Xebata ‘Sêva Mêxekrêj’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 10 Sibat 2026 - 02:00

Li Kreş û Mala Lênihêrtinê ya Xalxalok û Perperikê ya girêdayî Gerînendetiya Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Peyasê, perwerdehiya pirzimanî didome. Di heman demê de, xebatên ji bo parastin û gihandina mîrateya çandî ya Kurdî jî pê re girêdayî berdewam dikin. Di çarçoveya xebatên çandî de li her du kreşan xebata “Sêva Mêxekrêj” a remza evîn, dilsozî û aştiyê, hat kirin û ev çand ji zarokan re hat parvekirin.

Di çalakiyê de, zarokên kreşê di bin rêveberiya mamosteyên xwe de bi malbatên xwe re sêvan bi qûrnefîlan xemilandin. Kevneşopiya bi sedan sal in di çanda Kurdî de wek diyariyeke evîndariyê tê naskirin, bi awayekî xweş hate pêkanîn. Zarok bi destên xwe sêvên sor bi qûrnefîlan xemilandin. Xebat armanc dike ku zarok di mijarên jêhatîbûnên destan, nirxên çandî ve girêdan, hevgirtin, dilovanî û aştiyê de pêş bikevin.

Berpirsiyarên zarokistanê diyar kirin ku çalakiyên bi vî rengî ji bo xurtkirina hestên girêdayîbûn û nasnameya çandî pir girîng in û gotin:“Armanca me ne tenê perwerdehiyeke baş e, di heman demê de em dixwazin zarokên xwe bi nirx û kevneşopiyên çandî yên xwe re rûbirû bikin û wan zindî bihêlin. Sêva Mêxekrêj yek ji wan sembolan e ku bi awayekî herî xweş evîn û aştiyê îfade dike û di erdnîgariya me de cihê xwe yê taybet digire.”

Ev çalakî ne tenê kêliyeke perwerdeyî bû, lê di heman demê de gaveke girîng bû ji bo veguhestina mîrateya çandî ji nifşekî ber bi nifşekî din ve bê vegûhestin. Zarok bi kêfxweşî beşdarî çalakiyê bûn û bi saya vê kevneşopiyê, bêhna evîn û aştiyê li zarokistanê belav bû.”

AW/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.