Sosreteke din a dadgeha Tirk!
Pêncşem 23 Cotmeh 2025 - 03:40

Dadgeha Asliyeyê ya 7'emîn a Wanê, biryar da ku tazmînata ku Wezareta Karên Navxweyî daye Çawîşê Pispor Onder Tûran ê di şer de birîndar bûye, ji malbatên gerîlayên HPG’ê bê stendin. Dadgehê biryara xwe spart xala 49'an a Qanûna Deynan a Tirk a bi hejmara 6098'an û xala 599'an a Qanûna Medenî.
Çawîşê Pispor Onder Tûran ku di 6'ê Hezîrana 2021'ê de li bejahiya gundê Oranis ê Bedlîsê di şer de, birîndar bûbû li Wezareta Karên Navxweyî û Fermandariya Giştî ya Cendermeyan doza tazmînatê vekir. Dadgeha Îdare ya 4'emîn a Wanê jî biryar da ku 143 hezar û 399 TL ceza tazmînat ji bo Onder bê dayîn. Fermandariya Giştî ya Cendermeyan a li dijî malbatên gerîlayên HPG'ê Serdar Asan, Hîkmet Gezici û Abdulhadi Atmaca yên ku di şer de şehîd bûne, bi hinceta "tazmînata zirara giştî" doza tazmînatê vekir. Di doza ku li Dadgeha Asliye ya 7'emîn a Wanê hat lidarxistin de, Fermandariya Giştî ya Cendermeyan îdia kir ku zirara giştî çêbûye û ji malbatên gerîlayên HPG'ê tevî faîzê daxwaza berhevkirina 177 hezar û 222 TL kir. Dadgehê jî biryar da ku tazmînat navborî bê dayîn. Dayika Hikmet Gezicî, Kadriye Gezicî nerazîbûn nîşanî vê yekê da û got:"Ev sê sal û 6 meh in ku kurê min jiyana xwe ji dest daye. Em li gund bûn û dema ku di pêvçûnê de jiyana xwe ji dest da dewletê bi xwe agahî da me. Ji me re gotin, li Bedlîsê şehîd bûye. Nehiştin ku em cenaze bigirin û gotin bila tenê dayika wî bê. Nehiştin ku kesek bi min re bê cenaze bînin. Me cenaze stand û me bir definkir. Piştî ku salek li ser qetilkirina wî derbas bû ji me re kaxizek hat û der heqê me de doz hatiye vekirin. Ji me re gotin,' leşkerên me hatine kuştin hûn ê tazmînatê bidin' me ji dozgeriyê re jî got,' li ku dera cîhanê hatiye dîtin ku mirov zarokê xelkê bikuje û li ser wê jî ji malbatê pere bistîne?' Me got,' em wî pereyî nadin' Me daxwazname da lê belê 177 hezar cezayê pere ji me re birrîn."
Yek qirûşê jî nadim wan
Kadriye Geziciyê diyar kir ku cezayê pere li dijî qanûn û hiqûqê ye û got:"Lê me qebûl nekir û dîsa doz berdewam dike û em dîsa çûn dadgehê. Me di danîşinê de jî got,' vî kesekî doza zimanê xwe, nasnameya xwe kiriye, me neşandiye' Ji ber ku kurê min doza zimanê xwe, welatê xwe kir jiyana xwe ji dest da. Kurê min doza mal û milkê AKP'ê û MHP'ê nekiriye. Xwedê em dane û em ê rojekî bimrin, em dixwazin ku ev mirin jî bi serfirazî be. Tijî vê mezelê pereyê min hebe ez yek qirûşê nadim wan. Zarokê min kuştine, mafê wî yê jiyankirinê jê standine û ser de jî ew doz vedikin û pere dixwazin. Ev ne tişteke hiqûqî ye. Ev ji hiqûqê derketiye. Divê ku Serokkomar Erdogan divê ku bes mafê mirovan binpê bike. Heke ku kurê Erdogan bê kuştin û li ser wê jî pere ji Erdogan bixwazin ew ê vê qebûl bike? Dewlet wê pere bidê wî? Mafê me, zimanê me binpê dikin. Bila kesek vê zilm û zordestiyê qebûl neke."
MA/ZEYNEP DURGUT













