Ji bo piştgiriya Rojava meş: Rojava berxwedan e
Sêşem 3 Sibat 2026 - 03:37

Di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê meş hatin lidarxistin. Kesên tevli meşê bûn peyama dewamiya yekîtiya Gelê Kurd dan.
Bi bangewaziya Platforma Saziyên Demokratîk re di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re, li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê meş hatin lidarxistin. Li Amedê jî gel li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê civiya û heta taxa Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû meşiya.
Di meşa ku ku bi şîara “Rojava berxwedan e, azadî ye” hate lidarxistin de, girîngiya yekîtî û hevgirtina gelê Kurd hate ziman.
Welatiyên ku beşdarî meşê bûn axivîn.
Gulşen Demîr: “Hûn dizanin, îro Roja Piştgiriya Rojava ye. Hemû Kurdistan û gelên cîhanê îro ji bo Rojava rawestiyane. Demek e êrîşên giran li ser gelê Rojava hene. Em li gorî paradîgmaya Rêber Apo afirandiye dixwazin van êrîşan têk bibin. Ji ber vê yekê hemû jinên li cîhanê dengê xwe bilind bikin. Em tu êrîşên li ser Rojava qebûl nakin. Em bi gelê xwe yê Rojava re ne. Bi taybetî dixwazin korîdorên alîkariyê bên vekirin.”
Ramazan Aktaş: “Armanca me tenê yekîtiya me ye. Îro em ji bo yekîtiya xwe li qadan in. Em azadiya gelê Kurd û li Rojava federasyonek dixwazin. Ji vir bang li hemû cîhanê dikin: Li kêleka gelê Kurd bin.
Arzu Karaman: “Ji bo êrîşên li ser Rojava rawestin îro em li qadan civiyan. Em dixwazin alîkariyên hatine berhevkirin bigihîjin Rojava. Dewleta Tirk divê zû sînor veke. Em ji bo azadiya Rêzdar Apo û gelê Rojava têdikoşin. Îro çar parçeyên Kurdistanê yek bûne û xwedî li Rojava derdikevin. Bang li hemû gelê xwe dikim: Em hemû bi hev re xwedî li Rojava derkevin.”
Mahmut Yildiz: “Tirkiye divê zû ji vê şaşitiyê vegere û deriyên sînor veke. Gelê Rojava tenê aştiyê dixwaze. Eger dewleta Tirk bi rastî ji dil be, divê sînoran veke. Em ê mafên gelê Kurd biparêzin. Em ê destûrê nedin ku gelê me yê li Rojava bê qetilkirin.”
ANF/AMED










