Em xwedî li Rojavayê derkevin

Sêşem 3 Kanûn 2024 - 03:00

  • Li gelek navendên Ewropayê bi boneya salvegera 46’emîn a damezrandina PKK’ê şahî hatin lidarxistin û hate gotin: Roj roja bi ruhê seferberiyê xwedîlêderketina Rojava ye.

Li gelek navendên Ewropayê bi boneya 46'emîn salvegera PKK’ê şahî hatin lidarxistin.

ELMANYA

Li bajarê Elmanyayê Essenê, Meclîsa Gel a Demokratîk a Essenê, di çarçoveya çalakiyên 46'emîn salvegera damezrandina PKK'ê de li Salona Kultur Saalê şahiyek li dar xist. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Şahî bi muzîka Hozan Fevzî Kiliç û Silav Rojavayê berdewam kir.

Piştre Hevseroka KCDKD-E'yê Zubeyde Zumrutê xîtabî beşdarvanan kir:"Îro berdevkên DAÎŞ'ê Erdogan û Bahçelî, çeteyên xwe dîsa xistine dewrê. Dixwazin Heleb û Şehbayê bixînin. Bangawaziya min li gelê me yê li Ewropayê ye: Roj roja bi ruhê seferberiyê xwedîlêderketina Rojavayê ye." Piştre koma şanoyê Koma Ehmedê Xanî, Hozan Welat û Zinar Sozdar derketin ser dikê. Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Bijî berxwedana gerîla” û  “Bê Serok jiyan nabe" û bi govendê bi dawî bû.

Bi boneya 46'emîn salvegera damezirandina PKK’ê di pîrozbahiya li bajarê Hamburgê ruhê coş û berxwedanê li pêş bû. Berî pîrozbahiya li salona Phonixê, salon ji serî heta binî bi wêneyên Rêber Apo, kadroyên pêşeng ên PKK'ê û posterên Şehîdên Azadiya Kurdistanê hat tijîkirin. Piştî rêzgirtinê Siyasetmedar Ahmet Aktaşê axaftinek kir:"Em bi hêsanî nehatin heta van rojan. Ji bo azadiyê berdêlên giran hatin dayîn. Divê em her tim di nav yekitiyê de tevbigerin." Piştre komeka girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger, bi flama alayan meşa silavdayîna damezrandina PKK’ê li dar xist. Hunermend Beser Şahîn, Deza Amed ve Grup Çaryek'ê derketin li ser dikê. Pîrozbahiyê bi xwepêşandana folklorîk a Koma Sîpan Amarayê û bi gerandina govendê heta saetên derengê şevê dewam kir. 

Li bajarê Elmanyayê Dramstadtê bi hezaran Kurdistanî li hev kom bûn. Di pîrozbahiyê de komîteya amadekar, bi boneya giringiya rojê axaftinek kir û bal kişand ser giringiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Siyasetmedar Îsmet Kem diyar kir ku di 46'emîn salvegera Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de wek tevger pêşketineke mezin bi dest xistine û li her çar aliyê cîhanê girse li dor fikir û ramanên Rêber Apo kom bûne û xala hevpar "Rastiya Rêbertî" ye. Divê her çar parçeyên Kurdistanê li dijî feraseta înkar û îmhayê bibin yek." Piştre  Kawa Urmiyê, Koroya Zarokan a Bensheimê, Koma Azad  û Hunermend Berî Altayê stranên xwe gotin. Pîrozbahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

Li Mannhemimê bi pêşengiya Meclîsa Gel û Meclîsa Jinê ve 46’emîn salvegera Cejna Vejînê hat pîrozkirin. Nêzî hezar kesî tevlî pîrozbahiyê bû. Di pîrozbahiyê de ji go giyanê Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştre saziyan peyamên xwe dan. Piştre Hozan Comert, Hozan Zozan û Koma Sînan derketin li ser dikê û stran gotin.

Meclîsên Civaka Kurd a Demokratîk ên Bremen û Oldenburgê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Pîrozbahî li Dêra Suryaniyên Ortodoks a Delemnhortsê hat kirin û nêzî 800'î kes beşdar bûn. Hevserokê KCDK-E'yê Engîn Sever xîtabî beşdarvanan kir û got:“Îro li Kurdistanê berxwedaneke mezin heye. Li serê çiyayên Kurdistanê keç û kurên vî gelî li ber xwe didin. Li Rojavayê, li Şengalê, li Rojhilatê Kurdistanê li ber xwe didin." Beşdaran di pêrozbahiyê bi stranên Ozgur Comert, Mazlûm Demîr û Şerzan Bêrîtan govend gerandin.

Li bajarê Elmanyayê Kielê, Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Kielê li Mega Saray Kielê şahiyeke bicoş li dar xist. Di şahiyê de Koma Komaleyê, Bengî Agirî û Baran Agir derketin ser dikê. Piştre siyasetmedar Nîhat Akdogan axaftinek kir û got:"Divê em destnîşan bikin ku paradîgmaya li Rojava paradîgmaya Rêbertî ye. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê dê qet bi ser nekevin. Di vê rewşê de berpirsiyarî dikeve ser milê me Kurdên li Ewropayê jî. Divê em jî berpirsiyariyên xwe di asta herî baş de bi cih bînin."

FRANSA

Li bajarê Nantes ê Fransayê Cejna Vejînê hat pîrozkirin. Pîrozbahiya bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM-N) hat lidarxistin de gelek dostên Kurdan ên Fransî tevlî bûn. Di pîrozbahiyê de ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Di pîrozbahiyê de sînevîzyon hat pêşandan û bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadi” û “Bijî berxwedana PKK” hatin berzkirin. Di pîrozbahiyê hunermend Ergîn Xelîkan, Binevş Cizîrî û Rênas Demhat derketin li ser dikê û stran gotin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Li bajarê Fransayê Mantes la Jolieyê bi sedan Kurdistanî hatin ba hev û 46'emîn salvegera PKK'ê bi coş pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de berxwedana li Rojavayê hat silavkirin û li dijî êrîşên li ser Rojavayê banga seferberiyê hat kirin. Girseyê bersiva silava Rêber Apo bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" da. Ciwan bi alaya PKK'ê û bi wêneyên Rêber Apo meşiyan û ketin salona pîrozbahiyê. Di pîrozbahiyê de sînevîzyona ku behsa dîroka PKK'ê dike hat nîşandan û hunermendên wekî Hozan Devrîm, Tûncay Dilêmin, Ûlaş Kelaşîn, Helbest Arî û Seyda Perînçek derketin ser dikê.

QIBRIS

Li gundê Xirokita yê Limasol ê Qibrisê gelek Kurdistanî û dostên gelê Kurd li hev civiyan û 46’emîn salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Merasîmbi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat got:"Îsal wê bibe sala gelê Kurd û sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo" da. Siyasetmedarê Kurd Baran Hebûn di çalakiyê de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên dewleta Tirk a faşîst li ser Şoreşa Rojava tê meşandin bi tundî şermezar kir. Piştre pîrozbahî bi stranên koroya zarokan a Navenda Çanda Kurd a Teofîlos hunermend Semyan Adar, Mazlûm Şiwan û gerandina govendê bi dawî bû.

AVUSTURYA

46’emîn salvegera damezrandina PKK'ê li Grazê hat pîrozkirin. Bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Hunermend Koma Dewran, Îbo Qamişlo, Peywan Arjîn û Koma Dem derketin ser dikê. Di axaftinan de wiha hate gotin:“PKK di sala xwe ya 46’an de ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye hêvî. Ev berxwedan bi Hakî Karer dest pê kir û bi Mazlûm Dogan re bû meşaleya azadiyê. Bi Sakîne Cansiz re hêvî heye, bi Zîlan re tolhildana Seyîd Riza û Şêx Seîd e, bi Bêrîtan re rûxandina xiyanetê temsîl dike.”

Pîrozbahî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK", "Bijî gzadiya gelan", "Bijî Kurdistan" bi dawî bû.

46'emîn salvegera damezrandina PKK'ê li Navenda Çandê ya Sarayê ya li navçeya Gotzisê ya girêdayî eyaleta Voralbergê ya Avûstûryayê hat pîrozkirin. Çalakî ji bo Şehîdên Azadiya Kuristanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre sînevîzyoneke behsa pêvajoya dîrokî ya PKK’ê dike hat nîşandan. Piştre babê şehîdan Bavê Delîl axaftinek kir û got:"Dîsa ji aliyê çeteyên di bin rêveberiya dewleta Tirk a dagirker de hewla dagirkirina Rojavayê tê dayîn. Li dijî vê yekê divê Kurd bi ruhê Kobanê xwedî li xaka xwe derkeve."

Siyasetmedar Mûrat Mûnzûr jî bi kurtî behsa dîroka Tevgera Azadiyê kir. Piştre hunermend Dilyar Serêkaniyê û Demhat Botan stranên xwe gotin. Pîrozbahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.