Rûniştina nû ya doza Narîn Guran

Duşem 14 Nîsan 2025 - 03:00

Li navçeya Rezan a Amedê di 2024’an de zaroka bi navê Narîn Guran a 8 salî hatibû qetilkirin. Yekemîn rûniştina îdianameya duyemîn a der barê mijarê de hatiye vekirin wê di 14’ê Nîsanê de li 17’emîn Dadgeha Ceza Asliyeyê ya Amedê bê dîtin.

Zaroka 8 salî Narîn Guran li taxa Çûlî ya Rezan a Amedê di 21’ê Tebaxa 2024’an de winda bû û 8’ê Îlonê de cenazeya wê hat dîtin. Der barê qetilkirina Narîn Guran de doza hatibû vekirin, di 28’ê Kanûna 2024’an de biryara wê hat dayîn.

Der barê ap Salîm Guran, bira Enes Guran û Dayik Yuksel Guran de cezayên muebeta giran hat dayîn. Der barê gumanbar Nevzat Bahtiyar de jî ji sûcê ‘delîl tune kirine sûc veşartiye û guhertiye’ 4 sal û 6 meh ceza hat dayîn.

Baroya Amedê îtîraz kir

Baroya Amedê îtîrazê cezayê li Nevzat Bahtiyar hatiye birîn kirin û serî li Dadgeha Îstînafê dan.

Îdianameya duyemîn

Piştî biryara doza ewil, der barê xizmên Narîn Guran de ji bo du dosyayên nû îdianame hatin amadekirin. Di vê çarçoveyê de îdianameya pêşkêşî 17’emîn Dadgehe Ceza Aliye ya Amedê hat kirin di 21’ê Sibatê de hat qebûlkirin.

Di çarçoveya doza Narîn Guran de îdianameya hat amadekirin der barê 4 zarokan de hat amadekirin. Ev doz wê di 20’ê Adarê de li 2’yemîn dadgeha zarokan a Amedê bihata dîtin. Lê ev dosya bi dosya ku 12 kesên din dihatin darizandin re kirin yek. Ji bo hemû gumanbaran rûniştin wek 14’ê Nîsanê hat diyarkirin. 

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.