Ew dilsozê xeta şehîdan bûn
Şemî 15 Mijdar 2025 - 03:55

- HPG-NRÇ’ê nasnameya 5 gerîlayên di demên cuda de şehîd bûne eşkere kir û got:“Em ê meşa wan a Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad a ku bêyî fikar hemû hebûnên xwe ji bo wê feda kirin, bi serkeftinê tacîdar bikin.”
HPG-NRÇ’ê nasnameya 5 gerîlayên di demên cuda de şehîd bûne eşkere kir. Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) de ev tişt hatin diyarkirin:’’Em hevrêyên xwe Dîlan Şîno, Mazlum Kobanê, Armanc Şaruge, Rûbar Newal û Şiyar Kobanê yên ku di têkoşîna sala 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin. Hevrêyên me Dîlan, Mazlum, Armanc, Rûbar û Şiyar ji parçeyên cuda ên Kurdistanê tevlî Tevgera Apoyî bûn. Ji bo parastina hebûna gelê me, azadkirina welatê me Kurdistan û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, cihê xwe di refên gerîla de girtin. Hevrêyên me bûn milîtanên têkneçûyî ku xwe bi îdeolojiya Apoyî ji nû ve afirandin û li çiyayên Kurdistanê erkên xwe bi serkeftî pêk anîn. Ji bo ku her erka xwe bi teqezî bi cih bînin, xwe ji tu curê ked û hewldanê paş nedan. Bi zanebûna ku nûnerên hêviya azadiyê ya gelê me ne, têkoşînê bilind kirin. Li dijî êrîşên dijmin bi wêrekiyeke mezin rola xwe di berterefkirina siyaseta qirkirinê de lîstin. Em şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin, dilsoziya xwe ya bi xeta şehîdan diyar dikin û teqez dikin ku meşa wan a Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad a ku bêyî fikar hemû hebûnên xwe ji bo wê feda kirin, bi serkeftinê tacîdar bikin. Li ser vê bingehê, em sersaxiyê ji malbatên hêja Yên hevrêyên me û hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.
Azadiya Rêbertî hîmê têkoşîna wan bû
Hevrê Dîlan li navçeya Qelqeliyê ya Wanê ku wekî navçeyek bi welatparêzî tê nasîn û di malbateke ku girêdayî nirxên azadiyê ye ji dayik bû. Di sala 2015’an de tevlî refên gerîla bû.
Hevrêya me ya ku wek gerîlayeke YJA Starê ji pêşketinê re vekirîbû, ji bo gelek şiyanên fermandariyê di xwe de ava bike kete nava lêhûrbûnê. Hevrê Dîlan li herêma Heftanînê beşdarî gelek çalakiyên li dijî dewleta Tirk bû, bi wêrekiya xwe serkeftina van çalakiyan misoger kir. Bi vî awayî mîsyona xwe ya pêşengiyê wekî gerîlayeke YJA Starê bi serketî bi cih anî. Hevrê Dîlan ezmûnên ku di şer de qezenc kir, bi kesayetiya wê ya pêbawer û bi biryardariya xwe ya di fermandariyê de, rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir û bû fermandareke ku hêviyê dide paşerojê.
Hevrê Mazlum li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, di nav malbateke ku girêdayî nirxên welatparêzî û Kurdewarî bû de ji dayik bû. Hevrê Mazlum dema ku çeteyên DAÎŞ'ê, ji sala 2014’an pê ve êrîşî herêmên Kobanê û Cîzîrê kirin, tevlî yekîneyên berxwedanê bû û bi coşek mezin û hêrsa tolhildanê cihê xwe di berxwedanê de girt. Hevrê Mazlum li vir derfeta rastiya dewleta Tirk ji nêz ve bibîne û fam bike dît û bi hêrsek mezin li benda roja ku ew ê tolê hilîne bû. Hevrê Mazlum di baweriyê de bû ku ev yek dikare li çiyayên Kurdistanê were û tevlî refên gerîla bû. Hevrê mazlum hem bi şêwaza xebata xwe, tempoya xwe û kesayetiya xwe taybetmendiyên milîtaniya Apoyî temsîl kir, bû fermandarekî pêşeng ê paşerojê.
Hevrê Armanc wekî ferdekî malbata ku bi eslê xwe ji Çewlîkê ye, li Stenbolê ji dayik bû. Di sala 2015’an de tevî hevreyek xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.
Hevrê Armanc, piştî ku di taktîkên gerîla yên serdema nû de zanîn û ezmûnek diyarkirî bi dest xist, hilanîna tola şehîdan û jiyandina felsefeya azadiyê ya Rêber Apo wekî armanc danî pêşiya xwe. Hevrêyê me ji bo pêkanîna vê armancê kete nava lêhûrbûnek kûr û piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî qedand, bi xwebawer, biryardarî û li armanca kîlîtbûyî berê xwe da xebatên pratîkî. Hevrê Armanc ê ku bi azweriya azadiyê dest bi jiyana gerîlatiyê kir, di her kêliyê de ev azwerî tahm kir û ji ber vê yekê jiyana gerîlatiyê wekî jiyana herî watedar û hêja dît.
Hevrê Rûbar li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê, di nav malbateke welatparêz û azadîxwaz a eşîra Celalî de ji dayik bû. Di sala 2015’an de tevlî refên gerîla bû. Hevrê Rûbar li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk beşdarî gelek çalakiyan bû, wêrekî û fedakariya wî di serketina çalakiyan de diyarker bû. Hevrêyê me yê ku bi biryardarî bi ser çeperên dijmin de çû û bi bandor li dijmin xist, dizanibû ku her guleya diavêt li dîroka koletiyê ya gelê me dixist. Hevrêyê me ji ber vê yekê bi moral, coş û heyecanek mezin hewl dida ku beşdarî hemû çalakiyan bibe. Hevrêyê me bi fedakarî û taybetmendiyên xwe yên kedkarî bandor li ser hevrêyên xwe kir û ji wan re bû mînak. Hevrê Rûbar bi fedakariya xwe ya bêhempa û helwesta xwe ya dilnizm bû milîtanek Apoyî yê mînak.
Hevrê Şiyar li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Di sala 2017’an de berê xwe da çiyayên azad. Herêyê me di sala ku Rêber Apo dîl hate girtin de ji dayik bû û ev yek hişt ku bêhtir girêdayî Rêbertiyê bibe. Di noqteya ku dijmin digot me wan qedandiye de bi hezaran zarokên Kurd ên ji dayik bûbûn mezin bûn, geş bûn û bi hêrseke mezin a tolhildanê û azweriya têkoşînê meşiyan. Yek ji van ciwanan, hevrê Şiyar bû û heta dawiyê bi rêgezên xwe yên beşdarbûnê ve girêdayî ma. Armanca wî ya yekane azadkirina Rêbertî bû. Ji bo pêkanîna vê çi ji destên wî hatin kirin û ji bo bibe milîtanek hêjayî Rêbertiyê têkoşiya.” Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên gihîştine şehadetê wiha ne:
Dîlan Şîno (Mercan Dayi),li Wanê jidayîk bûye, 15’ê Mijdara 2019’an li Heftanînê şehîd bû.
Mazlûm Kobanê (Mahmut Mise), li Kobanê jidayîk bûye, 1’ê Hezîrana 2019’an li Zapê şehîd bû.
Armanc Şaruge (Bariş Oz), li Stenbolê jidayîk bûye, 2’ê Hezîrana 2019’an li Zapê şehîd bû.
Rûbar Newal (Resul Şems), li Makoyê jidayîk bûye, 3’ê Hezîrana 2019’an li Zapê şehîd bû.
Şiyar Kobanê (Ehmed Mahmud Cuma), li Kobanê jidayîk bûye, 29’ê Tebaxa 2019’an li Garê şehîd bû.
BEHDÎNAN















