Cejna Berxwedana Neteweyî hat pîrozkirin
În 28 Mijdar 2025 - 03:48

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Cejna Berxwedana Neteweyî ya Kurdan ku salvegera damezrandina PKK'ê ye pîroz kirin. Ji fermandarên HPG'ê Yaser Dersim got, "Em Rêber Apo fêhm bikin û destê wî xurt bikin."
Salvegera 47'emîn a damezrandina PKK'ê ku 27'ê Mijdara 1978'an ava bû, li gelek qadan bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdariya gelek gerîlayan pîrozbahiyek hate lidarxistin. Yek ji fermandarên HPG'ê Yaser Dersim li pîrozbahiyê axivî.
Yaser Dersim destpêkê şehîdên şoreşê bi bîr anî û anî ziman ku 27'ê Mijdarê ji bo wan manewiyateke mezin e û got, "Divê em hemû 27'ê Mijdarê weke mîladekê bibînin. Di dîrokê de gelek serhildanên Kurdan çêbûn, dewletên dagirker jî xwestin Kurdan parçe bikin, tine bikin. Dema ku Rêber Apo ev têkoşîn da destpêkirin got, ew ê ne tenê ji bo parçeyekî lê ji bo hemû parçeyan têbikoşe û yekîtiya Kurdan ava bike. Li ser vê bingehê tevgeriya. Ji serhlidanên berê tecrûbe bi dest xist û di 27'ê Mijdarê de PKK bi vî rengî ava kir.
Dewletên dagirker Kurd parçe kir, lê belê Rêbertî kir yek. Rêber Apo 26 sal in di nava çar dîwaran de ye, li gel vê yekê jî ji bo aştiyê, ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo mirovahiyê têdikoşe. Em careke din ji damezrînerên PKK'ê hevalên Fûat, Riza, Sara, heval Sofî, Sabrî, Koçero û Masîro bi bîr tînin. Ji ber ku tevgera me tevgereke şehîdan e. 27'ê Mijdarê careke din li Rêber Apo û li gelê me pîroz be."
Gerîlayan bi gerandina govendê û lîstikên xweser ên gerîla Cejna Berxwedana Neteweyî ya Kurd pîroz kirin.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN











