Şehîd ronahiya rêya serketinê ne

Çarşem 12 Mijdar 2025 - 03:55

Gaziyên şer Hogir Amed û Serkêş Riha 11’ê Mijdara 2024’an li Hesekê di encama teqîna mayînekê de bi hevalê xwe Hemze Serêkaniyê re şehîd bûn. Gaziyên jin Arîn Koçer û Şîlan Kobanê bi wesîleya yekemîn salvegera şehadeta wan têkildarî Hogir Amed û Serkêş Riha nêrînên xwe anîn ziman. Gaziya şer Arîn Koçer di destpêka axaftina xwe de şehîd Hogir, Serkêş û Hemzê bi bîr anî û got:“Şehadeta her sê lehengan ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wendahiyên mezin bûn. Bêguman di têkoşîna azadiyê de pêwîst e mirov ji her tiştî re amade be. Em weke şervanên Rêber Apo dizanin li pêşiya me şehadet jî, birîndarî jî heye. Tevahî hevalên me li ser vî esasî têkoşîna xwe didomînin.” Arînê diyar kir ku ew bi şehîd Hogir û şehîd Serkêş re li heman qadê mane û got:“Her du heval jî pir girêdayî Rêbertî û gelên herêmê bûn. Ti carî di nav hevalan de ferq û cudatî nedikirin. Lewma pir dihatin hezkirin. Heval Hogir û heval Serkêş ti carî negotin, ‘Em birîndar û gazî ne, lewma em ê êdî li rehetiya xwe binêrin.’ Ji berê hê zêdetir bi kar û xebata têkoşînê rabûn. Hê dema bi awayekî fizîkî di nav me de jî bûn me ew mînak digirtin. Timî, rûken, bi coş û hêvî bûn. Ez careke din di yekemîn salvegera şehadeta wan de her sê hevalên me yên hêja heval Hogir, Serkêş û Hemze bi bîr tînim. Em soza xwe ya pêşxistina têkoşîna azadiyê ji wan re nû dikin. Em ê hedef û armancên wan ên ji bo azadiyê pêk bînin. Şehîd ronahiya rêya me ya serkeftinê ne. Em li ser şopa wan ber bi azadiyê ve dimeşin.”

Egîd û cangoriyên welatê xwe bûn

Gaziya jin Şîlan Kobanê jî anî ziman ku şehîdan bi xwîn û canê xwe rêya diçe azadiyê rohnî kirine û got:“Şehîd ji bo me pîvan û rêgezên jiyana pîroz in. Em li ser xeta şehîdan dimeşin. Şoreşa me bû şoreşa şehîdan. Şehîd pêşeng û rêberê me ne. Em xwedî heval û hevrêyên wiha ne ku tevî hemû birîndarî û êşên xwe jî ji bo gel û xaka xwe têkoşîn dikin, şer dikin û li ber xwe didin. Heval Hogir û heval Serkêş weke du hevalên gaziyên şer bi rûmet û serbilindî kar û xebat meşandin. Bêguman di serî de hevalên gaziyên şer, tevahî şervanên azadiyê û gelên me vê hêz, îrade û cesaretê ji Rêbertî digirin. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe em pêş xistin, çavên me vekir. Heval Hogir û heval Serkêş li ser esasê perspektîfên Rêbertî yên ji bo gaziyan pêşengî kirin, têkoşîn meşandin. Em ê li ser xeta wan hevrêyên hêja ji sedî sed serketinê bi dest bixin, Rêbertiya xwe bi awayekî fizîkî azad bikin û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi serketinê tacîdar bikin.”

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.