Ne şer muzakere wê aştiyê bîne

Çarşem 26 Adar 2025 - 03:40

Newroza dîrokî ya Amedê bi tevlibûna mîlyonan kesî pêk hat û yekane daxwaz hate kirin ew jî azadiya Rêber Abdullah Ocalan bû. Ji Fransa, Katalonya, Ispanya, Îrlanda, Belçîka, Almanya, Îtalya, Kenya, Çekya, Hîndîstan, Misir, Îran, Lubnan, Lîbya, Iraq, Tunus û Başurê Kurdistanê gelek sendîkavan nûnerên saziya civaka sivîl tevli bûn. Yek ji van rojnameger û nivîskara Tunusî Zouhour Mecherguî bû û çavdêriyên xwe ragîhand.

Heyrana berxwedana jinan bûm 

Zouhaour Mecherguî çavdêriyên xwe yên der barê Newroza Amedê de vegot û wiha got:“Ji bo fêmkirina pisgirêka Kurd ev ji bo min derfetek mezin bû. Bi rastî pîrozbahiyek pir mezin bû. Bi heybet bû. Ji tiştên ku min bihistibû pir cuda bû. Gelek xweş bû. Ez pir bi bandor bûm. Bexwedana jinan bandorek mezin li min kir. Ez li hember berxwedana jinan heyran mam.”

Ez bangê girîng dibînim 

Zouhaour Mecherguî balkişand ser banga Rêber Abdullah Ocalan û got:“Divê muzakere bê kirin û pirsgirêk bê çareserkirin. Vê bangê em kêfxweş kirine. Em girîng dibînin. Em tevli nêrîna Abdullah Ocalan ya ku balê dikşîne ser rola jinan a di avakirina civaka demokrtîk de, dibin.Têkoşîna jinan li her qadê heye. Ji bo mafên xwe li berxwe didin. Bi rastî min Newerozê de jinên xurt dîtin. Ez pir kêfxweş bûm. Hêviya min pir mezin bû. Jin xwe diparêzin. Têdikoşin. “

Divê bang li erdê neyê hiştin 

Zouhaour Mecherguî destnîşan kir ku tevî roj derbas bûne hîna gavên şênber nehatine avêtin û got:“Divê her kes guh bide banga aştî û muzakereyê. Ev bang girîng e. Hêviya me ev e ku Tirkiye li ser maseya aştiyê rûne.  Em vê dixwazin. Divê bê bersiv neyê hiştin. Divê deng bidin aştiyê. Divê tavilê bersiva vê bangê bê dayîn.”

JINNEWS/MELEK AVCI-DÎLAN BABAT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.