Li Amedê bi 5 zimanan qurs

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 9 Sibat 2026 - 01:35

Daîreya Çand, Huner û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya hewldanên xwe yên perwerdehiyê yên ji bo piştgiriya pirzimanî û cihêrengiya çandî qursên ziman ên nû dest pê dike. Qurs wê ji bo kesên temenên wan di ser 16 salî û jortir re bin. Qursên nû wê bi Kurmancî bi zaravayên Kurdî; Kurmancî, Zazakî û Soranî bên dayîn. Her weha wê qurs zimanê Ermenî û Suryanî jî di nav xwe de bigirin. Ji bo Kurmancî, perwerde dê di asta destpêkê û her weha astên A1, A2 û B1 de were dayîn. Qursên Zazakî jî di astên A1, A2 û B1 de hatine plankirin, di heman demê de kursên Ermenî wê di A1 û A2, Suryanî li A1 û Atolyeya Soranî li asta A1 bin. Ji bilî qursên ziman, di dema nû de Atolyeya Xwendin û Nivîsandina Kurmancî jî wê were lidarxistin. Serlêdanên ji bo qursan ku hemû jî belaş in, dikarin di navbera 7 û 16'ê Sibatê de bi rêya malpera dismek.diyarbakir.bel.tr werin kirin.

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.