Bi bedenên xwe agir gur kirin

Çarşem 16 Adar 2022 - 22:12

  • Sema Yuce: Ez dixwazim mejî, dil û bedena xwe di navbera 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de bikim pireke ji agir. Ji bo ez bibim şagirteke baş a Kawayê Hevdem Mazlûm Dogan û mîna agirê bedena Zekiye bişewitim û mîna Rehşan bibim Newroz, ez vê çalakiyê li dar dixim.

DENÎZ ÎKE 

Newroz ji Rojhilata Navîn heta Balkanan di nav gelek neteweyan de wek destpêka biharê tê pîrozkirin. Ji bo Kurdan jî ligel destpêka biharê, wek serhildan û berxwedanê tê pênasekirin. Hema ku azadiya Kurdan kete xeterê, agirê Newrozê hingê gur bû.

Destana bi pêşengiya Kawayê Hesinkar di roja me ya îro de zindî dibe. Ew roja dawîanîna li Dehakî bû û roja despêka şikandina tirsê bû.

Roja afirandina jiyana azad û têkoşîna li dijî zilmê bû. Ew roj roja nû bû. Ew roj Newroz bû. Newroz bû roja azadiyê, bû roja derketina ji tarîtiyê, bû roja wêrekiyê û şikandina desthilatê. Newroz bû cejna azadiya gelan. Newroz di têkoşîna roja me ya îro de hêj zêdetir bi wate dibe. Di 21’ê Adara 1982’yan de “Kawayê Hevdem” Mazlûm Dogan, li Girtîgeha Amedê çirûska Kawayê Hesinkar dewr girt, wî Newroz bi sê darikên derbikê pîroz kir. Piştî Mazlûm Dogan, Zekiye Alkanê di 21’ê Adara 1990’î de li ser sûrên Amedê meşaleya Kawayê Hevdem Mazlûm Dogan dewr girt, bi agirê bedena xwe Newroz pîroz kir. Di 22’yê Adara 1992’yan de li Kadîfekaleyê Rahşan Demîrelê heman ala bilindtir kir. Di 1994’an de li Elmanyayê Ronahî û Berîvan, û di 1998’an de jî li Girtîgeha Çanakkaleyê Sema Yuce bûn meşaleya Newrozê.

Gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi pêşengiya Kawayên Hevdem û şopdarên wan, li ser felsefe, birdozî û paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna azadiya rojên nû dikin.

Berxwedan jjiyan e

Ne xasim jî di dîroka Kurdan van 40 salên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de Newroz xwedî cihekî girîng e. Agirê Newrozê ku Kawayê Hesinkar pêşî pêxist, bi Kawayê Hevdem Mazlûm Dogan gûrtir bû. Şopdarên Kawayan, bedenên xwe kirin agirê Newrozê, xwe kirin meşaleya azadiyê û pêşiya civaka di tariyê de ronî kirin. Newroz, ruh û wêrekiyê dide mirovan. Gelê Kurd bûye gelê Newrozê ye. Gelê Kurd bi Newrozê re têkoşîna azadiya hebûna xwe daye destpêkirin. Bê berxwedan ti tişt ava nabe. Wateya jiyanê bi xwe jî bexwedan e.

Wekî Kawayê Hevdem Mazlûm Dogan gotiye, ‘Berxwedan jiyan e’, belê heke berxwedan tine be jiyaneke azad jî nepêkan e. Azadî tenê bi berxwedaneke birêxistinkirî pêkan e. Newroz bi xwe jî sembola berxwedaneke wiha ye.

Li ser bedenên Amedê agirê Newrozê

Di salên 1990’î de têkoşîna gelê Kurd ku li her deverê belav dibû û bi gel dihat nasîn, jinek derket ser bedenên Amedê û bedena xwe da ber agir û xwe bi agirê Newrozê re kire yek. Ev jina serhildêr a pêşî bû. Ew xwendekara zanîngehê bû û ji berxwedan û şiyarbûna jina Kurd re pêşengî kir; ew Zekiye Alkan bû. Newroz bi agirê bedena Zekiye Alkanê gihîşt qonaxeke din. Êdî dema Kurdan digot Newroz, vîna jina Kurd a li ser bircên Amedê tê bîra mirovan. Zekiye Alkanê bi çalakiya xwe têgehên berxwedan, têkoşîn û azadiya jinê derxistin qonaxeke nû. Bi vê çirûskê peyam gihîşt jinên Kurd ên li her warî li ber xwe didin. 

Çalakiya azadiyê ya du jinan

Ronahî û Bêrîvan jî li Ewrûpayê Newrozê ji nû ve manedar dikin. Ev her du jin ji bo polîtîkaya qedexekirina Newrozê ya li Elmanyayê şermezar bikin û li dijî polîtîkayên Ewrûpayê berxwedanê bidin nîşan, di Newroza 1994’an de li Mannheimê bedena xwe dan ber agir û çalakî li dar dixistin. Rêber Abdullah Ocalan çalakiya her du jinan wek “çalakiya azadiyê” pênase kir û got, “Heke ku azadî bi hêsanî bihata qezenckirin, dê Ronahî û Bêrîvan bedenên xwe nedana ber agir.” 

Pira ji agir di navbera 8 û 21’ê Adarê de

Sema Yuce sala 1971’ê li gundê Qerxelixa Şêx Remezan ê navçeya Dutaxê ya  Agiriyê tê dinê. Ji bo zanîngehê diçe Enqereyê û li vir têkoşîna Kurdan nas dike. Yuce li Mêrdînê tevlî nava refên PKK’ê dibe û li Sûriyeyê diçe ba Rêber Abdullah Ocalan. Piştî perwerdehiya xwe, sala 1992’an ji bo peywîrê berê xwe dide herêma Serhedê. Ji ber giliyekî, tê girtin û têkoşîna xwe di hepsê de didomîne. Yuce di Newroza 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê bedena xwe dide ber agir û di nameya li pey xwe de dibêje, “Ez dixwazim mejî, dil û bedena xwe di navbera 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de bikim pireke ji agir. Ez ê jiyaneke nû ji bo jinan biafirînim û ronî bikim. Ji bo ez bibim şagirteke baş a Kawayê Hevdem Mazlûm Dogan û mîna agirê bedena Zekiye bişewitim û mîna Rehşan bibim Newroz, ez vê çalakiyê li dar dixim.” 

Bersiva serhildanên Cizîrê û Nisêbînê

Rehşan Demîrel ji navçeya Mêrdînê Nisêbînê ye, bi malbata xwe re koçî Izmîrê dike. Demîrel hêrsa nav dilê xwe ji komkujiya pîrozbahiya Newroza 1992’an a Nisêbînê digire û ji bo nerazîbûnê nîşan bide, 22’ê Adara 1992’an li cihê dîrokî, Kadîfekaleya Izmîrê agirê Newrozê bi bedena xwe pêdixe. Demîrel dibe yek ji çirûskên agirê Newrozê û herî dawî wiha hestên xwe tîne ziman: “Ez li Kadîfekaleyê xwe dikim agirê Newrozê. Ez neçar im ji Newrozên Cizîr û Nisêbînê re bibim bersiv. Agirê Newrozê bi lastîkan nayê pêxistin, em ê bi giyanê xwe wî pîroz bikin.”

Ti carî venamire

Agirê Newrozê roja roj çi temsil dikir, bi wê hêvî û daxwazê di dil û destê Kurdan de bi hezar salan her şixulî, ji ber ku sembola azadiyê bû.

Bû nasnameya Kurdan. Ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hevdem Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî, Bêrîvan, Sema Yuce û şopdarên wan, her ku azadiya Kurdan kete xeterê agirê Newrozê gur bû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.