Sînorkirina nafaqeyê xizaniyê kûr dike
Sêşem 17 Sibat 2026 - 03:25

Parêzer Fatma Hopikoglu ya ji Komîsyona Jinan a OHD’ê, derbarê pêşniyarên sînorkirina nafaqeyê ya li gorî dema zewacê û “fona nafaqeyê” de axivî. Fatma Hopikoglu diyar kir ku ev nîqaş ji zemîna hiqûqî bêtir, rastiyên sosyo-ekonomîk ên jinan tine dihesibînin.
Di demên dawî de mijarên mîna girêdana nafaqeyê bi dema zewacê re, sepandina nafaqeya bidem û avakirina “fona nafaqeyê” ji aliyê dewletê ve dîsa ketin rojeva rayagiştî. Her çend di qanûnên heyî de ji bo sînorkirina nafaqeya xizaniyê tu rêzikname tune bin jî, nîqaşên di vî warî de bi giranî li ser rîska xizaniyê ya piştî hevberdanê têne kirin.
Parêzer Fatma Hopikoglu anî ziman ku armanca nafaqeyê piştgiriya aborî ya ji bo aliyê ku ji ber hevberdanê xizan dibe ye. Fatma Hopikoglu destnîşan kir ku heke tenê dema zewacê wekî esas were girtin, dê keda jinan a bêheqdest, qutbûna wan a ji kariyera wan û neheviyên di jiyana xebatê de werin tinehesibandin. Li gorî Fatma Hopikoglu, nîqaşên li ser "mêrên mexdûr" û nafaqeya bidem, rîska xizaniya jinan zêde dikin û di heman demê de rê li ber tundiyê jî vedikin.
Fatma Hopikoglu di nirxandina xwe de wiha got: “Niha li welatê me sepandina nafaqeya bidem an jî ya li gorî dema zewacê tune ye. Heta ku daxwaz û razîbûna aliyan tune be, mafê dadger ê teqdîrê jî tune ye. Berî her tiştî divê mirov fêm bike ka nafaqe çima tê dayîn. Heke nafaqe bi dema zewacê ve were girêdan, dê jin ji aliyê sosyolojik û aborî ve werin tinehesibandin. Jin jixwe bi pirsgirêkên giran ên mîna tundî, xizanî û newekheviyê re rû bi rû ne. Sînorkirina nafaqeyê dê di hin rewşan de tundiyê zêdetir bike û bibe rewşeke xeternak.”
ANF / AMED















