Ji bo mafê hêviyê mîtînga 'Aştî û Azadiyê'
Pêncşem 18 Kanûn 2025 - 17:00

- Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter Moray diyar kir ku mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ ya wê di 4’ê Çileyê de pêk bê ji bo pêkhatina mafê hêviyê û xurtkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk girîng e û banga tevlibûnê kir.
Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê re pevajoyek nû destpêkir. Tevî gavên hatin avêtin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Ji gelek aliyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan deng tê bilindkirin û tevî hemû hewldanan Tirkiyeyê hîna gavek navêtiye. Di 4’ê Çileyê de ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ve li Amedê wê mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ pêk bê. Dekleraysona mîtîngê li Konaxa Cemîl Paşa hat aşkerakirin.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnansên ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Ceren Moray der barê mîtîngê de axivî.
Ekîn Yeter Moray da zanîn ku ‘mafê hêviyê’ rojeva têkoşîna hevpar e û wiha dirêjî dayê: “Ev demek dirêj e ji bo mafê hêviyê pêvajoyeke tê meşandinê heye. Parêzerên Birêz Ocalan serî li DMME’yê dan û piştî vê DMME’yê biryara binpêkirinê da.”
Ekîn Yeter Moray daxuyakirin ku mafê hêviyê bi pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demorkatîk’ watedartir bûye û wiha bi lêv kir: “Ev bi Birêz Ocalan sînor nîne. Ev hemû girtiyên siyasî eleqeder dike. Di vê pêvajoya diyalogê ya tê meşandin de divê muzakereyeke di navbera wekhevan de pêk bê.”
Girîngiya mafê hêviyê û pêvajoya diyaloga demokratîk
Ekîn Yeter Moray destnîşan kir ku pêkhatina mafê hêviyê wê piştgiriyek mezin bide pêvajoya aştî û civaka demokratîk û wiha bi lêv kir: “Di vî alî de mafê hêviyê gelek girîng e. Mafê hêviyê pêk bê wê pêvajo veguhere pêvajoya muzakereya demorkatîk. Di vê pêvajoyê de berpirsyarî dikeve ser milê hemû kesî. Divê komîsyona meclîsê demildest mijara biryara mafê hêviyê bigire rojeva xwe û di vê mijarê de gavên şênber bavêje.”
Ekîn Yeter Moray da zanîn ku heta îro çalakî û bernameyên pêk hatine gelek bi nirx in û wiha dawî lê anî: “Bi van xebatan em pêvajoya aştî û civaka demokratîk hîn bêtir mayînde dikin. Em vê daxwazê bi jin, ciwan, siyasetmedar, hiqûqnas û rojnamegeran re li qadan tînin ziman. Ji ber vê mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ ya wê di 4’ê Çileyê de pêk bê ji bo pêkhatina mafê hêviyê û xurtkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk girîng e. Em bang li hemû kesî dikin ku tevli vê mîtîngê bibin.” JINNEWS/AMED/PELŞÎN ÇETÎNKAYA
* * *
Divê qanûnên aştî û azadiyê bên çêkirin
- Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Pêvajo hatiye asta qanûnî, divê bingeha hiqûqî were avakirin û di meha çileyê de qanûnên aştiyê û azadiyê werin çêkirin.”
Platforma Saziyên Demokratîk bi deklarasyonekê ragihand ku dê di 4'ê Çileya 2026'an de mitînga bi dirûşma “Hêvî û Azadiyê” li Amedê li dar bixe. Platformê dest bi amadekariyên mitîngê kir. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û endama Komîsyonê Meral Daniş Beştaş ku beşdarî daxuyaniya deklarasyona mitîngê bû, axivî û bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Meral Daniş Beştaş ji bo pêşî li çêkirina qanûnan û bicihanîna “mafê hêviyê” gel vexwend mitîngê.
Meral Daniş Beştaş diyar kir ku partiyên siyasî rapora dinivîsin û niha rapora AKP û CHP'ê maye ku pêşkêşî Serokatiya Meclîsê bikin. Meral Danîş Beştaş anî ziman ku partiyên siyasî nêrîn û pêşniyarên xwe di wan raporan de dinivîsin û got: “Pêvajo hatiye asta qanûnî. Divê bingeha vê bi hiqûqî ava bibe. Dema amadekirina raporan e divê pêşniyar bên bikin. Ez bawer im dê heta du sê rojan AKP, CHP jî raporên xwe bidin. Piştre jî dê li ser van raporan biryar bê dayîn. Em dixwazin ku nêrînek hevpar ji raporan bê derxistin. Piştre wê xebatek li ser vê berdewam bike. Ez bawer im dê hefteyek du hefte li ser vê nîqaş bên kirin. Em dixwazin ku komîsyon bi tevahî li ser vê mijarê nêrînê xwe bîne ziman. Em dibêjin bila di meha çileyê de bêyî ku dem were dirêjkirin, ev qanûn bila bên çêkirin. Pêvajo, ketiye qonaxa qanûnî.”
Meral Daniş Beştaş anî ziman ku partiya wan di rapora xwe de pêşniyarên xwe bi berfirehî anîne ziman. Meral Daniş Beştaş bal kişand ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Qanûna azadiyê, qanûna aştiyê, em bi entegrasyona demokratîk bi nav dikin. Birêz Ocalan jî di hevdîtina dawî de ev tişt anîbû ziman. Rojev û mijara me ya sereke Mafê Hêviyê ye, qanûnên aştiyê ye, divê em van mijarên girîng bigirin dest. Jixwe pêşniyarên me jî di rapora me de berfireh me anî ziman, ji ber ku divê birêz Ocalan azad dikaribe tevbigere, bixebite û nêrînên xwe bîne ziman. Ew dibêjin qanûna taybet, em jî dibêjin qanûnên aştiyê werin çêkirin. Divê qanûna ‘terorê’ were guhertin. Divê qeyûm ji ser şaredariyan werin rakirin. Divê zimanê Kurdî bi awayekî yasayî, fermî were qebûlkirin. Gelek xalên ku de rapora xwe de anîne ziman hene.”
Meral Daniş Beştaş di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xwedîderketina li pêvajoyê û got: “Divê civak berpirsyariya xwe bîne cih, divê civak xwedî li pêvajoyê derkeve. Em ê aştiyê bi tekoşînê bi dest bixin. Tu kes bi destê xwe aştiyê, civaka demokratîk nade me. Divê em xebatên xwe bikin, bi berpirsyariya xwe rabin, meşa xwe ya azadiyê bidomînin. Heya ku civak seferber nebe û xwedî dernekeve ev naçe serî. Gelê Kurd jî, gelê Tirk jî, gelê Ereb jî, hemû civak divê xwedî li pêvajoyê derkeve. Em xebatê xwe li aliyê Tirkiyeyê jî berdewam dikin. Berpirsyariya gel gelekî girîng e. Di 4'ê Çilêyê de em hemû gelê xwe vedixîvînin mitînga Amedê, bila werin tev li mitînga Hêvî û Azadiyê bibin.” AW/ESRA POLAT-OMER DEMÎR















