Hevrê Cemşîd dewama Egîdên Kurd bû
Sêşem 4 Mijdar 2025 - 03:55

- HPG-NRÇ'ê endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê Eyaleta Erzîromê Cemşîd Elî Esker bi rêzdarî bi bîr anî û got:"Hevrê Cemşîd dewama Egîdên Kurd bû ku gelekî bi wêrek û bêtirs bû."
 
HPG-NRÇ'ê endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê Eyaleta Erzîromê Cemşîd Elî Esker bi rêzdarî bi bîr anî. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:"Ewladê leheng ê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, fermandarê pêşeng ê Serfiraziya Kobanê ya Dîrokî, endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê Eyaleta Erzîromê hevrêyê me Cemşîd Elî Esker 14'ê Nîsana 2018'an li qada Gilîdaxê ya Serhedê şehîd bû. Em fermandarê xwe yê pêşeng hevrê Cemşîd bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin, di şexsê hevrê Cemşîd de soza xwe ya dilsozî û serketinê ya dane şehîdên xwe yên ezîz dubare dikin.
Hevrê Cemşîd weke bi hezaran hevrêyên me ku li hemberî komploya navneteweyî bedena xwe kirin çeper, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo sala 1999'an tevlî nava refên PKK'ê bû. Li ser xeta milîtaniya fedaî ya Apoyî xwe şareza kir û heta fermandariya tîm, taxim, herêm û eyaletê bilind bû. Ji ber pratîka xwe ya serketî, gerîlatiya xwe ya bi hostatî, sekna xwe ya fermandariya mînak û milîtaniya xwe ya şareza, her tim bi wezîfeyên mezin rabû. Bi kesayetiya xwe dilpak û sekna xwe ya li nava jiyanê fedaiyekî Apoyî yê esîl bû ku hînî me kir ku divê em çawa bijîn û têkoşîneke çawa ya şoreşgerî bimeşînin. Hevrê Cemşîd dewama egîdên Kurd bû ku bi rastî wêrek bû, bi tirsê nizanîbû. Ji roja ku tevlî bû heta bi roja şehadetê 20 salan bêrawestandin meşiya, ji sekna xwe ti carî tawîz neda, ji armanca xwe dûr neket, timî bi tempoyeke bilind pratîk kir û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Ciwanên leheng ên gelê Kurd wê bidin ser şopa Cemşîdan, têkoşîna wî mezin bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez pêk bînin ku armanca herî mezin a hevrê Cemşîd bû. Li ser vê bingehê em ji malbata hêja ya hevrê Cemşîd, ji xelkê me yê Kobanê yê berxwedêr û gelê Kurdistanê yê welatparêz hemûyan re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad a hevrê Cemşîd bi serketinê tacîdar bikin û ruhê wî şad bikin.
Lehengê berxwedana Kobanê
Hevrê Cemşîd li navçeya Bab a Helebê li nava malbateke ji eşîra Kêtikî ya welatparêz ji dayik bû. Ji bo komploya navneteweyî parçe bike û azadiya Rêber Apo pêk bîne di sala 1999'an de li gel pismamê xwe hevalê Soro - Fûat Mahmût tevlî nava refên PKK'ê bû. Hevalê Soro piştre di nava têkoşînê de 9'ê Adara 2006'an li qada Çiyayê Bizina yê Gabarê di çalakiya êrişê ya wêrek a li hemberî operasyona dijmin de dema ku çeper ji holê radikir di şer de şehîd bû. Di sala 2000'î de li Qendîlê beşdarî şerê parastinê bû, danhevî û agahiyên xwe li qada şer ceriband. Li dijî xiyanet û tasfiyekariyê li ser xeta milîtaniya Apoyî sekneke bêteredût nîşan da, di her kêliyê de têkoşîn bilind kir û ji xwe re kir esas ku ji kêliyê û demê re bibe bersiv. Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, li hemberî êrişên li ser Tevgera Apoyî û li dijî xiyanetkariya namerd pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û sala 2003'an derbasî Eyaleta Erzîromê bû. Ji sala 2003'an heta 2009'an li hemû herêmên Eyaleta Erzîromê kar kir. Di nava şert û mercên herî giran de bi îradeya fedaî ya Apoyî li pêş bû û veguherî fermandarekî ku bû hevrêyê hevrêyên xwe. Hevrê Cemşî sala 2009'an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, sala 2010'an li Akademiya Hakî Karer perwerde dît. Ji bo karibe li Bakurê Kurdistanê bersivê bide Şerê Gel ê Şoreşgerî yê sala 2012'an careke din derbasî Eyaleta Erzîromê bû. Vê carê weke endamekî Fermandariya Eyaleta Erzîromê wezîfe wergirt û bi çalakiyên bi bandor rola xwe bi xurtî bi cih anî. Sala 2014'an dema ku çeteyên DAÎŞ'ê û dewleta Tirk a dagirker êriş birin ser Kobanê, Tevgera Apoyî û gelê Kurd ê welatparêz seferberî ragihandin û berxwedana li Kobanê mezin kirin. Hevrêyê me Cemşîd jî ji bo nehêle xaka lê ji dayik bû di bin lingê çeteyên faşîst de bieciqe û gel bê qirkirin ji Erzîromê bi rê ket. Di asta herî krîtîk a Berxwedana Kobanê de li gel tîmek ji hevalên xwe ji Eyaleta Erzîromê tevlî Berxwedana Kobanê bû û bi roleke gelekî girîng rabû. Hevrê Cemşîd piştî Serketina Kobanê ya Dîrokî pêşengî ji pêngavên rizgarkirina qadên Minbic û Tebqayê re kir û tevkariyên mezin li Şoreşa Azadiyê ya Rojava re kir.
Li Serhedê çalakiyên bibandor kirin
Hevrê Cemşîd piştî ku mîsyona xwe ya ji bo parastina Şoreşa Azadiyê ya Rojava bi cih anî, sala 2016'an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Sala 2017'an li Ocaxa PKK'ê ya Sakîne Cansiz beşdarî perwedeyê bû. Hevrê Cemşîd piştî ku perwerde qedand weke Fermandarê Eyaleta Erzîromê hate tayînkirin û careke din berê xwe da bakur. Di pêvajoya derbasbûna Erzîromê de ji bahîza 2017'an heta bihara 2018'an li Eyaleta Serhedê ma. Li vê derê pêşengî ji lidarxistin çalakiyên bi bandor re kir û tevkariyên girîng kir. Li Glîdaxê 14'ê Nîsana 2018'an di encama êrişa dijmin de şehîd bû tevlî nava karwanê nemiran bû." Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Cemşîd Elî Esker bi vî rengî ne:
Cemşîd Elî Esker (Sûltan Mahmût), li Helebê jidayîk bûye, 14’ê Nîsana 2018’an li Serhedê şehîd bû.
BEHDÎNAN













