Newroz banga azadiyê ye

În 28 Adar 2025 - 03:40

HAKAN TURKMEN

Hunermendên ku wê di Newroza Frankfûrtê derkevin ser dikê gotin:’’Em ê bi stranên xwe li Frankfûrtê bin. Ev Newroz banga azadiyê ye.’’ û banga tevlêbûna Newroza li Rebstockparkê bê li darxistin kirin. Di Newroza îsal a li Frankfûrtê bê lidarxistin de, hunermend Hozan, Dîno, Hozan Diyar, Trio Sêreng, Yelda Ebasî, Îbo Qamişlo, Diyar Gerîla û Hozan Comerd wê derkevin ser dikê. Hunermendan hestên xwe yên derbarê pîrozbahiya îsal û wateya Newrozê ji rojnameya me re axivîn.

Newroz roja têkoşînê ye

Hozan Dîno destnîşan kir ku di dîrokê de Newroz û berxwedan û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di nav hev de bûne û got:’’Ji bo me Kurdan Newroz bi tenê cejnek nîne, sembola herî mezin a têkoşîna azadiyê ye. Me Kurdan hertim ji bo azadiya xwe têkoşîn kir û hê jî em têdikoşîn. Hozan Dîno da zanîn ku divê Newroza îsal weke ’Sala Azadiyê’ bê pîroz kirin û bal kişand ser banga aştiyê ya Rêber APO û got:’’Îsal du sedemên girîng derdikevin pêş. Ya yekê Şoreşa Rojava, ya din jî banga aştiyê ya Rêber APO. Dibe ku em vê gavê nikarin bibêjin pêvajoya aştiyê. Lê gelê Kurd ti carî baweriya xwe ya bi azadiyê wenda nekir. Di Newroza îsal a li Frankfûrtê em ê bi hev re bibêjin ‘Niha dema azadiyê ye.’’

Ciwan xwedî li çanda xwe derkevin

Hunermendê Repê Îbo Qamişlo jî bal kişand ser girîngiya Newrozê ya ji bo gelê Kurd û got:’’Newroz ji aliyê gelek netewan tê pîroz kirin. Lê ji bo me Kurdan wateya wê cuda ye. Newroz ji bo me sembola berxwedanê, azadiyê û têkoşînê ye. Divê em vê mîrasa di kûrahiya dîroka xwe de bidin jiyîn, xwedî li ziman, çand û dîroka xwe derkevin.’’ Hunermend bi taybetî bang li ciwanan kir û got:’’Divê ciwanên Kurd xwedî li Newrozê û çanda xwe derkevin. Yên ku dixwazin me asîmîle bikin, destpêkê ziman û çanda me dikin hedef. Ji ber vê yekê qada ku ciwanên Kurd herî zêde xwe îfade bikin Newroz e. Em ê bi dengbêjî, stran û repa xwe li Frankfûrtê bin. Newroz ji bo ciwan xwedî li ziman, çand û hemû dewlemendiya xwe xwedî derkevin, derfeta herî mezin e.’’ Îbo Qamişlo bang li ciwanên Rojava jî kir û got:’’Têkoşîna li Rojava, berxwedana ku bi rihê Newrozê gihiştiye hev e. Ciwanên Rojava yên ku herî zêde wateya Newrozê dizinin in. Em li Frankfûrtê ziman, çand û berxwedana gelê Kurd nîşanê hemû cîhanê bidin.’’

Mîrasa Kawayên Hemdem

Hozan Diyar ji destnîşan kir ku Newroz bi tenê cejna gelekî nîne, di heman demê de sembola herî mezin a têkoşîna azadiyê û edaletê ya gelê Kurd e û got:’’Di mîtolojiyê de sembola serîrakirina Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaqê zalim e, sembola têkoşîna azadiyê ye. Gelê Kurd jî di van 50 salên dawî de, vê berxwedanê ji Mazlûm Dogan heta Zekiye Alkan, ji Bêrîvan heta Ronahî û Rehşanan, bi gelek qehremanan berdewam kir. Newroz roja xwedîderketina mîrasa van qehremanan e.’’ Hozan Diyar da zanîn banga aştiyê û civaka demokratîk a Rêber APO ku di 27’ê Sibatê de kiriye, rihê îsal a Newrozê destnîşan kiriye û got:’’Ev bang ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn gaveke girîng e. Em ê di Newrozê de piştgiriya xwe ya ji bo aştiyê nîşan bidin. Em ê bi tenê pîrozbahiya biharê nekin, em ê bibêjin ku em ji bo aştiyê jî amade ne. Em ciwanan, jinan û herkesî vedixwînin Frankfûrtê.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.