PKK'ê berpirsyariya xwe bi cih anî
Duşem 1 Kanûn 2025 - 03:55

- Salvegera damezrandina PKK'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate pîrozkirin. Ji fermandarên HPG'e Amed Malazgîrt li pîrozbahiyê axivî û got, "PKK'ê berpirsyariya xwe bi cih anî."
Bi wesîleya salvegera 47'emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bernameyeke şahiyê lidar xistin. Di pîrozbahiyê de ji fermandarên HPG’ê Amed Malazgîrt, li ser avabûn û pêşketina PKK’ê ji gerîlayan re civînek lidar xist.
Amed Malazgîrt di destpêka nirxandinên xwe de 47’emîn salvegera damezirandina PKK’ê li damezrînerê wê Rêber Apo, li malbatên şehîdan, li Kurd û Kurdistaniyan, li dostên Kurdan û li hemû gerîlayan pîroz kir. Amed Malazgîrt di dewamiya nirxandina xwe de sedemên derketina PKK’ê destnîşan kir û wiha pê de çû: “PKK ji bo berxwedana neteweyî ya Kurdan hat avakirin. Ji bo PKK’ê bikaribûya li ser lingan bisekina pêwîstî pê hebû ku Kurd xwedî li çand, ziman û kurdbûna xwe derkeve. Vaye PKK’ê ev yek ava kir. Ger îro Kurd, ne tenê li Kurdistanê, li her derê cîhanê bi serbilindî dibêje ez Kurd im û bi vê yekê jî serbilind e, ev bi saya rêber Apo ye. Berê jî gelek pêkhateyan xwe wekî partî rêxistin kirin, lê bi ferasteke ku her çar perçeyên Kurdistanê yek bibînin nêzîk nebûn. Rêber Apo ev nêzîkatî red kir, lewma jî partiya ku hemû perçeyên Kurdistanê û hemû Kurdan di nava xwe de radigre PKK ava kir. Rêber Apo PKK li ser her çar perçeyên Kurdistanê ava kir. Lewma jî lê binêrin, îro hemû Kurd li dora Serok Apo ne, biryara Serok Apo erê dikin, xwedî li Serokatî derdikevin û Serok Apo wekî Serokê netewî digirin dest. Mezinbûna Rêber Apo ji vê yekê tê.”
Ji fermandarên HPG’ê Amed Malazgîrt di berdewamiya axaftinên xwe de hêz û navê PKK’ê ya di cîhanê de belav bûyî destnîşan kir û bilêv kir ku di nava 47 salan de PKK li herêmê û li giştî cihanê bi berxwedana xwe bi nav û deng bû. Amed Malazgîrt di dewamiya nirxandinên xwe de wiha got: “Ger ji destkeftiyên şênber rê bikevin, PKK’ê şoreş ava kiriye. Em partiyek Serokatî ne, lewma Serokatî çi bibêje bi rêveberî û pêkhateya xwe em piştgiriya serok dikin û bi wî re ne. Em di vê yekê de zelal in. Ev demeke dirêj e em şerekî mezin bi rê ve dibin, nexasim jî şerê me yê 10 salên dawiyê pir dijwar bû. Piştî van şeran her kesî dît ku PKK bi êrîşan tesfiye nabe û berxwedana wê her ku diçe mezin dibe. Piştî ev yek hat famkirin Devlet Bahçelî bi xwe bangawazî ji bo Serokatî kir. Bi însiyatifa Serok Apo ji wê bangawaziyê heya niha gelek pêşketin çêbûne.”
Amed Malazgîrt di nirxandinên xwe de anî ziman ku PKK’ê hemû erkên dikeve ser milên xwe pêk aniye û dora gavavêtinê ya dewletê ye û wiha got; “Rêber Apo got, bila PKK kom bibe kongreya xwe li dar bixe, PKK kom bû û kongreya xwe li dar xist, got PKK bila xwe fesix bike, me xwe fesix kir. 5 salan şer bi dijwarî li herêma Zapê birêve diçû, dewletê hemû derfetên xwe seferber kiribû da ku hêzên gerîla li wê derê tesfiye bike, lê nekarîn. Serok got ji bo rê li ber provakasyonan bigirin, ji xetên îhtîmala pevçûnê lê heye paşve bikêşin, me hêzên xwe yên li wê deverê jî vekişand. Gotin çekên xwe teslîm bikin, me got em çekan teslîm nakin, lê ji bo watedar bibe bi şeklekî sembolik me çek şewitandin. Di dawiyê de ji bo pevçûn çênebin me hêzên xwe yên li Bakur jî vekişandin, raya giştî jî şahidiya vê yekê kir. Rola ku diket ser milê PKK’ê me bi cih anî. Lê heya niha dewletê gavek şênber neavêtiye. Em jî ji nêz ve dewletê dişopînin, li bendê ne ku ew jî hinek gavan biavêjin. Ji ber ku gaveke ji vê û şûnde em biavêjin nîne. Ger bi rastî jî dewleta Tirk wê behsa xwişk-biratiya Kurd û Tirkan bike divê gavan biavêje. Gava yekemîn azadiya Rêber Apo ye. Divê ev yek di zemînê hiqûqê de bê çareserkirin. Gava duyem, divê Kurd di nava makezagona Tirkiyeyê de cihê xwe bigirin. Gavên heya niha, Rêber Apo avêtine, çavên me li ser dewleta Tirkiyeyê ye, gavên ku biavêjin girîng e.”
ANF/QENDÎL/RONÎ DEŞTELANÎ / ROGER WESTAN












