Mûstafa Tekîk hevrêyekî hêja bû

Duşem 12 Gulan 2025 - 03:15

DEM Partiyê ji bo Hevserokê Bajarê Êlihê yê DEM Partiyê Mûstafa Mesût Tekîk ê jiyana xwe ji dest da, got:"Mûstafa Mesût Tekîk di tevahiya jiyana xwe de têkoşîna edalet, azadî û wekheviya gelan meşand."

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî Hevserokê Bajarê Êlihê yê partiyê Mûstafa Mesût Tekîk ê jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya DEM Partiyê de ku li ser medya dîjîtal hate parvekirin, hate gotin "Hevserokê me yê Bajarê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, ku em gelekî bi vê yekê êşiyan. Mûstafa Mesût Tekîk di tevahiya jiyana xwe de têkoşîna edalet, azadî û wekheviya gelan meşand. Bi kesayetiya xwe ya têkoşer, sekna xwe ya rêxistinî û dilsoziya bi gelê xwe re ji bo partiya me hevrêyekî gelekî hêja bû. Bila rehma xwedê lê be, di serî de malbata wî em sersaxiyê ji hevrêyên xwe û gelê xwe re dixwazin. Di têkoşîna xwe de em ê xwedî li bîranîna wî derkevin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.