Bang bi dehan salan deng vedide
Duşem 12 Gulan 2025 - 03:30
Di 27’ê Sibatê de Rêber APO banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û tê de daxwaza çareserkirina hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn li ser esasê diyalog û jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan kir. Nivîskarê Misrî Îbrahîm Şaban li ser mijarê axivî û got: "Banga Aştî û civaka Demokratîk ya Rêberê Kurd Abdullah Ocalan bangeke dîrokî ye ku wê bi dehan salên pêş de deng vede û dawî li şerê nêzî 40 salî bi Tirkiyeyê re bîne. Her wiha daxuyaniya PKK’ê ya li ser esasê pejirandina banga Ocalan û derxistina biryarên dîrokî ji hêla partiyê ve di vî alî de wê di demek nêzîk de vê bersivdana bangê piştrast bikin."
Şaban diyar kir ku di nava şert û mercên gelekî aloz ên li herêmê de ev hat kirin û got:"Dema ku Abdullah Ocalan bang li PKK’ê dike ku dest ji çekan berde û xwe fesih bike, ev nayê wateya ku mafên bi milyonan Kurdan were înkarkirin, lê ev bang giştî ji bo her demê ye. Banga Ocalan pir girîng e. Ji dema hatiye kirin ve ji gelek aliyên herêmî, Tirkiyê, Sûriyê û Îranê bi taybet tê şopandin. Ev bang perdeya berdewama bombebaran û êrişên li ser herêmên Kurdan û binpêkirina wan bi hinceta şopandina PKK’ê, ji ser Tirkiyeyê radike û dawî li vê şerê xwînî tîne. Divê Tirkiye Abdullah Ocalan berde, rûpeleke nû di nava her du aliyan de were vekirin, li daxwazên Kurdan û mafên wan ên siyasî li hundirê Tirkiyeyê û li herêmên bicihbûna wan were nêrîn û guhdarkirin. Divê dewleta Tirk ne tenê bi rêya partiyên Tirk, weke CHP’ê bi awayekî fermî bersivdayîna banga Ocalan bike, her wiha divê gavên erênî werin avêtin û destpêkirina qonaxeke nû û rûpeleke nû bi gelê Kurd re were ragihandin û mafên Kurdan were naskirin, kiryarên tehrîdkirinê, bombebarankirin werin sekinandin, anku divê destpêkeke nû ya aştiyê di nava her du aliyan de were ragihandin. Ev pêngavên girîng ên piştî ragihandina çekdanînê dawî li vê serdemê bînin û aştî bi ser bikeve û ev yek ji bo Tirkiyeyê û gelê Kurd jî sûdmend be."
ANHA/YAHYA EL HEBÎB