Darizandin ne li gor pêvajoyê ye
Duşem 27 Cotmeh 2025 - 03:05

Şehrîban Demîrel a OHD’yî diyar kir ku piştî pêvajoya aştî û civaka demokratîk, welatî nikarin mafên xwe yên sereke bikar bînin û got: “Em parêzvanên mafên mirovan di pêvajoyê de dibînin ku mirov hîna bi tirs û fikarin. Ji ber ev tirs û fikar ji holê rabin divê ev pêkanîn ji holê rabin û dewlet gavê bavêje.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga "Aştî û Civaka Demokratîk" kir û kêm maye ku bang sala xwe tije bike. Lê lêpirsînên ‘endamtiya rêxistinê’ yên der barê welatiyan de, serdegirtina malan didomin. Yek ji van kesên ku bi van zextan re hat rû hev hevala zarokatiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Elîf Kurucu ye. Elîf Kurucu li gundê Amara ê Xelfetiyê yê Rihayê dijî. Elîf Kurucu mehek berê hat binçavkirin. Parêzera wê Ayşe Şehrîban Demîrel der barê dosya wê de axivî.
Ayşe Şehrîban diyar kir ku rewşeke ku dibe sedema sûc tune ye û tevî vê ji ber du wêneyan hatiye darizandin û got: “Lêpirsîna der barê Elîf Kurucu de didome. Ewil şevekê li Xelfetiyê di binçavan de dimîne. Piştre tînin Rihayê û me dosyaya wê li Rihayê şopand. Ewil biryara veşartiyê li ser dosyayê hebû û me agahî negirt. Di asta ewil a îfadeyê de em der barê dosyayê de bûn xwedî agahî. Elîf Kurucu di 3’yê Îlona 2025’an de hatiye binçavkirin û wek tê zanîn pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome. Du rojan di binçavan de ma. Piştre ji aliyê dozgerê Rihayê ve li emniyeta Rihayê îfadeya wê hat girtin. Du wêne nîşan danê. Yê yekemîn wêneyekî ji roportaja daye bû ya din jî wêneyekî di hevdîtinekê de bû. Bi van wêneyan bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" hat darizandin. Bi hincetên vala lêpirsîn vekirin. Em parêzer pêvajoyê dişopînin. Em parêzvanên mafên mirovan di pêvajoyê de dibînin ku mirov hîna bi tirs û fikarin. Ji ber ev tirs û fikar ji holê rabin divê ev pêkanîn ji holê rabin û dewlet gavê bavêje.”
JINNEWS/RIHA/EVÎN ÇÎFTÇÎ














