Bûn temîneta paşeroja me ya azad
Pêncşem 13 Mijdar 2025 - 04:00

- HPG NRÇ’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got:“Weke zarokên esîl û leheng ê gelê Kurd û Tirk, mil bi mil ji bo xwişk-biratiya gelan têkoşiyan û bûn temîneta pêşeroja me ya azad.”
HPG NRÇ’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG NRÇ) derbarê şehîdên sala 2017’an ev tişt diyar kir:“Milîtanên fedayî yên Apoyî yên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Bêrîtan Hêjar Malatya, Berzan Murat, Kendal Barman, Şoreş Ozer û Ronî Jiyan, di têkoşîna sala 2017’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn. Hevrêyên me Bêrîtan, Berzan, Kendal, Şoreş û Ronî bi baweriya xwe ya bi xwişk-biratiya gelan û azadiya wan tevlî têkoşînê bûn. Bi dilsoziya kûr a bi paradîgmaya Rêber Apo re, cihê xwe di refên gerîla de girtin. Hevrêyên me yên ku xwe bi ruhê fedayî yê Apoyî rapêçandin, bi ked, hewldan û fedakariyeke mezin hewldan tişta ku dikeve ser milê xwe pêk bînin. Bi jiyana şoreşgerî, hevrêtiya jidil, fedakarî, taybetmendiya dilpak û helwestên xwe bûn milîtanên mînak. Bi cesaret, fedakarî û hevrêtiyên xwe yên kûr, li her qadê bûn şoreşgerên serkeftî. Weke zarokên esîl û leheng ê gelê Kurd û Tirk, mil bi mil ji bo xwişk-biratiya gelan têkoşiyan û bûn temîneta pêşeroja me ya azad. Em ê bîranîna hevrêyên xwe her tim bidin jiyîn û soza pêkanîna xeyalên şehîdan didin. Li ser vê bingehê di serî de sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja û hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.
Ji bo xwişk-biratiya gelan şer kirin
Hevrêya me Bêrîtan li Meletiyê, di nava malbateke Tirk de ji dayik bû û mezin bû. Hevrêya me bi tevlîbûna li nava xebatên ciwanên şoreşger, gava xwe ewil ji bo refên têkoşîna azadiyê avêt. Hevrêya me Bêrîtan Şehîd Pîro Semsûr- Riza Guven ê ku di dema xebatên ciwanan de li Amedê li dijî dagirkeran şer kir û di sala 2010’an de şehîd bû, nas kir û dilsoziya PKK’ê ya bi xeta şehîdan re di şexsê Şehîd Pîro de baştir nas kir. Hevrêya me ku di sala 2011’an de ji aliyê delweta Tirk a dagirker ve hate girtin, berxwedana xwe di zindanan de domand. Di sala 2011’an de ji Amedê tevlî refên gerîla bû û hemû polîtîkayên şerê taybet têk bir. Hevrêya me Bêrîtan a ku weke jineke ciwan a Tirk, bi hemû hebûna xwe tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû, şopînera Heqiyan û Kemalan bû, bi awayekî Bêrîtanî şer kir û bi awayekî Zîlanî fedayî bû. Bû yek ji mînakên herî baş ên kesayeta milîtan a ku felsefeya Rêber Apo afirand.
Hevrêyê me Berzan li bajarê me yê Agirî, ku bi serhildan û çanda berxwedanê ya li Kurdistanê tê nasîn, hat cîhanê. Di sala 2014’an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû. Hevrêyê me Berzan; bi sekna xwe ya milîtanî, şêwaza şerê fedayî û kesayeta xwe ya dilnizm, li ser her hevalekî ku pê re pratîk kir, şopên kûr û bîranînên nayên jêbirin hişt. Hevrêyê me Berzan ê ku di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi felsefeya Apoyî xwe ji nû ve afirand, bi pêşengiyê beşdarî têkoşîna me ya şoreşê bû û bê dudilî di xeta fedaiyan de meşiya.
Hevrêyê me Kendal ê ku di nava malbateke welatparêz de ku bi têkiliyên civakî yên xurt ên Mêrdînê re bûbû yek û çanda berxwedanê, ji temenê biçûk ve derfet dît ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas bike. Di sala 2014’an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû. Hevrêyê me yê ku bi şerê fedayî, çespand ku ew milîtanekî hêja yê PKK’ê û gelê me ye, di nava refên têkoşînê de zû pêş ket. Ew bi hemû dilê xwe bawer dikir ku têkoşîna me wê teqez bigihîje serketinê û bi vê baweriyê tempoya têkoşînê her ku çû zêde kir, mîrateya têkoşînê ya şehîdên me yên nemir ku her tim ji xwe re mînak digirt û şopînerê wan bû, bi awayekî milîtanî hewand.
Hevrêyê me Şoreş ê ku li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, di nava malbateke ku kevneşopiya welatparêziyê her tim zindî bû de hate dinê. Di sala 2015’an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû. Hevrêyê me Şoreş ê ku bi kesayeta xwe ya milîtanî û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin, di her çalakiyeke ku tevlî dibû de serketinê esas digirt, bi şêwaza şerê fedayî, karîbû her erka ku wergirtiye bigihîne encamê. Hevrêyê me yê ku tempoya tevlîbûnê her tim bilind digirt û bi hevrêyên xwe re bûbû yek û bi ruhê serketinê nêzî erkan dibû, xwedî jiyan û tevlîbûneke milîtanî bû û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand.
Hevrêyê me Ronî li Mûşê ku yek ji navendên berxwedanê yên kevnar ên Serhedê ye, çavên xwe li cîhanê vekir. Di sala 2014’an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû. Hevrêyê me Ronî yê ku bi kesayeta xwe ya karker dihate nasîn, zû pêşengî kir û bû yek ji hevrêyên me yê ku bal dikişand ser xwe û bi têkiliyên hevaltiyê yên xurt derdiket pêş. Di pêvajoya şerê giran de, ji bo tola hevrêyên xwe yên ku bi şerê fedayî nemir bûbûn, hilîne, her tim di nava tevgerekê de bû. Hevrêyê me Ronî, bi bilindkirina têkoşîna xwe ya her ku çû, bû milîtanekî ku navê xwe bi serketî li dîroka me ya têkoşînê nivîsand.” Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên gihîştine şehadetê wiha ne:
Bêrîtan Hêjar Malatya (Hatice Şeker), li Meletî jidayîk bûye, 26’ê Îlona 2017’an li Avaşîn şehîd bû.
Berzan Murat (Huseyîn Ozturk), li Agiriyê jidayîk bûye, 1’ê Tîrmeha 2017’an li Metîna şehîd bû.
Kendal Barman (Yakup Baydag), li Mêrdînê jidayîk bûye, 1’ê Tîrmeha 2017’an li Metîna şehîd bû.
Şoreş Ozer (Omer Avci), li Agiriyê jidayîk bûye, 1’ê Tîrmeha 2017’an li Metîna şehîd bû.
Ronî Jiyan (Azad Çetîn), li Mûşê jidayîk bûye, 16’ê Cotmeha 2017’an li Zapê şehîd bû.
BEHDÎNAN














