Li navçeya Kulu ya Konyayê Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Konê (KON-KULTUR) hat vekirin. Hevserokê KON-KULTUR’ê Rojvan Uludag di merasîma vekirina komeleyê de axivî û got: “Em wek komele dixwazin gelê me werin komeleyê, xwedî li ziman û çanda xwe derkevin û bi zimanê xwe bijîn”
Li Navçeya Kulu ya Konyayê ve Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Konê (KON-KULTUR) hat vekirin. Gelek welatî tev li merasîma vekirina komeleyê bûn. Di merasîma vekirina komeleyê de hevserokê komeleyê Rojvan Uludag axivî û diyar kir ku ji bo ziman û çanda xwe biparêzin ev komele hat vekirin û wiha got: “Zimanê me her roj tê jibîrkirin û di bin xeteriyê de ye. Divê em zêdetir girîngiyê bidin zimanê Kurdî. Zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e û divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Ji bo ku ev dewlemendiya zimanê me winda nebe tenê axaftin têrê nake û divê em binivisînin û bixwînin. Em wek komele dixwazin gelê me were komeleyê xwedî li ziman û çanda xwe derkeve. Bi zimanê xwe bijîn.”
AW/KONYA