Sererastkirinên hiqûqî divê

Çarşem 3 Kanûn 2025 - 03:32

Alîkarê Serokê DÎTAM'ê Bariş Yavûz destnîşan kir ku êdî dewlet divê sererastkirinên hiqûqî bike û got, "Eger dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne, wê pêvajoya demokratîkbûnê di asteke girîng de bi pêş ve biçe."

Alîkarê Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) Parêzer Bariş Yavûz işaret bi girîngiya hevdîtina komîsyonê ya bi Rêber Apo re kir û li ser asta heyî ya pêvajoyê û sererastkirinên qanûnî yên divê bêne kirin axivî.

Bariş Yavûz ragihand ku hevdîtina komîsyonê ya bi Rêber Apo re pêvajo derbasî qonaxeke cuda kiriye û destnîşan kir ku cewhera pirsgirêkê têkildarî demokratîkbûnê ye. Bariş Yavûz got, "Her çend desthilatdarî vê pêvajoyê weke 'Tirkiyeya bê teror' pênase bike jî, ya rast mesele li ser demokratîkbûna Tirkiyeyê ye." Bariş Yavûz di dewama axaftina xwe de got, "Ev mijar temamiya welêt eleqedar dike û çareserî jî bi îradeya hevpar a hemû beşên siyasî û civakî dibe. Hemû partiyên li Meclîsê têne temsîlkirin diviyabû bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikira. Eger ev mesele ya Tirkiyeyê be, diviyabû komîsyona ji hemû partiyan hevdîtin bi Ocalan re bikira. Lê belê em dibînin ku gelek partî li gorî hilbijartinê nêzî pêvajoyê dibin û bi wî rengî tevdigerin. DEM Partî û MHP di vê pêvajoyê de guh nadin dengan, lê belê partiyên din li gorî anketan pozîsyona xwe diyar dikin. Nabe ku partiyên siyasî vê pêvajoyê weke amûrekê bi kar bînin. Nabe ku pêvajoya çareseriyê ji bo hesabên hilbijartinê bikin qurban."

Bariş Yavûz bi bîr xist ku wezîfeya komîsyonê wê bi 31'ê Kanûnê re bi dawî bibe û got, "Heta vê demê tê payin ku raporekê amade bike û pêşkêşî raya giştî bike. Li ser vê rapora ku weke 'Perspektîfa Demokratîk' tê pênasekirin, bendewariyek heye. PKK'ê berpirsyariyên xwqe bi cih anî. Qonaxa ji niha û pê ve gavên qanûnî ye ku divê dewlet biavêje. Komîsyon nikare yekser qanûnê derxîne, lê belê dikare pêşniyaran û pêşnûmeyê amade bike. Bendewariya me jî ji vî alî ve ye. Şert ku pêvajo li ser zemîna hiqûqî bê rûniştandin. Pêwîstî bi sererastkirinên hiqûqî heye. Divê em vê pêvajoyê ji aliyê hiqûqî û sererastkirinan ve bişopînin. Divê Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) ji meriyetê bê rakirin."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.