Ji bo mafê hêviyê êdî tu hincet nîne!

Pêncşem 12 Sibat 2026 - 03:38

12 sal in pêkneanîna biryara “mafê hêviyê” ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê Rêber APO de daye. Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re çareseriya pirsgirêka Kurd û bêguman bi daxuyaniyên Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî re ketiye rojevê. Her çendî nediyar e ku wê ev maf di rapora ji hêla komîsyona li parlamentoyê çawa bê destgirtin jî, mafekî bingehîn ê mirovan ku dibêje "mafê hêviyê", cezayên girtîgehê yê girankirî divê mutleq û bêveger nebe, nîne. Ev yek ji aliyê dadweriya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve ketiye bin temînatê. Di qeyrana baweriyê ya der barê çareseriya pirsgirêka Kurd û pêvajoya aştiyê de jî mîna yek ji sernavên girîng tê nîqaşkirin. Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê Sîda Yildiz li ser “mafê hêviyê” axivî.

Biryara DMME’yê teqez e

Sîda Yildiz, diyar kir ku di van rojên beriya salvegera komploya 15’ê Sibatê de nîqaşkirina "mafê hêviyê" watedar e û destnîşan kir ku mîna komele beşdarî civîna komîsyona ku li meclîsê hatiye damezrandin bûne û nêrînên xwe bi awayekî berfireh ji komîsyonê re ragihandine û got:"Tirkiyeyê heta niha ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê gavek rast neavêt. Niha di kesayeta birêz Abdullah Ocalan de, zêdetirê 4 hezar girtiyên ku divê ji ‘Mafê hêviyê' sûdê bigrin hene. Tevî pêvajoya aştiyê jî, birêz Ocalan hê ji civake dûr û di bin şert û mercên tecrîdê de li girtîgehê tê girtin. Lê belê di rastiyê de azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan ê sermuzakerevanê pêvajoya aştiyê, şert e. Dema ku em li îçtihatên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û pîvanên Neteweyên Yekbûyî dinêrin jî bêguman derbasdariya hiqûqî heye. Tirkiye jî neçar e li gorî vê girêdanê tevbigere."

Çima gavek nayê avêtin?

Sîda Yildiz, li ser daxuyaniyên Devlet Bahçelî jî got:"Ev gotin di warê hêviya aştiyê de bihêvî ne. Gelo hûn behsa mafê hêviyê dikin lê çima der barê mafê hêviyê de gavek jî nayê avêtin? Gel bi rastî jî vê yekê pir meraq dike. Me dît ku bi saya birêz Abdullah Ocalan, li Rojavayê Kurdistanê peymanek entegrasyonê bi awayekî erênî hat pêkanîn û dest bi pêkanînê kir. Pêvajoyê bi awayekî pir mezin girîngiya birêz Abdullah Ocalan a tevî di şert û mercên dijwar ên tecrîdê de jî di pêşîgirtina li hilweşîna şer de, nîşan da.”

Êdî hincet nema

Sîla Yildiz, careke din tekez kir ku di pêvajoyê de aktorê sereke Abdullah Ocalan e û got: "Li pêşiya azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan tu astengiyek hiqûqî nîn e. Yekane pirsgirêk pêkneanîn e. Divê rewş bê zelalkirin, heta pir dereng jî bû. Ev yek di aliyê perspektîfeke siyasî û hiqûqî de jî ferz e. Êdî di aliyê partiyên muxalefete de jî tu hincet nemaye. Me gelek caran tekez kir ku hem ji bo rewatiya pêvajoya aştiyê ya heyî ya li Tirkiyeyê hem jî ji bo pêkanîna aştiya li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan girîng e. Em ê tekezkirina vê yekê û axaftinên xwe di vê mijarê de bidomînin.”

NÛJINHA/SARYA DENÎZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.