Astengkirin pêvajoyê dixitimîne

Şemî 25 Cotmeh 2025 - 03:42

Tahliyeya 12 girtiyên jin ên li girtîgeha Jinan a Sîncanê ji aliyê Lijneya Îdarî û Şopandinê (ÎGK) ve bi hincetên kêfî tên astengkirin. Tahliyeya Nedîme Yaklav 6 caran, ya Sermîn Demîrbag 7, ya Nuriye Adet 5, ya Gulşah Adet 5, ya Hîcran Bînîcî 4, ya Zelîha Ustabaşi 3, ya Elîf Çetînbaş 2, ya Melîke Goksu 2, ya Esra Soyaktaş 2, ya Fatma Aslan carekê ya Suheyla Taş carekê, ya Emîne Abîş carekê hatin astengkirin. 

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê, diyar kir ku Girtîgeha Jinan a Sîncanê wek herêma pîlot hatiye tercîhkirin û ev her tim tên kirin  serî li Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan TBMM û Wezareda Dadê dan ku derbarê biryarên ÎGK’ê lêpirsînê bikin. Ji komîsyona Lêkolîna Girtîgehan a OHD’ê Sevda Hasar der barê astengkirina tahliyeyan de axivî û got ev helwestek polîtîk e û sabotekirina pêvajoyê ye.

Sevda Hasar diyar kir ku li girtîgeha Sîncanê binpêkirinên mafan didomin û got:“Ji 2021’ê heta niha bi biryarên lijneyê tahliye tên astengkirin. Bi taybet girtiyên siyasî bi van pêkanînan re tên rû hev û berdana bi şert tê astengkirin. Vê bi biryarên lijneyê dikin.” Sevda Hasar anî ziman ku der barê astengkirina tahliyeyan de îtîrazan dikin û got:“Lê yên îtîrazan dinirxînin raporên lijneyê esas digirin û heta niha ji îtîrazên me encamek erênî derneketiye.  Raporên lijneyê hemû dişibin hev û wek bibire kopî bike tên amadekirin. Raporeke şexsî tuneye.”

Sevda Hasar wiha dawî li axaftina xwe anî:“Pêvajoyek aştiyê heye lê mixabin girtî û malbatên girtiyan ji derveyê vê tên hiştin. Ji ber vê jî ev ne pêvajoyeke aştiyê ye. Pêvajoya ku hemû civakê dihewîne, tenê ji dîmenan ne pêkan e. Pêvajoya ku ji aliyê dewletê ve tê meşandin dîsa ji aliyê saziya dewletê ve tê sabotekirin.”

JINNEWS/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.