Cudahiya PKK'ê nêzîkatiya li jinê ye
Duşem 1 Kanûn 2025 - 10:45

- Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat, diyar kir ku cudahiya PKK'ê ji tevger an jî serhildanên din ên Kurd nêzîkatiya wê ya li hember jinê ye û got partiyeke welê ye ku bawer dike, şoreşa li Kurdistanê bi azadiya jinê pêkan e.
Endama Koordînasyona PAJK'ê (Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê) Evîndar Ararat, bi wesîleya salvegera 47’emîn a damezrandina PKK'ê ji ajansa me re nirxandin kir. Evîndar Ararat, destnîşan kir ku PKK’ê ji hemû tevgerên din ên Kurd cuda ye û got ku sedema vê cudahiyê nêzîkatiya wê ya li hember jinê ye. Evîndar Ararat, anî ziman ku Rêber Apo li ser esasê zemîna gel têkoşîna xwe meşand û got ku partiyê veguherand avahiyeke ji gel. Evîndar Ararat, da xuyakirin ku kadroyên PKK’ê bi saya îradeya xwe ya xurt a li ser bingeha heqîqetê, bûye hêzek ku tu carî têk naçe. Evîndar Ararat, da zanîn ku gelê Kurd dê di dema nû de jî bi siyaseta demokratîk têkoşîna xwe ya azadiyê bidomîne. Nirxandina Evîndar Ararat bi vî rengî ye:’’Ez salvegera damezrandina Partiya me PKK’ê, di serî de li Rêber Apo, li hevrêyên ku li serê çiyê û zindanan di şert û mercên herî zehmet de li ber xwe didin û li gelê me yê welatparêz pîroz dikim. Mîna ku Rêber Apo gotiye, ‘PKK romaneke bêdawî ye.’ Dema ku ev roman tê nivîsandin, bi têgihiştina dîrokê ya ku her roj tê de destaneke tê nivîsandin berdewam dike. PKK rêyeke ber bi heqîqetê ve ye. Wekî din, PKK’ê yekane tevger e ku kariye dîrok, nasname, çand, ziman û têkoşîna azadiya gelê Kurd a ku her tim hatiye perçiqandin, bi awayekî destanî binivîse. Li ser banga Rêbertiya me, partiya me peywira xwe yê dîrokî bi cih anî û xwe fesix kir. Lê belê PKK'ê hişt ku hebûn û nasnameya Kurd ji aliyê hemû cîhanê ve were naskirin. Ji hemû dewletên mêtinger û dewletên ku rastiya Kurd qebûl nakin re, rastiya Kurdan da qebûlkirin. Her wiha di nava PKK'ê de bi felsefeya Rêber Apo re nasnameya jinê ya azad hat afirandin. Bi vê sekna jinê ya azad re şoreşa jinê pêş ket û ev bû rastiyeke civakî ku li seranserê cîhanê hate pejirandin. PKK’ê her tim bawer kir ku rêya serketina şoreşa Kurdistanê di azadiya jinê de pêkan e, ji ber vê ji roja ewil ve pêşengî û tevlîbûna jinan esas girtiye. Mixabin, îro gelek deverên cîhanê bi taybetî Rojhilata Navîn veguheriye gokek ji agir. Jin û zarok bi taybetî dibin qurbanî. Di nava rastiyeke bi vî rengî de, partiyek mîna PKK’ê bi pêşengiya jinê guhertin û avakirina civakî pêk tîne. Helbet ev rewş bala cîhanê dikişîne û ji bo jinên li cîhanê dibe çavkaniya îlhamê. Rêber Apo, bi felsefe û pratîka xwe di her alî de, cudahiya xwe nîşan dide.
Rêber APO hêza xwe ji gel digire
Her tim lêgerîna Rêber Apo ji bo jiyanek azad çêbûye. Ev yek jî ew ber bi lêgerîna azadiya welat ve bir. Lêgerîna jiyaneke rast bû sedem ku Rêber Apo têkiliyên hevrêtiyê yên xurt ava bike û têkiliyeke bi pîvan û azad di navbera jin û mêran de pêş bixe. Di encama van lêgerînan de gelê Kurd ji bo mirovahiyê modela jiyanek bi mînak pêş xistin. Ev yek jî cudahiya Rêber Apo ji rêberên din ên cîhanê û Kurd nîşan dide. Rêber Apo têkoşîna xwe li ser bingeha hêza gel ava kir û gihîşt roja me ya îro. Kadroyên PKK'ê jî li gorî vê rastiyê ava kirin.
PKK tevgereke Rêbertiyê ye
Helbet divê ev jî were destnîşankirin: PKK tevgereke Rêbertî ye. Di Rêber Apo de îfadeya xwe dît, felsefe, îdeolojî, tarzê wî yê têkoşînê û çanda wî ya jiyanê di kadro û nasnameya PKK’ê de zindî bû. Di gel de jî zindî bû ku PKK weke partiya xwe dît. Lewma serhildanên gel evqasê xurt pêş dikevin û tevî êrîşên dijwar ên dijmin îradeya gel nehate şkandin û têkoşîneke civakî ya ku her diçe mezin dibe derdikeve holê.
Mîrateya herî bedew a mirovahiyê ye
Belê, her çendî ku me fermî PKK fesix kiribe jî, divê ev pir baş bê zanîn: PKK felsefe û ruhekî jiyanê ye. PKK xeta azadiyê ya gelan e; yekîtiya gelan e; bîreke dîrokî ye; nasnameya Kurdên azad e. PKK rêya azadiya jinên hatine kolekirin e. Tevgerek e ku jinên hatine çewisandin û cudakirin, kiriye îrade û pêşengên şoreşê. PKK tevgereke mirovahiyê ye ku xwedî wê îradeyê ye ku dikare zebaniyên DAÎŞ’ê yên dijminê mirovahiyê di nava tarîtiya wan de bifetisîne. PKK navê hevrêtî û jiyana komunal a jin û mêrên ciwan e ku di tunelên şer de li dijî êrîşên çêkerên milîtarîst û faşîst ên dixwestin Kurdên azad tune bikin, bi îradeya ji pola li ber xwe dan. PKK ji aliyê nirxên mirovahiyê ve mîrateya herî bedew a dîrokê ye.
Ewê têkoşîna me bidome
Helbet em ê jî li ser vê mîrateya bi nirx a PKK’ê, form biguherin û têkoşîna xwe bidomînin. Felsefeya me diyar e, pîvanên me diyar in; dibe tarz û rêbazê têkoşînê were guhertin, sîstem û forma rêxistinî were guhertin. Lê ruhê Apoyî nayê guhertin û wê timî zindî bimîne. Lewma PKK bi sratejiyeke nû, formekî nû, tarz û rêbazekî têkoşîna nû dikeve demeke nû. Helbet ev pêvajo xeteriyên pir cidî jî digire nava xwe. Lê belê Rêbertiya me bawer kir ku PKK û kadroyên wê xwedî vê hêzê ne; di ferqa bandora têkoşîna nîv sedsalî ya li ser gel de ye, tişta ku ti kesê cesaret nekir, wî cesaret kir û ev pêvajo da destpêkirin. Mîna duh îro jî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê di vê dema nû de jî li ser rêya siyaseta demokratîk li ser bingehê avakirina netewa demokratîk û azad bidome.
BEHDÎNAN












