ANKA-DER dest bi serdema nû kir

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 3 Îlon 2025 - 00:26

Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER), li dijî polîtikayên bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî, di 12ê Hazîrana 2022an de li Enqere ava bû. ANKA-DER 3 sal in li Enqereyê xebatên fêrkirina ziman, çand û hunerê dike û heta niha gelek şagirt perwerde kir. ANKA-DER bi 3 zaravayên Kurdî ên Kirmanckî, Kurmancî û Soranî perwerdeya ziman, ji aliyê hunerê vê jî dersên tenbûr û erbaneyê dide. Serîlêdanên ANKA-DERê yên ji bo serdama nû jî dest pê kirin. Welatiyên ku dixwazin bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî perwerde bibinin, dikarin serî li komeleyê bidin. Serîledanên ANKA-DERê dê heta meha Cotmehê berdewam bikin û di meha Cotmehê de jî perwerdehî dest pê bike.

Hevseroka ANKA-DERê Ferîde Akturan bi lêv kir ku ew bi 3 zaravayan perwerdehiya zimanê Kurdî didin û bang li welatiyan kir ku serî li komeleyê bidin û fêrî zimanê Kurdî bibin.

‘Fêrî zimanê xwe bibin’

Ferîde Akturan diyar kir ku piştî 15ê Gulanê ew dê polan diyar bikin û ev tişt gotin: “Di meha cotmehê de perwerdehiyên me wê dest pê bikin. Salê em 3 serdeman perwerdehiyê didin. Serdema yekem 3 meh in. Di meha Sibatê de em serdama 2an destpêdikin û heta meha Gulanê. Di 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de jî em belgeyan didin xwendekaran. Di meha havînê de jî polen me berdewam dikin. Em bi 3 zaravayên Kurdî; Kurmancî, Kirmançkî û Soranî perwerdehiyê didin. Di Kurmancî de heta asta mamostetiyê perwerdehiya me hene. Lê di Kirmançkî û Soranî de jî asteke me heye. Em bang li hemû kesan dikin ku werin saziyên serîledan bikin û fêrî ziman bibin. Bi taybet jî ji bo hemû gelê me em bang dikin ku bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin û Kurdî fêr bikin.”

‘Eleqeyeke mezin ji bo Kurdî heye’

Ferîde Akturan destnîşan kir ku li Enqere eleqeyeke mezin ji bo Kurdî heye û  têkildarî mijarê wiha got: “Îsal eleqeyeke mezin ji bo perwerdehiya Kurdî heye. Bi taybet jî ya zarokan heye. Niha 2 polên me yên ji bo zarokan hene. Asta destpêk û asta yekemîn. Niha di pola zarokan de 20 şagirtên me hene. Malbat zarokên xwe tînin ku fêrî ziman bibin. Em jî bi drama û lîstikan zarokan fêrî ziman dikin. Komeleya me 3 sal in li Enqereyê xebatên xwe didomînin. Rastî jî ji bo gel pêdiviyek e. Piştî KURDÎ-DERê, li vir saziyeke ziman tune bû. Ji ber wê valahiyê jî di nava gel de eleqeyeke mezin çêbû. Me 7 mamostê gihandin e. Niha ew perwerdehiyê didin.”

AW/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.