PKK eniya mirovahi yê ye

Duşem 2 Kanûn 2024 - 03:15

  • Bi dehan navendên Ewrûpayê salvegera 46’an a PKK’ê bi tevlîbûna hezaran kesî, bi coşeke mezin hate pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de, peyama mezinkirina têkoşînê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate dayîn.

Li gelek navendên, Elmanya, Fransa, Belçîka, Avûstûrya, Danîmarka, Îtalya û Ermenistanê, salvegera 46’an a PKK’ê bi coşeke mezin hate pîroz kirin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi sedan Kurdistanî bi wesîleya salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê hatin ba hev. Şahî li salona Frankurt Saalbau hate lidarxistin. Siyasetmedar Osman Kapan axivî û got:“PKK partiya wêje û çandê ye. Bi vê wateyê di mijarên sereke yên mîna çawa tê jiyîn û çawa berxwedan tê raberkirin de, ji derveyî civaka Kurd ji bo nasname û civakan jî bûye çavkaniya îlhamê.” Piştî axaftinan, li ser dîroka PKK’ê sînevîzyonek hate temaşekirin. Şahî bi stranên Hozan Şemdîn, Koma Azad, bi şano û govendê bi dawî bû.

KOPENHAGEN

Salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Pîrozbahiyê bi nîşandana sînevîzyonê destpê kir û piştre bi xwendina peyama YNK’ê dewam kir. Hevserokê Giştî yê KONGRA GEL Remzî Kartal axivî û got:"Damezrandina PKK'ê eniyeke mirovahiyê ye ku maf, hiqûq, azadî û wekhevî lê heye. Afirînerê felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' Serok Apo silav dikim."Girseya gel jî bi dirûşmên 'Bijî Seork Apo', 'Jin, Jiyan, Azadî', 'Bijî PKK' coşa xwe nîşan da. Piştre hunermend Pinar Aydinlar, Sînan Ayaz, Şerîf Omerî û Mizgîn derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

LEUVEN

Kurdistaniyên li Belçîkayê salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê li bajarokê Aarschot ê bajarê Leuvenê bi coşeke mezin pîroz kirin. Salona pîrozbahiyê ya li Aarschotê bi alên PKK'ê û wêneyên şehîdan hate xemilandin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, Hevserokên NAV-BEL'ê beşdar silav kirin. Piştre jî sînevîzyonek li ser dîroka damezrandina PKK'ê hate nîşandan. Siyasetmedar Seydî Firat got:"Eger ev doz gihîştibe vê astê û PKK dikeve sala 47'an, ev yek bi saya fikrên Rêber Apo ye." Di pîrozbahiyê de hunermend Seîd Serhed, Berbang, Sûltan Botan, Koma Tovjîn û Sîmar derketin ser dikê û bi stranên xwe cejna vejînê bi coş pîroz kirin. Li navenda Leuvenê jî pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK’ê hate pîroz kirin. Şahî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di şahiyê de hunermend Sîmar, Berbang, Seîd Serhed, Sultan Botan û Koma Tovjîn derket ser dîkê û govend hat gerandin.

BONN

Salvegera damezrandina PKK’ê li bajarê Bonn ê Elmanyayê hate pîrozkirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, Hevseroka HCDK-E'yê Zubeyde Zumrut axivî û berxwedana Rêber Apo û gerîlayên Kurdistanê silav kir.

Her wiha girê Jiyan Alî, Jiyan Arjîn, Baran Mardîn jî derketin ser dikê, hunera xwe pêşkêş kirin û beşdaran li ber stranên wan govend gerandin.

LEIPZIG

Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê Kurdistaniyan li gel dostên xwe salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Hevserokê KON-MED'ê Kerem Gok vejna vejînê li beşdaran pîroz kir.

Hevserokê FED-KURD'ê Menderes Canbeg jî anî ziman ku têkoşîna 46 salan ew gihandin vê astê û salvegera damezrandina PKK'ê silav kir

GROSSETO

Li bajarê Grosseto yê Îtalyayê Kurdistanî li gel dostên xwe yên Îtalyayê li hev kom bûn û salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê bi coşeke mezin pîroz kirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, Hozan Kawa derkete ser dikê. Şaredarên Arcidosso û Seggiano jî beşdarî pîrozbahiyê bûn û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û zextên li ser gelê Kurd bang kirin. Di pîrozbahiyê de bi wesîleya salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê sînevîzyonek hate nîşandan. Pîrozbahî bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' û gerandina govendê bi dawî bû.

BORDEAUX

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan li banliyoya Rochefortê li hev kom bûn û salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Siyasetmedar Demîr Çelîk li pîrozbahiyê axivî û anî ziman ku PKK ji bo tevahiya cîhanê bûye hêvî. Di pîrozbahiyê de hunermend Seydo Gimgim, Beri Altay, Hozan Menal, Azad, Dengbêj Zelal û Rêdûr Serhed hunera xwe pêşkêş kirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

VIYANA

Salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Çalakiya ji bo salvegera damezrandina PKK'ê bi deqeyeke bîranînê ya ji bo Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê destpê kir. Hevserokên Civaka Azad a Awûstûryayê Dîlek Karahan û Ahmet Zîrek bi Kurdî û Tirkî axivîn. Piştî stranên Koma Dengê Bêzar û Koma Rojava rojnamevan Sefkan Kobanê axivî û got:"Ev gel, ev zarok, ev ciwan îradeya xwe ji fikrê Rêber Apo werdigire. Em îro dibêjin: PKK serketin e." Di pîrozbahiyê de piştî ku Bengî Agirî û Koma Dewran hunera xwe pêşkêş kirin, li ser damezrandina PKK'ê û berxwedana gelê Kurd sînevîzyon hate nîşandan. Herî dawî Îbo Qamişlo û Seyda Perînçek stranên xwe gotin û gel govend gerand.

ARMAVÎR

Salvegera 46’emîn a PKK’ê li herêma Armavirê a Ermenîstanê bi şahiyekî hat pîrozkirin. Li ser wateya rojê Hevserokê Komîteya Kurdistan Silo Dirboyan axivî û got:’’PKK'ê ji bo me jiyanekî nû ava kir û em bi cihanê dan naskirin. Partiya Karkerên Kurdistan em ferî berxwedan û jiyana azad kir. Carek din em Cejna Vejînê li mirovahiyê pîroz dikin û dibêjin azadiya Rêber Apo nêzîk bûye." Şahî bi stranên dengbêj Hesen, hunermend Zagros Rojhilat, Koma govenda ya Bihar û koma govend ya Kûlîlkên Araksê û bi gerandina govendê bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.