Sembola welatparêziyê: Bilêse Omer
Şemî 15 Mijdar 2025 - 03:00

- Sembola welatparêzî û neteweyî Bilêse Omer li Ranya ji dayik bû, li Kobanê berxwedan kir û beriya 5 salan li Swêdê bi destê xiyanetkaran hate qetilkirin.
Îro 5 sal bi ser qetilkirina aktîvîstê Kurd Bilêse Omer re derbas dibe ku di demek dijwar de bi rûhê neteweyî hewara Kobanê hatibû û li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedan kir.
Bilês Omer li bajarokê Ranya ser bi îdareya Raperînê ji dayik bûye û xwediyê nasnameya Swêdê ye. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî Kobanê kir, biryar dide ku tevlî berxwedana Kobanê bibe û ji Ewropayê di sala 2014’an de berê xwe dide Kobanê.
Wezîrê pêşmerge yê wê demê û cîgirê serokê demborî yê niha yê Herêmê Mistefa Seyîd Qadir qala kesayeta Bilêse Omer kir û got: “Kekê Bilêse bi hestekî neteweyî rabû û wek ciwanekî mînak bi hestên xwe yên neteweyî yên kûr ji bo Kurdistanê berê xwe da bajarê Kobanî bike.”
Di dema çeteyên DAIŞ’ê çar aliyên Kobanê girtibû û şervanan bi berxwedanek bêhempa li ketina Kobanê digirtin, Bilêse Omer peywendî bi Mistefa Seyîd Qadir re ku wê demê Wezîrê pêşmerge bû datîne û jê daxwaz dike ku hewl bide hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê bîne ser xetê û piştgiriyê bide Kobanî û berxwedana şervanan.
Mistefa Seyîd Qadir diyar kir ku ji bo agahî ji rewşa Kobanê bigirin li gel Bilêse Omer peywendî datinî û got: “Di 22’yê Cotmehê de, Parlamentoya hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara hejmara 21 a 2014’an derxist û serokatiya Herêmê û hikûmeta Herêmê biryar dan ku hêz bişînin Kobanê. Hêz jî roleke baş lîstin û heta ku pêwîst bû li wir man. Piştî hêzên pêşmerge hatin şandin jî, peywendiya me ya bi telefonê li gel Kekê Bilêse berdewam kir, ji rewşa Kobanê me agahdar dikir. Dema ez wê demê Wezîrê Pêşmerge bûm, Amerîkayê û hevalbendên din alîkariya Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞ’ê dikirin. Me komîteyek ava kiribû. Li gorî agahiyên ku Kekê Bilêse ji min re dişand û min bi hevalbendan re nîqaş dikir, me ji bo Kobanê odeyek operasyonê hebû.”
Li ser kesayet û keda şehîd Bilêse Omer, Mistefa Seyîd Qadir wiha anî ziman: “Ez dikarim bêjim wek ciwanek welatparêz û neteweyî, ew karî rolek baş di alîkariya me û Kobanî de bilîze, ji ber wê her tiştê ku ji destê me hat ji bo ku Kobanî nekeve me kir. Bajar neket, ji ber vê yekê di ciwanê welatparêz de coşek mezin hebû.”
Piştî rizgarkirina Kobanê, Bilêse Omer vedigere Ewropayê û li wir kar û xebatên ji bo hevkariya Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Beşdarî rêxistinkirina bi dehan çalakiyên neteweyî dibe. Herî dawî di 14’yê Mijdara 2020’î de li Otêla Şêraton ya li bajarê Stokholm paytexta Swêdê, bi destê xiyanetkaran tê qetilkirin. Dosyaya Bilêse Omer ji aliyê polîsên Swêdê ve hate girtin û sûcdar nehatin cezakirin.
Mistefa Seyîd Qadir di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Mixabin, ew di rewşek nediyar de hat qetilkirin. Xwezî ew bi temenekî dirêj bijiya, lê tevî temenê xwe yê kurt, bi qasî ku em dizanin wî di hewldan û têkoşîna xwe de mînakek xweşik nîşan da.”
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN















