Em ê komployê vala derxin

Duşem 16 Sibat 2026 - 03:00

Şervana YPJ’ê Nalîn Nîdal, diyar kir ku li hemberî êrîşên ku dewamiyaa komploya navneteweyî ne, hêzên YPG û YPJ’ê bi baweriya xwe ya ji bo Rêber Apo li ser piyan mane û got: “Ev 15’ê Sibatê yê duyemîn e û em ê vê yekê vala derxin.”

Di 27’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo de, dema ku çalakî û daxuyaniyên gelê Kurd li qadên cuda berdewam dikin, şervanên azadiyê jî bi peyamên xwe komplo şermezar kirin.

Şervana azadiyê ya YPJ’ê Nalîn Nîdal a li eniya gundewarê bajaroka Zirgan a Hesekê axivî, diyar kir ku ew têkoşîna xwe ya li dijî êrîşên li ser Tevgera Azadiyê û gel didomînin. Nalîn Nîdal anî ziman ku ew bi helwesteke xurt û bi baweriya ji pêvajoya ku Rêber Apo dimeşîne tevdigerin û got: “Êrîşên ku îro bi piştgiriya hêzên hegemon û bi pêşengiya HTŞ’ê tên kirin, rasterast dewamiya Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ne.”

Nalîn Nîdal got: “Her çend ev êrîş bi destê HTŞ’ê tên kirin xuya bibe jî, li pişt wan gelek hêzên navneteweyî û herêmî yên dijberî me hene. Ev, wekî ku Komploya 15’ê Sibatê ya duyemîn e. Wek hêzên YPG û YPJ’ê hedefa me ew e ku em vê komploya nû vala derxin. Ya ku li hemberî hemû êrîşan me li ser piyan digire, baweriya me ya bi Rêberê me ye. Her êrîşeke li ser Rêbertiyê, di heman demê de êrîşek e li ser gelê me ye.” Nalîn Nîdal diyar kir ku ew ê li hemberî van êrîşan heta dawiyê li ber xwe bidin û biryardariya xwe ya di têkoşîna azadiyê de anî ziman.

ANF / HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.