Wezîfeya Kurdan pêşengî ye

Pêncşem 19 Kanûn 2024 - 03:15

  • Hêlîn Umît destnîşan kir ku di derketina ji kaosa Rojhilata Navîn de gelê Kurd xwedî wezîfeya pêşengiyê ye û got: Artêşa dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide şoreşa Rojava bifetisîne.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît beşdarî bernameyeke taybet a Medya Haber TV bû û bûyerên li Sûriyeyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Hêlîn Umît bi bîr xist ku li Sûriyeyê bûyer gelekî bi lez qewimîn û got:"Rejîma Sûriyeyê, desthilatdariya Esad, malbata Esad, xanedaniya Esad xwe dispart hevsengiyên li herêmê. Bêguman her hêzek ku dixwaze li ser civakê xwedî bandor be divê pê re li hev be. Ev ne tiştek e ku cara yekê ye me gotiye. Tevgera me zûde tespît, rexneyên bi vî rengî dikir û têkoşîna xwe jî li holê ye." Hêlîn Umît anî ziman ku mîna analîzên tevgera wan li ser netewe dewletên hişk; Tirkiye, Iraq, Îranê kir, li ser Sûriyeyê jî timî gotin, divê Sûriye demokratîk bibe.

Pêwîstî bi sîstema demokratîk heye

Di dewama nirxandina xwe de Hêlîn Umît got:"Tê gotin, 'vaye desthilatdariya Elewî çû, desthilatdariya Sûnî kete şûna wê. Esad çû li Sûriyeyê hemû pirsgirêk çareser bûn. Sûriye êdî azad bû'. Pênaseya azadiyê pênaseyeke welê hêsan nîne. Ne pênaseyeke welê ye ku bi guherîna desthilatdariyekê bê gotin.

Ji vê wêdetir pêwîstî bi sîstemeke demokratîk heye ku gel bi hev re çanda jiyanê ava bikin, xwe bigihînin neteweya demokratîk û li ser bingeha demokratîk netewe bigihêje hev. Mînak, nîqaşên niha têne kirin di vê çarçoveyê de nînin."

Kes çeperên xwe bernade

Hêlîn Umît işaret bi rewşa Îsraîlê kir û got:"Li herêmê di karakterê hegemonîk de ye, hewl dide xwe ava bike. Niha hêzên nû radibin dibêjin, em yekparebûna Sûriyeyê dixwazin. Niha li Efrînê hîn jî hêzên dagirker hene. Têkildarî vê yekê heta niha daxuyaniyeke bi tenê jî nîne. Li Serêkaniyê wê dagirkerî bi dawî bibe? Kurdan li hemberî êrîşên komkujiyên yên DAÎŞ'ê 10 hezar şehîd dan. Li hemberî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk her roj şehîdan dide ev gel. Ji bo YPG, QSD'ê dibêjin wê bêçek bibin. Ji destpêkê ve nîqaşkirina vê yekê bi rastî jî mirovan dixe nava gumanan e. Mînak wê rewşa jinan çi be? YPJ hêza parastina jinan e. Pozîsyona Jolanî û koma wî ya li hemberî jinan çi ye? Bi danîna du jinan li kêleka xwe mafên jinan nayê garantîkirin. Bi avakirina vîtrînê ev yek pêk nayê. Mînak gelên Xiristiyan. Belê dibe ku îro li dêrê dua hatibe kirin. Em ê ji ku zanibin ku ev ji bo xapandinê ye yan na. Wê demê heta ku meclîseke demokratîk neyê avakirin, heta ku mafên komî, mafên civakî, mafên şexsî di destûra bingehîn de neyên diyarkirin, kes çeperên xwe yên berxwedanê naterikîne. 

Niyeta Tirkiyeyê dagirkerî ye

Têkildarî helwest û nêzîkatiya dewleta Tirk a ji niha û pê ve Hêlîn Umît got:"Rêveberiya niha li Sûriyeyê hîn rewa nîne. Neteweyên Yekbûyî gelekî bi baldarî tevdigere. Hêzên li herêmê bi baldarî tevdigerin. Lê belê Tirkiye bi lez û bez hewl dide cihekî bi dest bixe. Êrîşên li ser Şoreşa Rojava li ser vê bingehê ji aliyê Tirkiyeyê ve têne birêxistinkirin. Bi serketinên sexte civaka Tirkiyeyê dixapînin. Wê karên îstîxbaratê zêde bikin. Îstîxbarat di heman demê de tê wateya şerê taybet. Di hilweşînê de bû xwedî roleke cidî. Niha jî radibe dibêje ew der hilweşiya, ez ava bikim. Bi mêtingeriya aborî û leşkerî dixwaze heta jê bê qadê bi dest bixe."

Kurd pêşengiyê dikin

Hêlîn Umît destnîşan kir ku di derketina ji kaosa Rojhilata Navîn de gelê Kurd xwedî wezîfeya pêşengiyê ye û got:"Artêşa Tirk, dewleta Tirk ku hewl dide şoreşa Rojava bifetisîne. Gelekî girîng e ku Kurd bi yekîtî, bi yekîtiya neteweyî tevbigerin. Her wiha divê em karibin bi gelên ku bi hev re dijîn jî tevbigerin. Dost, hêzên demokrasiyê, sosyalîst, hêzên sosyalîst di vê demê de divê hîn bêhtir bikevin bin bar. Divê hîn çalak bin, înîsiyatîfan ava bikin, bikevin nava liv û tevgerê."

Em di qonaxa çarenûsaz de ne

Hêlîn Umît ji bo Rojava bal kişand ser girîngiya amadekariyên ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî û got:"Şerê Gel ê Şoreşgerî stratejiyeke şer e ku gel bi xwe şer dike. Pêşeng wê hebin. Wê pêşengiyê ji wî şerî re bikin, rê nîşan bidin, rêbazan biafirîne.

Li Rojava jî li ser bingeha stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî ji 7 heta 70 salî divê her kes li ber xwe bide, têbikoşe, helwesteke bi vî rengî nîşan bide. Ji xwe peyamên têne dayin jî bi vî rengî ne. Di hevpeyvînên gel de yên li Rojava em vê îrade û biryardariya gelê xwe dibînin. Divê ev yek dewam bike. Bêguman divê em çeperên xwe hîn baş biparêzin. Hîn bi xurtî têbikoşin. Em di demeke welê de ne ku çarenûsê diyar dike."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.