Provokasyona selefiyan a li Amedê

Çarşem 5 Mijdar 2025 - 03:35

Di şeva 1ê Mijdarê de li navçeya Sûrê ya Amedê, komeke ji nêzî 20 kesên selefî ango olberest pêk dihatin êrişî mala ku sê jin lê dimînin kirin. Jina êriş lê hate kirin wiha qala bûyerê kir: “Heta ez çûm hindik mabû bikevin hewşê dîsa min gotê hûn kî ne çi dixwazin, gotin ‘hûn li vir alkol vedixwin, fihûş dikin’ tiştên nexweş gotin. Em hemû matmayî man, em ne li benda tişteke wîsa bûn. Her wiha berî bikevin hewşê korîdorek heye di wê korîdorê de gengeşeyek çêbû. Kesekê digot ‘ez ê herim li hundir bigerim dixwest biçe û tiştek bibine. Min got ‘ez nahêlim hûn bikevin hundir hûn vê saetê 15-20 mêr hatine erîşê sê jinan dikin û hin anha me di tirsînin em naxwazin hûn bikevin mala me.’ Wê demê hezkir bikeve hundir û milê min girt ez dehf dam lê paşê xwîşka min ket navberê. Wê demê mêrekê pehênek li rûyê xwişka min da û erişî me her duyan kir. Piştî wê min got ‘Li we xêr e hûn dawa çi dikin?’ Gotin ‘em we li taxa xwe naxwazin, rojek wextê we heye hûn neçin hûn dizanin çi tê serê we’. Paşê me ew derxistin û derî girt.”

Xwestin me bikujin

Jinan da zanîn ku gava bûyer qewimî ceyran jî çûye, piştî wan ew kes ji malê derxistin jî qasî 15 deqîqeyan ceyran nehat û wiha axivîn:“Bi rastî em gelek tirsiyan û em bişans in ku wê şevê tiştek bi me nehat, ji ber ku di dawiyê de destê xwe kir berîka xwe de, xwîşka min got min li cem wan kêr dîtiye. Îhtîmaleke mezin ji bo me qetil bikin hatibûn. Piştî ew çûn em li polîsan li hevalên xwe gerîyan, polîsan got ‘ew kes niha li wir in’ me got ‘na’. Gotin ‘temam heke hûn bixwazin werin qereqolê’. Em dibêjin van kesan erişî me kirine em nikarin derkevin derve ew dibêjin ‘werin qereqolê’. Welhasil nehatin ekîbek şandin em çûn qereqolê me îfade da û dû re em çûn nexweşxaneyê me rapora lêdanê stend.” Jinan anî ziman ku dema di 2’ê Mijdarê de jî derketin li ser Cadeya Melîk Ahmet a navçeya Sûrê ew kesên êrişî mala wan kirin dîsa derketin pêşiya wan û bûyera wê rojê qewimî wiha vegotin:“Yekî pîr hebû di nav wan de, dîsa 9-10 kes bûn. Pêvçûnek çêbû, xwestin dîsa erişî hevalê me bike, saet li nîvro bû nê pêkane jî ku polîs nezane kî ne, baş dizanin. Piştî min ew kes dît in, min gazî polîsan kir. Polîsan got ‘temam em ê ekîbek bişînin.’ Paşê ji qerekolê nimreyek li me geriya gotin ‘me du kes dîtine hûn ê werin wan tespît bikin.’ Yanî ew tişt nehatibûya serê me ji bo diyarkirina wan kesan jî li me ne digeriyan û xelkê taxê jî wan baş nas dikin, dizanin ka kî çi ye û çi karî dikin. Lê niha me ji wê komê du kes diyar kirin êdî ka lêdigerin nagerin em nizanin.”

Êrişa Roja Kobanê ya Cîhanî

Jinan destnîşan kir ku ev bûyera bi serê wan hatiye, bûyereke civakî ye, azadiya jinan asteng dike û di berdewama axaftina xwe de wiha gotin:“Yekê mehê Roja Kobanê ya Cîhanê bû. Di vê roja girîng de êrişî me kirin. Berî erişê hatine mal tespît kirine, me du caran ew qelebalix li ber derî dît. Roja din hatin erişî malê kirin.” Jinan da zanîn ku ji bo vê meseleyê çareser bikin bi Konseya Bajêr a Amedê, DEM Partî, TJA, Komeleya Jinan a Rosayê, KASED, şaredariyê re axivîne û serî li Şaxên ÎHDê û OHDê yên Amedê û Baroya Amedê dane û gotin:“Em jî dixwazin piştgrîyek ji raya giştî çêbibe êdî bila gel bi van tiştan bihese. Bi rastî kesek dengê xwe nake ez çend sal in li Surê me ez bi çavên xwe dibînim yên hatiye serê hevalên me, serê kesên ku kafeyên wan hene. Heta carekê êrişî kafeyeke li Saraykapiyê kirin. Piştî êrişê xwediyê kafeyê reviya û çû. Nebû rojev jî. Gefê li hin kafeyên din jî dikin lê kes newêre tiştekî bêje. Dema wîsa dibe her der bi bandor dibe û berfirehtir dibe. Ez bi kîjan hevalên xwe yên li Sûrê re diaxivim dibêjin ‘Selefiyan êrişî me jî kirin e’ Her tim gefan li zarokan û ciwanan dixwin. Em nikarin bi awayekî azad herin ser sûran û li Sûrê bigerin. Niha li gelek deverên Sûrê ew kesên xwe wek ‘hîzbûllah û selefî’ didin naskirin hene.” Jinan bal kişand ser têkoşîn û berxwedana ku di sala 2016an de li Sûrê pêk hat û gotin:“Ew têkoşîn ji bo çi çêbû? Ji bo ku em vê derê radestî wan bikin? Na. Helbet ji bo vê axê şer çêbû. Niha ev kes meydanê vala dîtine û erişî me dikin. Em dengê xwe dikin, lê gelo piştî em bên kuştin wê deng bê derxistin? Em vê naxwazin û daxwaziya me ew e ku beriya bûyerên wiha biqewimin çareseriyek were peydakirin.” Jinan xwest hunermend, rojnameger, saziyên jinan, saziyên sivîl ên civakî ji wan re bibin deng û çareseriyeke bingehîn çêbibe. Jinan herî dawî destnîşan kirin ku ew ê li dijî van êrişan li ber xwe bidin.

AW/FEXREDÎN KILIÇ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.