Pêvajoya doza Narîn Guran
Duşem 12 Gulan 2025 - 03:05
Koordînatora Hiqûqê ya Tirkiyeyê ya UCÎM'ê Candan Tekîn ku doza duyemîn a têkildarî mirina Narîn Guran hatiye vekirin dişopîne wiha got:"Ne tenê malbat her wiha civak û dewlet jî parastina zarokan berpirsyar in."
Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê Tebaxa 2024’an de li navçeya Rezanê ya Amedê li gundê Çulî lê hatibû windakirin û di 8’ê Îlonê de cenazeyê wê hat dîtin, pêvajoya dadgeriyê dewam dike. Derbarê kuştina Narîn Guran de du dozên cuda hatin vekirin. Doza ku li dayik Yuksel, Apê wê Selîm, birayê wê Enes Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar hat vekirin di 28 'ê Kanûnê de bi encam bû. Cezayê muebeta giran li endamên malbatê hat birîn û 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Bahtiyar hat birîn. Doza ku derbarê kuştina Guran de hatibû vekirin li 17'emîn Dadgeha Cezayê Asliye yê Amedê dewam dike.
Koordînatora Hiqûqê ya Tirkiyeyê ya UCÎM'ê Candan Tekîn têkildarî mijarê axivî.
Candan Tekîn ku diyar kir ku di lêpirsîna kuştina Guran de kêmasî û şaşitî hene û wiha got: "Em dizanin ku hin karên pêwîst nehatine kirin an jî gelekî dereng hatine kirin. 24 saetên destpêkê ji perspektîfeke edlî gelekî girîng e. Delîlên ku di dema qonaxa lêpirsînê de nikarin bên wergirtin an jî neyên bidestxistin, bandorê li tevahiya dozê dikin."
Candan Tekîn a ku diyar kir ku ji bo cezakirina berpirsan hewl didin, got ku têkoşîna li dijî cînayetên zarokan bi xebateke kolektîf dikare encamê bistîne. Candan Tekîn wiha got: "Mixabin piştî ku bûyerên trajîk diqewimin, bi tenê hin tişt dikevin dewrê. Divê tavilê tedbîrên parastinê, pêşîgirtinê û piştevaniyê yên di Qanûna Parastina Zarokan de cih digirin, bên bicihanîn. Hevkariya bi rêxistinên ne hikûmî re jî pir girîng e. Çêkirina rêziknameyên pêwîst ên li ser bingeha tecrûbeyên qadê, wê rê li ber encamên baştir veke."
Candan Tekîn diyar kir ku ne tenê malbat her wiha civak û dewlet jî parastina zarokan berpirsyar in.
MA / AMED/ RÛKIYE PAYIZ ADIGUZEL