Ji bo azadiyê Înîsiyatîfa Yekitiyê

Duşem 12 Gulan 2025 - 03:10

Jinan diyar kirin ku yekîtî ji bo gelê kurd pêdiviyek e û gotin:" Ji bo statu û azadiya Kurdan, Înîsiyatîfa Yekitiyê girîng e."

Înîsiyatîfa Yekitiyê ku zêdetirî 9 meh bûn xebatên wê dihatin meşandin, li Amedê bi beşdariya delegasyonên ji gelek bajaran hate ragihandin. Delegasyonên Înîsiyatîfa Yekitiyê ku partiyên siyasî yên Kurdistanî, rûspiyên civakê, nûnerên saziyên bawerî û demokratîk û kesên hilbijartî tê de cih digirin, têkildarî armanca înîsiyatîfê axivîn. 

Ji delegasyona Înîsiyatîfa Yekitiyê Menîce Gulmez, xebatên ji bo Kurd yekî û tifaqa xwe ava bikni, ji bo di navbera xwe de aştiyane bijîn hatine meşandin bi bîr xist. Menîce Gulmez, got ku înîsiyatîf bi vê boneyê hatiye avakirin û ev tişt anî ziman: “Hêvîdar im bigihije hedefên xwe û bibe wesîleya yekitiyê.” 

Ayşe Surucu, bi bîr xist ku li Rojhilata Navîn Şerê Sêyemîn ê Cîhanê heye û wiha pê de çû: “Navenda vî şerî jî Kurdistan e. Ji bo statu û azadiya Kurdan, Înîsiyatîfa Yekitiyê girîng e. Banga birêz Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê pir girîng bû. Pêvajoyeke hêviyê dide heye.” 

Ji endamên delegasyonê Ziynet Dînçer jî wiha got: “Ji bo jinan yekitî gelek girîng e. Fikr û ramanên gel çi dibe bila bibe divê di hundirê vê de cih bibire û piştgiriyê bidin yekitiya Kurdan.”  

MA / AMED / MUJDAT CAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.