Li dora berxwedana Rojava bibin yek
Şemî 31 Çile 2026 - 03:50

- Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersîm, got ku biryara berxwedana gelê Rojava li hemberî êrîşan pir girîng e û wiha got: “Îro divê em li dora şervanên YPJ’ê yên ku têkoşîna me ya birûmet dimeşînin, li dora berxwedana gelê Rojava bibin yek û xurt bibin."
Ayten Dersîm, tevlî Bernameya Taybet a li Medya Haber TV’yê bû û êrîşên li ser Rojava û têkoşîna jinê nirxand.
Ayten Dersîm, diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ-HTŞ’ê li ser Rojava planeke navneteweyî ye û got ku bi rêya DAIŞ’ê dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve were dîzaynkirin. Tevî hemû êrîşan jî gelê Kurd berxwedaneke mezin nîşan da û ev yek pir girîng e, divê têkoşîn li hemû qadan were mezinkirin. Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersîm bal kişand ser vê yekê ku êrîşên îro li ser gelê Kurd li Rojava, sibê dê li hemû gelan belav bibin û got ku gelê Kurd, bi taybetî jî jin, li ber van êrîşên hovane serê xwe natewînin.
Nirxandinên Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersîm wiha ne:
Pêşî bi boneya salvegera şehadeta heval Sara, heval Rojbîn û heval Ronahî soza xwe nû dikin ku em ê bi têkoşîna wan ve girêdayî bimînin û vê têkoşîna azadiyê heta dawiyê bi serkeftinê ve bibin.
Hovîtiya vê salê hem li dijî civakê hem jî li dijî jinê ye. Ev ne tenê rewşeke vê salê ye, bi salan e wiha ye. Hêzên serdest, hêzên desthilatdar, hêzên faşîst herî zêde ji jinê ditirsin û li dijî wê hovîtî dikin. Ji ber ku hebûna jinê di civakê de, serxwebûna wê, rola wê ya civakî yek ji girêkên herî girîng ên diyarker e.
Niha HTŞ anîn, navê wê hate guhertin, şiklê wê hate guhertin lê hemû hêzên çete, yên berê El-Nusra bûn, DAIŞ bûn, bi sedan navên cuda derketin holê, hemûyê wan tevî hev armanc dikin ku gelên xwedî îradeya azad ji holê rakin û hovîtiya xwe li ser gelan bidomînin. Cîhanê ev dît, dîsa em dubare bikin dibe ku ne li cihê xwe be. Em behsa DAIŞ’ê cil lixwekirî, bingeha wê û rêbaza wê heman e, li ser gelan koletî, serê tewandin, bêîradebûn ferz dike û zorê bi kar tîne diaxivin. Niha daxwaza gelê Kurd û Kurdistanê ev e. Ji ber ku em wekî gel û jin gihîştin vê yekê; gel kî bin jî, bi gotûbêj, bi muzakere, bi nîqaşkirinê ger pirsgirêkek hebe mirov dikare bi awayekî pir hêsan çareser bike.
Li aliyê din jî Îran û Rojhilat heye. Berî vê serhildana Jin Jiyan Azadî hebû. Felsefeya Jin Jiyan Azadî felsefeya azadiyê ye, felsefeya xwe bûnê ye, felsefeya jiyana birûmet û têkoşînê ye. Niha ev felsefe divê di hemû mirovahiyê de û bi taybetî di jin de hebe. Yanî ji ber ku di hêzên hegemonîk ên cîhanê de tune ye, nayê gotin ku nabe. Ev berxwedan bi rojan dom kir. Îro jî bi pêşengiya gel û jin li wir neheqiyek tê kirin, rûmet tê binpêkirin.
Ev tê ferzkirin. Niha van gelan jî rûmeteke wan heye, hişmendiyeke wan heye, rastiya xwebûnê heye. Ev li hemberî tu hêz û sînoran zirarê nade. Li hemberî vê yekê bi rojan înternet hat girtin, elektrîk hat birîn, bi awayekî tam nizanin, lê tê gotin pêncî û neh hezar, şêst hezar mirov hatin qetilkirin, jin hatin qetilkirin. Hê dema dijîn organên wan ên hundir têne derxistin, di nexweşxaneyê de têne qetilkirin.
Mirovatiya cîhanê divê li hemberî qirkirinên li Rojava bêdeng nemîne. Mirov dema vê yekê dibêje jî bi rastî zehmetî dikişîne. Cenaze bi vî awayî li ser hev tên avêtin, wekî ku we got bi cenazeyên jinan têne lîstin û pereyê guleya tê reşandin ji malbatê tê standin. Kîjan mirovahî dikare vê yekê nebîne? Niha ji ber ku di çapemeniyê de naye dayîn, tê wateya tune ye? Ji ber ku rejîmek wisa ye ku tiştên di welatê xwe de diqewimin ji hemû rayagiştî ya cîhanê re girtî dihêle, qirkirinê dike, ditepisîne û hewl dide rejîma xwe bidomîne. Ev ne gengaz e. Ê ku te ewqas qetil kir, bi rejîma desthilatdar û zordarî depisand, înkar kir, qedexe kir, gel vê qebûl kir? Ne gengaz e. Îradeya gelan xwedî rastiyeke wiha ye: Erê, di demekê de dikarî bitepisînî, di demekê de dikarî înkar bikî lê di demeke dirêj de ev nayê meşandin. Em vê yekê ji têkoşîna gelên erdnigariya me, ji têkoşîna jinên cîhanê dibînin.
Ev di têkoşîna azadiya jin de rastiyeke ku tê dîtin e. Em vê yekê li Kurdistanê jî, li Rojhilata Navîn jî dibînin. Bi rastî wiha ye. Taliban hate serê desthilatê, jinên li wir bêdeng bûn? DAIŞ anîn, jin bêdeng bûn? Îro HTŞ anîn, jin bêdeng bûn? Bi sedsalan desthilatdariya li cîhanê belav bûye, zordarî û zilm gel bêdeng kir? Jin bêdeng kir? Rêxistinkirina jin ji holê rakir? Di wê wateyê de em wekî jin divê hemû vê yekê bibînin. Îro li dora şervanên YPJ’ê yên têkoşîna xwe ya birûmet dikin, yên ku me bi rastî didin jiyîn, me ji nû ve hişyar dikin û nîşan didin ku bi azadiyê dikare were jiyîn, li dora berxwedana gelê Rojava divê em bibin yek û xurt bibin. Ji ber ku wan niha biryara xwe dane.
Xweparastin ne rewşeke tenê ya aîdî îro ye. Hêzên hegemonîk an hêzên desthilatdar, hêzên ku ji tunebûna hebûna xwe ditirsin, xweparastinê wekî rêxistineke leşkerî ya tenê ya îro nîşan didin. Yên ku dixwazin tirsê li ser civakan belav bikin, yên ku polîtîkaya şerê taybet li ser civakan dimeşînin dibêjin bêparastin bin, ez parastina we dikim. Em li dîroka xwe dinêrin. Tiştê ku di dîroka me de li me hatiye kirin, îro bi navên cuda tê kirin. Di qonaxa damezrandina mirovahiya yekemîn de jî mirov li hemberî zordarî, tundî û êrîşan her tim refleksa xweparastinê pêş xistine. Rêbertî dibêje ev di xwezayê de jî heye. Dema em li ekolojiyê dinêrin em vê yekê dibînin. Kulîlk hene, dar hene. Hebûna zindî ne tenê civak e, xweza bi xwe ye. Em jî naveroka vê xwezayê ne, parçeyê wê ne, bi wê re ne.
Jin bi porê xwe heye, bi her tiştê xwe heye. Ger li ser jinê ev tişt tên kirin, em ê radest bibin? Na. Divê em li hemberî vê yekê têbikoşin. Divê em rûmeta xwe biparêzin. Divê em xwe rêxistin bikin. Divê em xwe mezin bikin. Di wê wateyê de di jinên cîhanê de hişyarbûneke cidî heye. Lê ev hişyarbûn divê bibe îradeyeke xurt. Divê bibe rêxistineke xurt. Divê bibe berxwedaneke xurt. Her kes divê têkoşîna xwe mezin bike. Rêbertî her tim me wiha perwerde kir. Ger jinek were qetilkirin, bizanibe ew tu yî, hûn in. Jin xwedî hestekî wiha ye. Jin xwedî hişmendiyeke wiha ye.
ANF/BEHDÎNAN








