Êrişên li Rojava sûcê mirovahiyê ne
Pêncşem 19 Sibat 2026 - 03:37

Parêzerê Îtalî Ezio Menzione diyar kir ku di êrişên li ser Rojava de sivîl rasterast bûne hedef û got: "Ev sûcekî navneteweyî û li dijî mirovahiyê ye, divê ev sûc neyê qebûlkirin."
Parêzerê Cezayê yê îtalî Ezio Menzione, peymana ku di 29'ê Çileyê de di navbera HSD û rêveberiya Şamê de hat îmzekirin û geşedanên li qadê nirxand. Ezio Menzione destnîşan kir ku ev peymana ku hin destkeftiyan misoger dike, lê mijarên xweseriya îdarî, aborî û siyasî zelal nake, ji bo çareseriya demokratîk gavek girîng e lê bi sînor e. Ezio Menzione anî ziman ku ev peyman wekî ezmûnekî ye û pêvajoya li Rojava bi pêvajoya li Tirkiyeyê re paralel bi rêve diçe.
Ezio Menzione diyar kir ku êrişên komên HTŞ-DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên ku di serê meha Çileyê de li Helebê dest pê kirin û li seranserê Rojava belav bûn, li dijî hiqûqa navneteweyî ne. Ezio Menzione destnîşan kir ku ev êriş rasterast sivîlan hedef digirin û armanca wan koçberkirina bi darê zorê ya gelê herêmê ye û ev tişt got: "Tiştên li Kobanê diqewimin der hiqûqê ne. Bajar hatiye dorpêçkirin û xelk neçar tê kirin ku malên xwe û hemû jiyana xwe biterikînin. Me mînakên bi vî rengî li Xezeyê jî dîtin, lê ev tiştên ku diqewimin di hundirê welat de ne. Li vir dewlet bi xwe bajêr û gelê Kobanê dorpêç dike. Rewşek wiha nayê efûkirin. Ev sûcekî navneteweyî û li dijî mirovahiyê ye û divê ev sûc neyê qebûlkirin."
Ezio Menzione bal kişand ser xalên girîng ên peymana HSD û rêveberiya Şamê û anî ziman ku ev peyman ji bo çareseriya demokratîk dê wekî ezmûnekî be û wiha axaftina xwe bi dawî kir : "Ev lihevhatin di çarçoveya ku Abdullah Ocalan destnîşan kiribû de pêk hatiye û gavek girîng e, lê bêguman ne gava dawî ye. Rêya ber bi avahiya konfederal a demokratîk ve hîn dirêj e. Peyama Ocalan hemû Kurdan, an bi qasî Kurdên Sûriyeyê Kurdên Tirkiyeyê jî di nav de vedihewîne. Her du xet di nav hev de ne. Armanc yek e, kîjan berê bigihîje armancê, serkeftina li welatekî ji bo serkeftina li welatê din girîng e. Yek ji mijarên sereke ne tenê endamên artêşa Kurd bi serê xwe, lê entegrasyona hemû artêşa HSD'ê ye."
MA / ENQERE / DENÎZ KARABÛDAK













