Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk hat avakirin

Duşem 12 Gulan 2025 - 03:45

  • Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk piştî civîna duh û îro li Amedê pêk hat, deklarasyona xwe ji raya giştî re eşkere kir. Di deklarasyonê de hate gotin ku armanca înîsiyatîfê ew e ku yekitiya gel, bawerî û çandên cuda yên li Kurdistanê pêk bîne.

Înîsiyatîfa Yekitiyê ku ji hêla partiyên siyasî yên Kurdistanî, rêxistinên civaka sivîl, rûspiyên civakê û nûnerên saziyên bawerî û demokratîk ve hate avakirin, duh li Amedê damezirandina xwe ragihandin. Piştî civîna duh li Amedê hat lidarxistin, biryar hate dayin ku weke Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk starta xebatên xwe bidin. 

Li Navenda Kongreyan a Çand Amedê bi daxuyaniyekê deklarasyona înîsiyatîfê hat aşkerakirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, hevşaredar, parlamenter û gelek kes tev li bûn. 

Metna deklarasyonê ji hêla Hevberdevkên Înîsiyatîfê û Wekîlên DEM Partiyê Mehmet Kamaç û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ve hate xwendin. Kurdiya metnê Mehmet Kamaç xwend. 

Metna deklarasyonê wiha ye:  

“Gelên hêja, xebatkarên çapemeniyê yên rêzdar; em wekî partiyên siyasî yên Kurdistanî, rêxistinên civaka sivîl, pêşeng û kesayetiyên giranbuha yên gelê me, nûnerên hemû gel û baweriyên ku li ser axa Kurdistanê dijîn, radigihînin ku me Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ava kiriye û em vê yekê bi hemû raya giştî ya neteweyî û navneteweyî re parve dikin.

Pêşketinên wekî hilweşandina rejîma faşîst a Baasê li Sûriyeyê, nîşan didin ku serdemeke nû li Rojhilata Navîn dest pê kiriye. Bi giştî ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê û civakên baweriyê, bi taybetî jî ji bo gelê Kurd, ev rewşa nû, nîşaneyên metirsî û xeterên girîng didin; lêbelê bi avabûna hevgirtina xurt a hemû gelan û civakên baweriyê û bi piştgiriya civaka navneteweyî, bingeheke xurt ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk hatiye avakirin.

Di vê çarçoveyê de, em konferansa Yekitî û Helwesta Hevbeş ku bi sebir, cesaret û biryardariya hemû rêxistinên Kurdî li rojavayê Kurdistanê hatiye lidarxistin, wekî gaveke dîrokî û serkeftineke mezin dibînin. Em hemû rêxistin, rêber û saziyên li her çar parçeyên Kurdistanê ku ji bo vê konferansa ku rê ji yekitiya neteweyî re vekiriye xebitîne, pîroz dikin û spasiyên xwe yên ji dil pêşkêşî hemû kesên ku beşdar bûne dikin. 

 Erdnîgariya Kurdistanê; bi pêkhateyên xwe yên pirnasname, pirbawerî û olî, pirçandî, mînakeke dewlemend a mozaîkeke civakî temsîl dike. Parastina vê dewlemendiya dîrokî û vê mîrasê, tevlêkirina wê bi çanda jiyana hevbeş ya bi civaka demokratîk; erkeke hevbeş û berpirsiyariyeke hemû nifşan e.

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk; bi hişmendiya vê rastiyê, wekî platformeke civaka sivîl ku armanca wê yekitiya hemû gel, bawerî û çandên li Kurdistanê û avakirina jiyana demokratîk e, hatiye şêwaz dayîn. Ev înîsiyatîf ku çareseriya dadmend, wekhev û demokratîk a pirsgirêka Kurdî; di heman demê de demokratîkbûna Tirkiyeyê jî pêşwext digire, bi armanca beşdarkirina vê têkoşînê ji eniya civaka sivîl ve dest bi rê kiriye. 

Xebatên ku zêdetirî salekê ye tên meşandin û pêşketinên herêmî; hevdîtinên bi birêz Abdullah Ocalan re û daxuyaniyên ku ji raya giştî re hatine dayîn, hêviyên çareseriyê bi awayekî cidî zêde kirine. Garantiya bingehîn a pêkhatina van hêviyan, avakirina civaka demokratîk bi rengekî rêxistinî ye. Ruhê demê û berpirsiyariya siyasî vê erkê dîrokî dispêre hemû beşên civakê yên wekî kesên welatparêz, demokrat, karker, cotkar, ciwan, jin û her wekî din.

Çavkaniya bingehîn a me di destpêka vê rêyê de; qezenca têkoşîna dîrokî, ezmûnên pratîk û encamên zanistî yên ku gelê me ji van pêvajoyan derxistine, ne. Ev çavkanî, dê di rêya pêkanîna yekitiya rêxistinî ya hemû sazî û dînamîkên gelên me de, bibe piştgiriyeke me ya herî xurt.”

AMED 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.