Li dora agirê Newrozê bûn yek
În 28 Adar 2025 - 02:55
Di Newroza Stenbolê ku bi mîlyonan kes tevli bûn banga xwedîderketina banga sedsalê ya Abdullah Ocalan hat kirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar diyar kir ku wê coşa Newrozê bibin her alî û got ew li dora agirê Newrozê bûne yek.
Di 23’yê Adarê de bi dirûşmeya ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘ Ji bo azadiyê civaka demorkatîk’ li Stenbolê li Qada Yenîkapi pîrozbahiya Newrozê ku nêzî mîlyonek kes tevli bûn pêk hat. Gel xwedî li banga sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket û agirê Newrozê geş kirin.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Arîfe Çinar der barê tabloya di Newrozê de derketiye holê axivî.
Divê dewlet gavê biavêje
Arîfe Çinar bi lêv kir ku ji bo Newroza 2025’an xebatek xurt meşandine û li gelek navçeyên Stenbolê agirê Newrozê bilind kiirne. Arîfe Çinar wiha got: “Bi banga sedsalê ya Birêz Ocalan tevlibûna Newrozê pir mezin bû. Me ev dipa. Ji ber bangê hêviyek mezin da gel. Nêzî mîlyonek kes tevli bûn. Newroza Stenbolê li gorî rihê dema nû bû. Di axaftinan de peyam hatin dayîn. Ji bo şert û mercên jiyanek wekhev û azad, hat gotin ku divê di asta destûra bingehîn de wekhevî pêk bê. Bi banga 27’ê Sibatê re tevgera azadiya Kurd gavek avêt. Lê dewletê gav neavêtiye. Li Rojava 7 kes bi balafirên Tirkiyeyê hatin qetilkirin. Divê dewlet demildest gavê bavêje.”
Li dora agirê Newrozê bûn yek
Arîfe Çinar di berdewamiyê ev nirxandin kir: “Her tim dewlet bariyeran datîne lê gelê Kurd hildiweşîne û Newrozê pîroz dike. Newroz dengê hevpar ê bilind dibe ye. Ji ber li dijî vê bi fikarin her tim Newrozan hedef digirin. Tevî her tiştî bi salan e agirê Newrozê tê gurkirin û gihiştiye mîlyonan. Banga Birêz Ocalan bû hêvî. Em ji bo aştiyeke bi rûmet jiyaneke bi rûmet li dora agirê Newrozê dibin yek.”
JINNEWS/STENBOL