Li Liverpoolê şeva Çanda Kurd
Sêşem 16 Kanûn 2025 - 01:45

Bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Liverpoolê şeva Çanda Kurd hate lidarxistin. Çalakiyê ku beşdariyeke girseyî lê hebû, bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê destpê kir. Hevberdevkê Dîplomasiyê yê Civak Azad a Brîtanyayê Seyîd Pirsûs destpêkê axivî. Pirsûs anî ziman ku berxwedana dîrokî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi berdêlên giran dewam dike. Pirsûs bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û destnîşan kir ku ev daxwaz ji bo perspektîfa civaka demokratîk û aştiyê ya li Rojhilata Navîn gelekî girîng e. Pirsûs bang li raya giştî ya navneteweyî kir û ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga mezinkirinan têkoşînê kir. Piştî axaftinê hunermend Lokman Cizîrî derkete ser dikê û bi berhemên xwe bal kişand. Koma Dengê Botan piştre derkete ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir. Di şahiyê de helbest jî hatin xwendin. Li gel gerandina govendê tim û tim dirûşmên "Bijî Serok APo", "Şehîd namirin" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn. Şev bi atmosfera xurtkirina ruhê têkoşînê û yekîtiyê bi dawî bû.
ANF/LÎVERPOOL















