Kesayeta serketinê ava kirin

Duşem 3 Mijdar 2025 - 03:55

  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir û got:’’Nîşan dan ku bi helwesta xwe ya şoreşgerî ya di jiyan û şer de û bi gerîlatiya modernîteya demokratîk ku bi ruhê fedayî yê Apoyî hatiye pêçandin, dikarin çi bikin.”

HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kir:“Em têkoşerên fedaî yên Apoyî û hevrêyên xwe Sefqan Garzan, Rêvan Aslan, Bahoz Bagok, Argeş Tolhildan, Berxwedan Hesekê, Mîtan Agirî û Cîlo Çarçela yên di têkoşîna sala 2025’an de li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di berxwedana serdemê de cih girtine bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Dewleta dagirker a Tirk tevî êrîşên dermirovî jî li Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê şikestinek mezin xwar. Hevrêyên me erkên xwe yên dîrokî bi cih anîn û bûn nûnerên xeta fedaî ya Apoyî yên nayên jibîrkirin. Bi wêrekî, fedakarî û hewldanek bêhempa hemû erkên dan ser milê xwe bêteredût bi cih anîn. Hevrêyên me yên tevî derfetên kêm jî ti sînor nasnekirin û kesayeta serketinê di xwe de ava kirin, pîvanên milîtaniya fedaî yên Apoyî di lûtkeyê de temsîl kirin. Nîşan dan ku bi helwesta xwe ya şoreşgerî ya di jiyan û şer de û bi gerîlatiya modernîteya demokratîk ku bi ruhê fedayî yê Apoyî hatiye pêçandin, dikarin çi bikin. Em soz didin ku em ê mîrateya têkoşîna ku hevrêyên xwe Sefqan, Rêvan, Bahoz, Argeş, Berxwedan, Mîtan û Cîlo yên ku ji bo azadiya gelê me bê hesab têkoşiyan, ji me re hiştine bi serketinê tacîdar bikin û em hevrêyên xwe yên şehîd bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Li ser vê bingehê, em di serî de ji malbatên hêja ên hevrêyên me yên şehîd û ji gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û diyar dikin ku em ê hêjayî bîranîna hevrêyên xwe yên fedaî bin.

Temsîla rihê neteweya demokratîk

Hevrê Sefqan li navçeya Tetwan a Bedlîsê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Hevrê Sefqan piştî ku dibistana amadeyî ya Îzmîrê qedand, ji bo zanîngehê çû Manîsayê. Piştî sê salan li Manîsayê xwendin, beşa xwe li Wanê domand û li wir jî du salan xwend. Hevrêyê me bi vî awayî ji beşa endezyariya kîmyayê ya zanîngehê mezûn bû û li Wanê bi awayekî çalaktir tevlî têkoşînê bû. Di sala 2015’an de biryar da ku tevlî refên gerîla bibe. Hevrêyê me ji ber sekna xwe ya pêbawer di sala 2016’an de beşdarî Hêzên Taybet bû. Nêzîkî sê salan di tunelên şer ên herêma Girê Cûdî de li ser xeta fedaîtiyê têkoşînek bêhempa meşand. Hevrê Sefqan bi beşdariya xwe ya jiyanê, helwest û jêhatîbûna xwe ya leşkerî bawerî da hemû hevrêyên xwe, ti carî teredût nekir û bi coş û heyecan hemû xebatan meşand. Hevrêyê me bi vê taybetmendî û beşdariyê, xwe nêzîkî Rêber Apo hîs dikir û hestên mezin ên ku jiyaye kir sedema mezinkirina têkoşînê.

Hevrê Rêvan li Şirnexê di malbateke welatparêz a ji eşîra Cafirî de ji dayîk bû. Di sala 2013’an de bi tevlîbûna refên gerîla xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî. Hevrêya me piştre derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû û li wir tevlî berxwedana fedaî bû. Li vê herêma ku dijmin hemû teknîk, amûrên şerê taybet û çekên kîmyewî û nukleer taktîkî bi kar anî, bi fedaî li ber xwe da. Hevrê Rêvan, di aliyê manewî de xwe bi hêz hîs kir û armanca wê ya sereke ew bû ku hêjayî hevrêyên xwe yên şehîd û têkoşîna bêhempa ya Rêber Apo bibe. Hevrê Rêvan bû milîtanek YJA Starê ku ji hêla hemû hevrêyên xwe ve dihat hezkirin û rêzgirtin. Hevrê Rêvan di 20’ê Adara 2025’an de, dema ku li herêma Girê Cûdî erkdar bû, bi hevrê Sefqan re di êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû.

Hevrêyê me Bahoz li navçeya Midyad a Mêrdînê, ku sembola welatparêzî û girêdana bi nirxên xwe yên resen e, çavên xwe li jiyanê vekir. Hevrêyê me yê ku di dema Berxwedana Kobanê de, ku hemû cîhanê bi heyranî li wê temaşe kir û mînaka berbiçav a vîna Apoyî ya têkneçûyî ye, tevlî nava refên Partiyê bû. Hevrêyê me yê ku bi moralekî mezin derbasî qadên ku şer lê giran bû û pêwîstiyên serdemê bi cih anî. Hevrêyê me Bahoz ê ku bi israra xwe ya li ser lêdana dijmin bû mînaka milîtanekî Apoyî yê mînak, di her çalakiyeke ku tê de cih girt, bi îdîaya hilanîna tola şehîdên me şer kir. Bi wêrekî û hevrêtiya xwe ya xurt, her erka ku jê re hat dayîn bêkêmasî bi cih anî û mîraseke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt.

Hevrêyê me Argeş li Colemêrgê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me Argeş ê ku di sala 2019'an de li herêma Heftanînê tevlî nava refên gerîla bû. Bi israr û pêşniyara xwe ya xurt derbasî herêma Şehîd Delîl Zapê Rojava bû. Hevrêyê me Argeş ê ku di berxwedana efsanewî ya li vir de roleke mezin lîst, piştre derbasî qada Girê Bahar bû û li vir jî hêz da berxwedanê. Bi hemû hebûna xwe tevlî berxwedana ku di pêşengiya fermandarê me yê hêja Şehîd Mordem Çewlîk de pêş ket, bû û xwe bi temamî ji serketinê re feda kir.

Hevrêyê me Argeş ê ku di meha Nîsanê de dema ku bi hevrêyê xwe Berxwedan re li ser erka xwe bû, di êrîşeke dijmin de şehîd bû, ruhê fedayî yê Apoyî ku li herêma Şehîd Delîl Zapê Rojava careke din şênber bû, di kesayeta xwe de temsîl kir.

Hevrêyê me Berxwedan li Hesekê di nava malbateke Ereb, ji eşîra Cubur de hate dinê. Hevrêyê me Berxwedan ê ku coşa şoreşa li Rojava di dilê xwe de dijiya, difikirî ku divê ew jî di nava vê têkoşînê de cih bigire. Di destpêkê de biryara tevlîbûna hêzên azadiyê yên Rojava da. Ji ber ku ji xizmên wî yên nêz jî gelek tevlîbûn û şehadet di nava refên azadiyê de hatin jiyîn, hevrêyê me Berxwedan gihîşt wê biryardariyê ku têkoşîna xwe mezin bike. Li ser vê bingehê berê xwe xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me yê ku tevî hemû rêbazên şerê taybet ê dijmin, çekên kîmyewî yên ku bikar anî û hemû ne gengaziyan, îradeya Apoyî di xwe de şênber kir, bi vî awayî bersiva herî watedar da dijmin.

Hevrêyê me Mîtan li Rimêlanê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me yê ku ji eşîra Ereb a kevnar Begara bû, bi çanda kûr û dewlemend a gelê Ereb mezin bû. Di sala 2021'an de gihîşt biryardariya tevlîbûna çalak a têkoşînê û bû şoreşgerekî profesyonel. Hevrêyê me yê ku ji şehadeta pismamê xwe Mazlum Berxwedan - Hesen Salîm Selmo di Berxwedana dîrokî ya Zapê de bandor bû. Hevrêyê me yê ku xwest derbasî çiyayên Kurdistanê bibe û tevlî karên Hêzên Taybet bibe, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Mîtan ji bo tevlîbûna karên Hêzên Taybet pêşniyar kir, pêşniyara wî hate qebûlkirin. Bi wêrekiya xwe, bû sedema lêdanên giran ên li dijmin û di hewldana hilanîna tola hevrêyên xwe yên şehîd de bû.

Hevrêyê me Cîlo li Reqayê di nava malbateke welatparêz a ji eşîra kevnar a Egêdat de hate dinê. Hevrêyê me Cîlo yê ku ji tevlîbûna xwişka xwe û xizmên xwe yên nêz di nava hêzên azadiyê de demekê kurt piştî rizgarkirina Reqayê bandor bû. Piştî şehadeta hevrêyê Şehîd Cîlo yê ku pê re têkoşîn dikir li herêma Eyn Îsa, hevrêyê me yê ku ji bo pêkanîna vê armancê ket nava lêgerînan, bawer kir ku ew dikare vê yekê herî baş li çiyayên Kurdistanê pêk bîne û li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla bû. Dema derbasî herêma Şehîd Delîl Zapê Rojava bû, şahidiya berxwedana ku li vir dihat jiyîn kir. Di vê pêvajoyê de ku dijmin bi bikaranîna hemû îmkanên xwe hewl dida berxwedanê bişkîne, bi îradeya Apoyî bersiv da, bi tevlîbûna xwe di gelek çalakiyên li dijî dijmin de, karî bersiva pêwîst bide.” Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên gihîştine şehadetê wiha ne:

Sefqan Garzan (Agit Akgun), li Bedlîsê jidayîk bûye, 20’ê Adara 2025’an li Zapê şehîd bû.

Rêvan Aslan (Bêrîvan Katar), li Şirnexê jidayîk bûye, 20’ê Adara 2025’an li Zapê şehîd bû.

Bahoz Bagok (Recep Ûnus), li Mêrdînê jidayîk bûye, 4’ê Çileya 2025’an li Zapê şehîd bû.

Argeş Tolhildan (Veysî Aktaş), li Colemêrgê jidayîk bûye, Nîsana 2025’an li Zapê şehîd bû.

Berxwedan Hesekê (Omer Herdan), li Hesekê jidayîk bûye, Nîsana 2025’an li Zapê şehîd bû.

Mîtan Agirî (Salim Selmo), li Rimêlan jidayîk bûye, 13’ê Sibata 2024’an li Zapê şehîd bû.

Cîlo Çarçela (Xelîl Suleyman), li Reqa jidayîk bûye, 4’ê Çileya 2025’an li Zapê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.