
- Di Felsefeya Abdullah Ocalan de Avakirina "Aqilê Kurd" rasterast destwerdanekefelsefî û sosyolojîk e di binyada zihniyet û dîroka civaka kurd de. Dema ew dibêje "Ez dixwazim aqilê Kurd çêbikim," behsa projeyeke ronesansê ya zihnî dike. Armanc ne tenê guhertina siyasetê ye, guhertina şêwaza raman, têgihîştin û nêzikbûna Kurdan a ber bi jiyan, civak û azadiyê ye.
MEHMET ŞAHÎN
Di dîroka ramanê de, her herikîna rizgarîxwaz a mezin berî ku şerê fîzîkî bide, şerekî mezin ê zihniyetê daye. Rêber Abdullah Ocalan bi gotina "Ez dixwazim aqilê Kurd çêbikim" balêdikişîne ser qada herî herifî û herî brîndar a civaka Kurd a zihniyetê. Ev îfade ne pênaseyaperwerdehiyeke akademîk an jî aqilekî pragmatîk e, ew hewldana rizgarkirina aqilê civakî ye ku bi sedsalan di bin bandora mêtingerî, dabeşbûn û feodalîzmê de hatiye perçiqandin û dîlgirtin.
Ji bo fêmkirina vê tezê, divê em li ser sê binyadên bingehîn rawestin ku Ocalan dixwaze wanhilweşîne û ji nû ve ava bike.
Rizgarkirina aqil
Mêtingeriya li ser Kurdistanê tenê ax, av û aborî talan nekiriye, talana herî mezin li ser ziman, çand û hişmendiya kurdî hatiye kirin. Rêber Ocalan tespît dike ku Kurdeke/î ku bi hişmendî û paradigmaya pergalên serdest (pergala netewe-dewletên herêmî û modernîteya kapîtalîst) difikire, nikare ji bo xwe bibe çareserî.
Avakirina aqilê Kurd, berî her tiştî paqijkirina hiş e ji felsefe û têgihîştina dijmin an jî ya serdestan. Kurd heta ku pirsgirêkên xwe bi çavê Şam, Bexda, Tehran an Enqereyê binirxîne, aqilê wî dibe amûreke xizmetê ya ji bo berdewamiya statukoyê.
Çêkirina vî aqilî tê wê wateyê ku kurd karibe li gora cewher, dîrok û berjewendiyên xwe yêncivakî pênaseyan bike. Yanî "ez kî me?", "dostê min kî ye?" û "pêşeroja min divê çawa be?" pirsên wisa ne ku divê bersiva wan bi aqilekî xwerû û xweser ê kurdewarî were dayîn. Divêxwediyê xwepênasekirina xweser be.
Derbaskirina aqilê feodal
Yek ji birînên kronîk ên dîroka Kurdan, aqilê "parçebûyî" û herêmî ye. Di sîstema eşîrtî û feodal de, aqil ne li ser berjewendiya giştî ya civakê, li ser berjewendiyên teng ên malbatî û herêmî ava dibe. Rêber Ocalan vê rewşê wekî "nexweşiya herî mezin a dîrokî" dibîne.
Avakirina aqilê Kurd, tê wateya afirandina hişmendiyeke neteweyî, demokratîk û hevpar kusînorên herêmî, zaravayî û eşîrtî derbas dike. Ew hewldana çêkirina "stratejiyeke hevpar" e. Heta ku ev aqil ava nebe, wekî ku di dîrokê de pir caran hatiye dîtin, hêzên derve dikarinperçeyekî kurdan li dijî perçeyekî din bi kar bînin. Ji ber vê yekê divê kurd ji aqilê parçebûyîderbasî aqilê hevpar bibe.
Rêber Ocalan, dixwaze aqilê kurd ê ku di nava binyadên feodal ên paşdemayî de asê maye, veguherîne aqilekî hevdem û modern a zanistî, felsefî, azadîxwaz û rexnegir.
Aqilê civakî û demokratîk
Di felsefeya Rêber Ocalan de, aqilê herî mezin û rasteqîn "Aqilê Civakî" ye. Sîstemamodernîteya kapîtalîst mirovan ber bi yekparestiyê ve dibe û aqil tenê wekî amûrekeberjewendiya şexsî pênase dike. Di heman demê de, modela netewe-dewletê aqil tenê dixizmeta desthilatdariyê de dibîne.
Rêber Ocalan, dema dibêje ez dixwazim vî aqilî çêbikim, modeleke nû ya ramanê pêşkêş dike ku wekî Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê tê naskirin.
Ocalan tespît dike ku aqilê heyî yê cîhanê yê mêrsalar e û vî aqilî civak rûxandiye. Avakirinaaqilê Kurd, di bingeha xwe de bi şoreşa zihniyetê ya jinê re girêdayî ye. Aqilekî ku jin tê de ne kirdeya bingehîn be, nikare bibe aqilê azadiyê.
Ev aqil tenê ji bo Kurdan bixwe nîne, ew aqilekî wisa ye ku pirsgirêkên herêmê ne bi şerêneteweperestiyê, lê bi modela "Neteweya Demokratîk" û xwişk û biratiya gelan (Kurd, Ereb, Asûrî, Tirkmen hwd.) çareser dike. Ev jî asta gihîştina exlakî û felsefî ya vî aqilî nîşan dide.Ev aqilê hevjiyana demokratik e.
Ev aqil zirxê parastinê ya rewa ye
Di encamê de, Rêber Abdullah Ocalan bi vê gotina xwe diyar dike ku çek, artêş û baregehênleşkerî eger ne di bin kontrola aqilekî azad, stratejîk û civakî de bin, di bin bahoza realpolîtîkêde winda dibin. Sedsala 21’ê sedsala şerên asimetrîk û zihnî ye. Li herêmeke mîna RojhilataNavîn ku qaos lê serdest e, pergala parastinê ya herî xurt ne dîwarên li ser sînoran in, avakirina "Aqilê Civakî û Neteweyî" ye.
Dema Abdullah Ocalan dibêje "Ez dixwazim aqilê Kurd çêbikim," nexşeya derketina ji wê"meqesa trajîk" a dîrokî xêz dike. Ew dixwaze kurdan ji asta "hêza ku tenê tê bikaranîn an jîhêsirê herikîna dîrokê ye" derxîne û bike "kirdeyê sereke yê dîrokê" ku pêşeroja xwe bi destênxwe, bi hişê xwe û bi vîna xwe ava dike.







