Ew ê encamên zextê giran bin
În 29 Mijdar 2024 - 03:15
- Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ji gerîla re axivî û got: Eger polîtîkayên zextê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li dijî Rêber APO bidawî nebin, wê encamên wê giran bin.
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan, bi wesîleya salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê, bang li Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kir. Karayilan ji xeynî wate û girîngiya PKK’ê ya ji bo gelê Kurdistanê û gelên herêmê, bal bire ser mijarên siyasî yên di rojevê de jî û wiha got:’’Em bi navê tevahî gerîlayên azadiya Kurdistanê 46’emîn salvegera partiya me, li kedkarê mezin û avaker Rêber Apo pîroz dikin. Silav, rêzdarî û dilsoziya xwe pêşkêş dikin. Em salvegera partiya me, li tevahî gelên Kurdistanê, gelên herêma Rojhilata Navîn, li dostên gelên me, li dayikên şehîdan, li tevahî dilxwaz, xebatkar, li tevahî kadroyên PKK’ê pîroz dikin. Di sala 47’emîn de em ji bo her kesê serketinê dixwazin.
Dewleta Tirk pirr ditirse
Bi taybetî jî di van 9 salên dawî de, weke tê zanîn dewleta Tirk bi konsepteke nû û dîsa bi piştgiriya ku ji hêzên derve wergirtî, bû xwediyê teknîkên curbe cur û ji xeynî teknîk û îstixbaratê, bi rêya hevkarên Kurd jî li dijî me şerekî topyekûn îlan kirin. Ji hêzên derve alîkarî girtin; ji hevkarên Kurd alîkarî girtin; gazên kîmyewî û hetta çekên taktîk nukleer bi kar anîn. Lê belê weke esas, xwestin vî şerê nû bi sîstema li Îmraliyê, bixin meriyetê. Bi sîstema ku li Îmraliyê meşandîn re, xwestin Rêber Apo bêbandor bikin û gav ber bi paş ve pê bidin avêtin. Lê li dijî van hemû êrîşan, di serî de sekin û berxwedana ku Rêber Apo li Îmraliyê raber dike; dîsa berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd a li hemû Bakurê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û hemû parçeyên Kurdistanê, pêşî li armanca dijmin girtiye. Vê rewşê, bi xwe re krîzeke civakî, siyasî û ekonomîk a kûr aniye. Ji bo vê yekê, rejîma AKP-MHP’ê tengasiyekê dijî. Lê belê bêencam man, bi ser neketin û krîzên di nava sîstemê de kûr bûn. Ji aliyekî din ve Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku navendê wê Rojhilata Navîn e, her ku diçe mezintir dibe. Ev şer ji salekê zêdetir e berdewam dike û hêzên navneteweyî yên sermayedar dixwazin bi rêya vî şerî herêma Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li hemberî rewşa heyî gelekî ditirse û bifikare. Ya yekem ew e ku nekarî tevgerê tasfiye bike û tevgerê jî mewziyên xwe parast; ya duyem jî îhtîmala ku tevger dikare ji derfetên ku li Rojhilata Navîn derkeve holê sûd werbigire û îhtîmala pêngavên nû. Ji bo vê yekê niha ji bo pêşîlêgirtina geşedanên bi vî rengî, di nava hewldanekê de ye.
Tu peyam negihiştine tevgera me
Bangên ku ji aliyê Devlet Bahçelî ve tên kirin jî yek ji van rêbazan e. Piştî van bangan gelek kes û derdor matmayî bûn. Ji ber ku Bahçelî heya niha bi awayekî tund li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê derdiket. Li hemberî vê kiryara Bahçelî rêveberiya Tevgera me, hemû pêkhateyên têkoşîna azadiyê û saziyên têkoşer ên cuda daxuyanî dan û dan zanîn ku aktorê sereke yê çareseriyê Rêber Apo ye. Hin derdorên çapemeniyê û qelemkêşên nêzî desthilatdariyê jî, nûçeyên derewîn xistin rojevê. Gotin ku Rêber Apo ji PKK’ê re peyam şandiye lê belê PKK’ê qebûl nekiriye. Em bi awayekî zelal diyar bikin: Tevî ku heya niha ji bilî peyama piştî hevdîtina Rêber Apo ya li gel Omer Ocalan bi raya giştî re hatî parvekirin, tu peyamên Rêbertî negihiştine Tevgera me; Ji aliyê dewleta Tirk ve jî tu peyam nehatine şandin. Eşkere ye ku dewleta Tirk gotinên Bahçelî, weke taktîkên şerê taybet dinirxîne. Qala xwişk-biratiya dîrokî kirin. Tayînkirina qeyûm a li şaredariyan, êrîşeke li dijî îradeya gelê Kurd e. Dîsa êrîşên li dijî hêzên gerîla dewam dikin. Her roj Tayyîp Erdogan gefê li Rojava dixwe; xwe ji bo êrîşeke li ser Rojava amade dikin. Eşkere ye ku tişteke wiha li holê nîne.
Azadiya Rêber APO di rojevê de ye
Devlet Bahçelî azadiya Rêber Apo anî rojevê. Ev mijarekî girîng e. Ev di heman demê de qebûlkirinek e. Îro di çapemeniya Tirkiyeyê de, azadiya Rêber Apo tê nîqaşkirin. Berê tenê çapemeniya Kurd nîqaş dikir; îro hemû Tirkiye û cîhan nîqaş dike. Êdî ji vir vegerîn nîne. Ev pêşketineke li ser esasê têkoşîn û demeke dirêj e. Bi taybetî rola kampanyaya kûreyî ya di sala dawî de pêk hatî û berxwedanên salên dawî, heye. Eger em têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê û gelên herêmê hîn xurttir bikin, wê encamên mezin bên wergirtin. Di vê demê de tişta kêfxweşî dide mirov, hevdîtina bi Rêber Apo re ye. Têkildarî tenduristiya wî, gotin û fikarên curbe cur hebûn. Lewma çûyîna Omer Ocalan a li gel Rêber Apo, tiştekî baş bû. Helbet nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye. Tecrîd dewam dike û ji xwe Rêber Apo jî di peyama xwe de, diyar dike ku tecrîd dewam dike. Em car din dibînin ku Rêber Apo bi sekneke pir bi wate û dîrokî, li ser navê gelên me têkoşîneke pir girîng dimeşîne, bareke giran girtiye ser xwe. Ji bo serketinê divê her kes destê Rêber Apo xurt bike.
Heta qirkirin hebe gerîla jî heye
Derdê dewleta Tirk gerîla ye. Gerîla li dijî siyaseta qirkirinê bi rê ketiye. Li Kurdistanê siyaseta qitikirin û qirkinê heye û gerîla jî li dijî vê yekê derketiye û çek rakiriye. Em niha lê dinêrin; hin Kurd jî hema weke dijminê gelê me diaxivin. Bê guman ev yek tiştekî şaş e. Çimkî ger gerîla û têkoşîna çekdarî nebe, dewleta Tirk silavekê jî nade Kurdan. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li her çar perçeyan hêza garantor a hemû gelê Kurd e. Gerîla ne tenê hêzeke çekdarî ye. Gerîla xwedî mîsyoneke îdeolojîk, siyasî û dîrokî ye. Ji ber wê yekê bi qasî ku ev talûkeyên li ser gelê me dewam bikin, wê gerîla jî tim hebin. Kesên ku di vê mijarê de şaş difikirin, divê rastiyan bibînin.
Çalakiya TUSAŞ’ê ji bo me pîvan e
Çalakiya hevrêyên me Asya û Rojger ya li dijî TUSAŞ’ê ya di 23’yê Cotmehê de yek ji çalakiya serketî ya têkoşîna me ye. Wan karî bi wê afirînerî, jêhatî, wêrektî û ruhê xwe yê serkeftinê xwe bigihînin navenda dijmin. Bêguman ev yek çalakiyeke îdeolojîk e û di warê leşkerî de jî çalakiyeke astbilind e. Sekna hevrêyên me Asya Alî û Rojger Helîn ji bo me ji her aliyî ve pîvanek e. Her wiha di warê leşkerî de jî derbên giran li dijmin xistin. Li gorî daxuyaniyên dijmin bi xwe jî 74 deqîqeyan li ber xwe dane û şer kirine û wisa xwe gihandine nemiriyê. Ev yek ji aliyê îdeolojîk û sekna ruhî ve û ji aliyê leşkerî ve pîvanek e. Divê em li ser nameyên hevrêyên Asya û Rojger zêdetir kûr bibin ku her yek weke manîfestoyekê ye. Divê em sekna wan ji bo xwe bikin têkoşîn û terzê jiyanê. Fermana ku fermandarên me yên pêşeng, hevrêyên me Asya û Rojger bi vê çalakiya xwe dane me, ev e.
BEHDÎNAN