Li Amûdê pêşangeha şagirt û mamosteyan

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 17 Gulan 2025 - 00:50

Di çarçoveya çalakiyên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de Rêveberiya Dibistanan a Amûdê bi beşdariya mamoste û xwendekaran pêşangeheke wêneyan vekir. 

Di pêşangehê de nêzî 300 wêneyên ku mamoste û xwendekaran di nav salekê de xêz kirine, hatin pêşkêşkirin. Her wiha wêneyên mamosteyên şehîd, destkariyan û şitilan jî di pêşangehê de cih girt. Mamoste û xwendekar bi cilên xwe yên kurdî beşdarî çalakiyê bûn, belavokên der barê girîngiya zimanê kurdî de hatin belav kirin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Arşik Baravî Cejna Zimanê Kurd pîroz kir û got: "Destpêka Şoreşa Rojava dema me Bavenda Reşîd Kurd vekir min helbesteke bi tîpên kurdî nîvisand da ku her kesî teşwîqî fêrbûna zimanê dayikê bikim. Ez vê helbestê bi bîr tînim, berhemên wê dibînim."

Piştre helbestvan Medya Sado helbestek xwend. Di dawiyê de xwendekar û mamosteyan li ber stranan govend gerand. Pêşangeh dê 3 rojan vekirî be.

ANHA/AMÛDÊ 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.