Narîn Guran hat bibîranîn

În 22 Tebax 2025 - 03:30

Narîn Guran ku 19 roj piştî windabûna wê li taxa Çulî cenazeyê wê hat dîtin, li ser gora xwe hat bibîranîn.

Li ser gora Narîn Guran, ku di 21'ê Tebaxa 2024'an de, 19 roj piştî windabûna wê, li nêzî çemekî li taxa Çulî ya gundewarî ya Amed, termê wê hatibû dîtin, bi girseyî hate bîranîn. Ji bo bîranînê, ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Amed a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hate birêvebirin, Bêrîtan Guneş Altin, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, endamên rêxistinên parêzgeh û navçeyên Amed ên DEM Partî û gelek kesên din beşdar bûn.

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer di bîranînê de axivî û got:"Heta ku faîlên Narînê derdikevin holê em ê dozê bişopînin.”

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Budak jî got ku piştî cînayeta Narîn Guran jî bi dehan komkujî li dijî jin û zarokan hatine kirin.

Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê û parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin jî diyar kir ku di dosyaya Narîn Guran de darizandineke ku wijdanê civakê rehet dike nehatiye kirin.

Baroya Amedê jî bi boneya yekemîn salvegera qetilkirina Narîn Guran daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Em dixwazin dewlet ji bo paratsina hemû zarokan a ji îstîsmar û her cureyên xetereyê, tevdîrên pêwîst bigire.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.