Ceza li gotina 'Kurdistan' hat birîn

Çarşem 3 Kanûn 2025 - 03:30

Ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal, bi îdiaya “gef li serokkomar xwariye” 4 sal û 2 meh cezayê hefsê dan Cemîl Taşkesen.  Cemîl Taşkesen, bi gotina xwe ya “Ev der Kurdistan e” dihat naskirin.

Goristana PKK’iyan a li Herêma Herekolê di sala 2014’an de bi kemçe û mircan hate texrîbkirin. Cemal Taşkesen ku tevî welatiyan çûbû herêmê, texrîbata li goristanê kişandibû û li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal parve kiribû. Ji ber vê parvekirinê, der heqê  Cemîl  Taşkesen de bi îdiaya “Gefa li dijî serokkomar” doz hate vekirin. Doz, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê hat lidarxistin. Dadgehê, di sala 2023’yan de anku 9 sal piştre 4 sal û 2 meh cezayê hefsê da  Cemîl Taşkesen.

Cemîl Taşkesen, li dijî biryarê serî li Dadgeha Îstînafê da. 9’emîn Daîreya Cezayan Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Amedê jî bi îdiaya “sûc neguher e” ev serlêdan red kir. Li ser vê yekê cezayê  Cemîl Taşkesen hate erêkirin.

Seroka Giştî ya Partiya Îyiyê Meral Akşener di 29’ê Cotmeha 2021’ê de çû navçeya Misircê ya Sêrtê. Di dema serdanê de  Cemîl Taşkesen ji Akşener re got “Ev der Kurdistan e lê tê înkarkirin” û bi vê gotina xwe bûbû rojev.  Cemîl Taşkesen, got ku ji ber vê îfadeyê li Edliyeya Misircê îfade daye û got: “Bi vê yekê re îfadeya min a di sala 2014’an de dîsa derxistin pêşberî min. Di sala 2025’an de ji dosyaya 2014’an 4 sal û 2 meh cezayê hefsê dan. Ev, biryarek hiqûqî nîne. Çi dibe bila bibe dê têkoşîna me ya Kurdistanî bidome.”

MA/SÊRT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.