rê ve bibin. Di vê çarçoveyê de, em ketine serdemeke girîng a çalakiyan û em ê wê bidomînin."

MA/OMER ÎBRAHÎMOGLÛ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.