Bila garantiya qanûnî ya pêvajoyê ava bibe
Çarşem 26 Adar 2025 - 03:50
- Besê Hozat anî ziman ku hikumetê ji bo pêşveçûna pêvajoyê ti gav neavêtiye û got, "Bila garantiya hiqûqî û qanûnî ya vê pêvajoyê ava bibe, zemîna wê ava bibe."
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat beşdarî bernameyeke taybet a Televîzyona Medya Haberê bû û bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo nirxand. Nirxandina Besê Hozat bi vî rengî ye:
"Beriya her tiştî Newrozê li Rêber Apo, gelê me, gelên me, dostên me pîroz dikim. Di şexsê hevrê Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan de şehîdên Newrozê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînim.
Em di hefteya lehengiyê de ne. Ji 21'ê Adarê heta 28'ê Adarê Hefteya Lehengiyê ye. Di şexsê hevrê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz de hemû şehîdên azadiyê û şoreşê bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim.
Newroza 2025'an bi rastî jî Newroza herî bi heybet a hemû serdeman bû. Ji 7 heta 70 salî gelê Kurdistanê, gelan, dostan Newroz pîroz kirin, daketin qadan. Bi milyonan mirovî deryayeke ji mirovan, okyanûseke ji mirovan ava kirin. Hem li çar parçeyên Kurdistanê hem jî li derveyî welat Newroz bi coşeke gelekî mezin hate pîrozkirin. Newroza îsal coş û kelecaneke mezin da me hemûyan. Bêguman a ku Newroz ewqasî bi coş, kelecan û bi heybet kir, Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo bû. Hevdîtinên bi Rêber Apo re hatin kirin, silava Rêber Apo, wergirtina nêrînên Rêber Apo, Banga Aştî û Civaka Demokratîk coş û kelecan mezin kir.
Bêguman Rêber Apo ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, komareke demokratîk û Tirkiyeyeke demokratîk a li ser bingeha çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd 50 sal in bênavber têdikoşe. 26 sal in jî li Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîd û îşkenceyê de vê têkoşînê dimeşîne. Herî dawî bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, çareseriya bi rêya hiqûqî û siyaseta demokratîk îradeyeke gelekî xurt nîşan da û bang kir. Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ev yek hem ji bo Kurdistanê, hem ji bo Kurdan, hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê, bindestan û jinan bangeke gelekî girîng e. Helwesta Rêber Apo, keda wî gelekî hêja ye.
Lê belê dewlet ne cidî tevdigere. Bi taybetî desthilatdariya AKP-MHP dûrî cidiyetê nêzîk bûn. Bi rengekî ne samîmî nêzîk bûn. Heta roja îro jî ev Wezîrê Edaletê yê ne cidî Yilmaz Tûnç daxuyaniyên dûrî ruh û karakterê rewşê didin. Daxuyaniyên ne cidî dide. Pratîka wî jî bi heman rengî ye. Pirsgirêk ne tenê daxuyanî ye, pratîka wî jî bi heman rengî ye. Desthilatdariyê, dewletê heta niha ti gav neavêtiye.
Tecrîd li Îmraliyê dewam dike. Normal bi bangê re diviyabû tecrîd bi temamî ji holê hatibûya rakirin. Rêber Apo lîderê damezrîner ê PKK'ê ye. Ew bi xwe jî vê dibêjin, Bahçelî jî, AKP'yî jî vê dibêjin. Eger lîderê damezrîner ê PKK'ê be, eger ew rêber e ku PKK damezrandiye, hingî di fesihkirina PKK'ê de jî wê ev rêberê damezrîner bi rola xwe rabe. Wê yekser di nav de be. Wê vê kongreyê yekser bi rê ve bibe.
Mebesta me ji şert û mercên kar û jiyana azad ev e. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Diviyabû Rêber Apo rêxistina xwe jî di nav de bi hemû derdorên dixwazin wî bibînin re karîbûya di nava têkiliyê de bûya. Ev yek diviyabû bihata kirin. Ev hate kirin? Nehate kirin.Tecrîd dewam dike. Di ser 27'ê Sibatê re 24 roj derbas bûne. Hîn jî guhertinek nîne. Têkilî pê re nîne, agahî jê nîne, agahiya me nîne.
Me çima di peyama bi dîmen de israr kir? Ji ber ku ew ezmûnek bû. Testkirina desthilatdarî û dewletê bû. Me xwest test bikin bê çiqasî cidî ye. Eger cidîbûna wê li ber peyama bi dîmen ranebûna, wê nebûna asteng.
Garantiyeke vê pêvajoyê nîne. Lewma teqez divê garantiyeke hiqûqî û qanûnî hebe. Di vê mijarê de divê qanûn bêne amadekirin. Sererastkirinên hiqûqî divê bêne kirin û li meclîsê qanûn bê qebûlkirin. Rêberê me hîn di destpêka pêvajoyê de got. Got, 'Bila li meclîsê partiyên desthilatdariyê, partiyên muxalefetê bi hev re komîsyoneke hevpar ava bikin. Ev komîsyon jî guhertinên qanûnî bike. Bila garantiya hiqûqî û qanûnî ya vê pêvajoyê ava bibe, zemîna wê ava bibe. Ti ji van nehate kirin.
Di vê mijarê de bêguman divê têkoşîn bê meşandin. Bi taybetî pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê ji aliyê me ve gelekî bi xurtî bê meşandin. Divê em ji vê pêvajoyê vê encamê werbigirin. Divê em guh bidin banga Rêber Apo, yanî bi perspektîfa azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û civaka demokratîk vê pêngavê teqez bigihînin serketinê û têkoşîneke bi vî rengî bimeşînin.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN