Milîtana wêrek a mînak a YJA Starê
Çarşem 5 Mijdar 2025 - 03:55

- HPG-NRÇ'ê ragihand ku gerîla Dilzar Rêber Andok li herêma Qendîlê di dema perwerdeyê de ji ber qezayê şehîd bûye.
HPG-NRÇ'ê ragihand ku gerîla Dilzar Rêber Andok li herêma Qendîlê di dema perwerdeyê de ji ber qezayê şehîd bûye.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:"Hevrêya me Dilzar Rêber Andok 31'ê Cotmeha 2025'an li herêma Qendîlê di dema perwerdeyê de ji ber teqîna roketê şehîd bû. Em hevrêya xwe Dilzar a ku ji ber qezayê şehîd bû bi hurmet bi bîr tînin, di serî de malbata hêja ya hevrêya me sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Hevrêya me Dilzar li nava malbateke ji çand û kevneşpiya Kurd ji dayik bû. Hevrêya me sala 2015'an ji Amedê beşdarî nava refên gerîla bû. Piştî ku demeke kurt li Amedê perwerde dît, hînî jiyana gerîla û çiyê bû û bi rengekî çalak beşdarî nava pratîkê bû. Hevrêya me gihîşt wê şensê ku li Bakur gerîlatiyê bike û li qadeke girîng a weke Amedê bi qasî salekê pratîk kir. Hevrêya me tecrûbeyên xwe yên destpêkê û gelek detayên li ser jiyana gerîla li vê qadê wergirt, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Di demekê de ku heqareteke mezin li jinên Êzidî dihate kirin û destketiyên gelê me di bin êrişên giran de bû, ji bo wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih bîne derbasî herêma Mexmûr-Kerkûkê bû. Li vê derê li dijî DAÎŞ'ê têkoşiya, ji aliyê leşkerî ve şareza bû û bi wêrekiya xwe ya di şer de bû milîtaneke mînak a YJA Starê. Bi sekna xwe ya zelal û hevrêtiya xwe ya kûr a li ser xeta azadiya jinê di her karî de encam bi dest xist. Ji xwe re kir armanc ku pîvanên Îdeolojiya Rizgariya Jinê di kesayetiya xwe de temsîl bike û li ser xeta PAJK'ê gihîşt asteke girîng. Hevrêya me Dilzar ku herî dawî li herêma Qendîlê bû, kete dilê hemû hevrêyên xwe û weke gerîlayeke pispor tevkarî li pêşketina hevrêyên xwe kir. Bi hevrêtiya xwe ya xurt, bi jiyana xwe ya dilnizm, şarezabûna xwe ya leşkerî û sekna xwe ya li ser xeta PKK û PAJK'ê mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku ti carî neyê jibîrkirin. Hevrêya me Dilzar 31'ê Cotmeh 2025'an ji ber qezayekê şehîd bû. Em soz didin wê ku ala têkoşînê ya ku radestî me kiriye bi serketinê li ba bidin." Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ye ya şehîd bûye bi vî rengî ne:
Dilzar Rêber Andok (Rojbîn Sonmez), li Amedê jidayîk bûye, 31’ê Cotmeha 2025’an li Qendîlê şehîd bû.
BEHDÎNAN














